Edebiyata devkî berhema jiyana sirûştî ye. Ji tecrubeyan
zaye. Eger em bi çavên îro li wê deryaya rengîn mêze bikin, em ê her
tiştî şaş şîrove bikin (û jixwe em dikin jî!). Bi hilatina tavê ra aşê debarê
ziviriye û hemî endamên civakê pê ra rabûne. Bi daketina tariyê ra “şer”ê hilberîna
heyata rojane rawestiyaye. Bi hatina şevê ra “fêkiyên ku hatine berhevkirin” li
sifreya heyatê hatine raxistin. Di Ode/diwanan da, şevbêrk hatine gerandin.
Ode/diwan veguherîne dibistanan. Û di wan dibistanan da, bi şertê ku
qisedan/derbirîn estetîkî be her tişt bêsansur ketiye ber pirsê û şîrove li ser
geriyaye. Bi gotineke din, bi hatina tariyê ra şerê heyata rojane tevizî be jî
teslîmî tariyê nebûye, bi afirandinên edebî ra şev/tarî çûrisandine. Vê çûriskê
şewla xwe berdaye ser rojê jî. Lewra xebata rojane gelek caran veguheriye
festîvalên hunerî.































