15 Temmuz 2026 Çarşamba

Li Pey Heyatê: Here Tu Naçî.


Kitêbek dixwînim, hiş berê min dide zarokatiyê. Qederek çavê xwe didim hev. Em çend zarok di Gola Mele de xwe li avê dixin.. Ne bêhna  gul û sosin û gul rihanan li ser bala me ye ne jî dengê ji xwerîstê di penge. Hebe tune be kêf û henek û lîsteke dinya me. Em xwe kutî avê dikin avê diavêjin nava çavên hev... Ji nişka ve Gulnaz xanima ku heta heftê saliya xwe bi çol û yabana diket, digo: "Raste erdikê me xwedî avhewayeke hişke. Xurifiyên me nabên ji qûnka me nayê em warikê xwe xweş bikin dibên: tehm di vê axê de nema ye. Ev gişk pîşkê wan çar tixayên ku berê xwe didin wê xopan Stenbolê û bi qatek çekên qumaş tên xwe li ser xaniyan tîk dikin û dibên: em him wezîr û him kizîrin... Li rû dinê tu tişt ne bê dermane. Miheqeq xaliq ji her derdkî re dermankî daniye. Nakevin dû dermankî peyda nakin rûdinin li çokên xwe dixin. Tû li sikumê we... Ser û bin çar kûlî pêjgarî me bûne. Helbet wê rokî her çar kulî biqefilin. Şukir em hê li ser erdikê xwe ne. Zikî me têr yek birçî be jî war warikê me ye. Çiyakên me yên porspî avan; zozan, newal, gelî û mesîlkên me gul, gîha û pincar; deştikên me zad; kanî û çemikên me masiyan di ser me de dibarînin...."  dikeve qadraja hişê min. Hişo nahêle çend dilopên din ji vê kewarê bilopin  bilez filmê diguhere. 
Çenteyek li pişta min e, ez û Elîşêr (apê min) berê xwe didin dibistana ku em herfek jî bi zimanê wê nizanin. Heta pola duyemîn a dibistana seretayî navên me kumika tîpa "ê" ji dest bidin jî nav dimînin Alişer û Dilşer. 
Roja ji bo derxistina nasnameyê berê me dikeve qezê, li qezê haya me jê çê dibe ku Elîşêr û Dilşêr qedexe ne. Bi bîhistina peyva qedexe re: lêv li bavo diqelişe. Em mît û mat dimînin. Bavo telikê xwe ji ser xwe datîne bi hustûxwarî dikeve odeya midur. Midur bi wê tirkiya xwe ya sar û cemidî dike miremir. Bavo bi eniya ku xwîdan jê diniqute kol û poşman vedigere cem memûran. Memûr li gor kêfa xwe navek li nasnameya min dinivîsînin. Dilşêr tê tune kirin û navek bi tîpa "B" yê li min û nasnameyê tê danîn. Elîşêr jî vediguhere Alî. 
Em komek heval li devê rê ji xwe re dilîzin. Jîpek leşkeriyê ji jêlîv tê û berbi Xirbêsor tere. Ji hevalan yek dibê: -Dilo... dibêm: - Wer nebê Dilo û Dilşêr yasax in yasax navê min êdî B.... e. Ji wê çaxî şûn ve xwedî sê navî me. Di nav malbatê û hevalan de bi piranî Dilo me. Kêm caran Dilşêr im û li dibistanê jî B... im.