"Gotin 'edet e, jênexwarin serbest e."
Rûtirşî li dîwanê rûniştî ye. Dûyê ji kozikan hilbûyî nahêle qoç û boçikên awiran lihev biqesidin. Sewta dilketiyê Esmera Şukrî li şevê diqelibe axîn û bişirînên di xewra çûyî ji xewnan hildibin.