29 Nisan 2022 Cuma

PEŞKÊN ŞEVÊ

 1

Dibuhirîn

Nameyên ku li ser kurşe hatibûn nivisîn

Di îskeîska baran de zêr û zewer kirin

ref bi ref kişiyan şikeftên sawgirtî

Nalîn çilkiya dilê şevê

2.

Bi çirkîniya deriyê nîvekirî re

dengekî bêaqort olan da

Hey hawar

ma qey kurdî zikê xwe tijî kiriye?

Stûxwar in li rawestgeha dilên dilbirîn

bêzar û bêwar in

3.

Di bêdengiyeke helbestî de

li bin siya bîst û heşt sêdaran 

peyvê serjêkirî diperpitîn

Ey xwedêyo 

Ji paşila ezman bêhna sêvan difûre

Ruhistîn teşiya kurdî dirêse

Min di kevçiyê felekê de av vexwar

lê tîna dil netemirî

4.

Bajar di xewa mirinê de vedigevize

Mêvanê peyvên telaqavêtî me

Di guhê min ê kerr de

newayek ji Gîtara Bêtêl* dinale

Melkemot di pêgermoka mirinê de ye.

Serê xwe datinim ser çoka şevê

Gulîstanek tozgirtî dipijiqe

(*Navê yekem romana Cîhan Roj e)

5.

Di bibîkên berxikên hilî de

rastî hişê neteweya reşgirêdayî dibim

di vî çileyê çilxewrevîn de

Ey welatê di çavsoriya xwîna xwe de bizdiyayî

Xewn û xewnerojkan

keziyên xwe kur(d)kirin

Pîştî tavsorka di newala memikên te de çû ava.









6. 

Ey welatê bêpaşxane

em ê bixwînin zerya xwînê

Ta ku zanîn di nezaniyê de

wîjdan di bêwijdaniyê de

pîrozwerî di bin simên xerabiyê de pelixî

û em di paxila mirina xwe de ji nû ve vejiyan

7

Dikeve ber pêla bê

Tik î tenê

Xwînî ye li kuştina xwe digere

4 Nisan 2022 Pazartesi

Di Edebiyata Devkî Da Motîfa Memikan

 

Edebiyata devkî berhema jiyana sirûştî ye. Ji tecrubeyan zaye. Eger em bi çavên   îro li wê deryaya rengîn mêze bikin, em ê her tiştî şaş şîrove bikin (û jixwe em dikin jî!). Bi hilatina tavê ra aşê debarê ziviriye û hemî endamên civakê pê ra rabûne. Bi daketina tariyê ra “şer”ê hilberîna heyata rojane rawestiyaye. Bi hatina şevê ra “fêkiyên ku hatine berhevkirin” li sifreya heyatê hatine raxistin. Di Ode/diwanan da, şevbêrk hatine gerandin. Ode/diwan veguherîne dibistanan. Û di wan dibistanan da, bi şertê ku qisedan/derbirîn estetîkî be her tişt bêsansur ketiye ber pirsê û şîrove li ser geriyaye. Bi gotineke din, bi hatina tariyê ra şerê heyata rojane tevizî be jî teslîmî tariyê nebûye, bi afirandinên edebî ra şev/tarî çûrisandine. Vê çûriskê şewla xwe berdaye ser rojê jî. Lewra xebata rojane gelek caran veguheriye festîvalên hunerî.