Çendeke xav im. Qey tu dibê min çewalek xwê xwariye lewma agir bi nav û dilê min ketî ye. Bi êş û hesreteke azirî ve rapêçyayî me. Olana ji qirika dengbêjan jî dipenge nabe çare. Dizanim kurmê bêrîkirinê di dil û hişê min de dileqîn. Lê bêriya kê û çi ye nizanim. Avek çawa û bi çi rengî û ji ku bînim li vî arî bikim wê jî nizanim.
Sibeheke şeng a havînê li dar e. Em zarok û jin dîsa li beravê ne. Dengê ku serdeste çelpe çelpa ji bendenên me zarûyên ku xwe li avê dixin, vîçe vîça beytikên ku li ser çiqlê dara di tenga aş de terin û tên, wîle wîl û tîqetîqên qîz û jinên çek û firaqan dişon, merîna berxên virnî yê bi dû kulekan ketî, xelexula cûxilên xwe li hev radikişînin û nalîn û orîna çêleka li ber sikratê ye.
Diya min, xaltiya Esmer û çend jinên din di bongê axpînê de eriştê dibirin. Tu wekî ku fors û çalima xwe ravî jina xwe bidî li ser kenê li hember mala Tajdîn vedizelî. Her cara ku destê te yên terikî tere binê ken/kendal bi kulmek masiyên sûre re li ser ken vedigere. Di demek pir kin de kenê li ser vezeliyayî bi masiyên zik çîl spî re diçilvile. Bi bişirîn li me û li derdora xwe mêze dikî. Em bi halê xwe yê şilf û tazî masiyan didin hev. Tu jî di şûna ku masiyan li şirdanê bixî wê kêra ku qet ji xwe naqetînî ji cêva xwe dertînî. Tu zikê masiyan diqelişînî, em jî di çem de dişon. Ser û çavê te niha rind nayê ber çavê min. Lê rind dizanim emrê te di navbera gêncî û navserebûnê de ye. Çi heyfek ku hişê kor tenê dîmeneke flû ravê min dide.
Niha ne ew ken maye ne jî ava boş a çem. Çemê heyî mîna laçika bêmorî û bê pûl melûl melûl diherike. Hema bibêje xaniyên gund ji bin ve guherîne. Êdî kes diwarê xaniyan bi keviran çênake. Camiyeke sê çar qatî li wê taxa me ya kevîn de çêkirine. Qet li bejn û bala gund nayê. Te go camiya berê? Ew vik û vala di şûna xwe de dirize. Na, ne ku pêdiviya gundiyan bi vê camiyê hebû çêkirin. Li kijan gundî çi hebe dibê îlem li gundê dî jî hebe.
Dizanî cîranî nema ye. Erê di wexta te de jî hêdî hêdî cîranî ji ortê radibû lê ne bi vê kambaxiyê. Dizanim piştî televîzyonên rengîn derketin hêdî hêdî dawî li civatan hat. Niha kes nare mala kesî. Herkes ji her kesî bi şik e...
Tew niha te halê me û însanên vê dewrê bidîta te yê ji nebûna xwe re şikir bikira. Gerçî îşê însanan belî nabe. Belkî tu jî wekî me bibûyayî hêsîrê van têlefonê destan. Ca bi sebire qurban ezê ta di derziyê re bikim wî. Teyî tu hê li vî warî bûyî wexta têlefonên destan derketin. Îja niha tu çi bixwazî li ser ekranên têlefonan dikarî bibînî. Hema bibê sohbet û qisedanên dû dirêj nemane. Di hundirê odeyek de an jî li dora maseyek herkes bi têlefona xwe re bilî ye. Dev ji jinan berde heyran têlefon ji dest zariya jî nakeve.
Niha li wexta ez zarok bûm difikirim agir bi canê min dikeve. Zivistanê heta te gurzê giyê ji ser loda dibir nav dangî û vedigeriyayî simbêlê te tev cemed digirtin. Wexta te li ber sobê xwe germ dikir av mîna wan mîjmîjokên tavê lêxistî diniqutî ji simbêlên te. Dema tîqîn bi me diket ji ber halê te, tu çi xweş hêrs dibûyî. Na heyran napişirînim nakim hale wê çaxê. Belê zehmetiyên zivistanê zêde bûn lê xweşiyên wê jî hebûn. Em gir û biçûk tev di nava heyatê de bûn. Em parîkî zarû bûn me dizanî çend pez an dewarên me hene, ji ku hatine navê wan çi ne, avis an histewrin, çextê hatine beran an ga, kînga dizên, heta ji wî şîreya berya bibe şîr me texmîn dikir kijan royê dizên. Erê dizanim zanîna me ji tercubeyan diza. Helbet her zemanek xwedî zehmetiyên xwe ne.
Dizanî wexta tu diçûyî bajêr û ne bi kiloyan lê bi kaseyên mêwe û sewzeyan vedigeriyayî roj û şev li min diherîmî. Min dikir û ne dikir wext li min nediborî. Min xwe li çolan dixist lê hatina te ji hişê min dernediket. Min tercube kiribû heta min hatina te ji bîr nedikir tu nedihatî loma roj li min dibû zindan. Pirê cara ji neçarî min xwe diavêt ber bextê baskê xewê. Min dizanî dema ji xew şiyar bim tu yê li mal bî. Na ne ew qas kuştiyê xwarinê bûm. Bi rastî nizanim min biriya te dikir an biriya wan kaseyên mêweyan.
Em li ser axa xwe bûn. Zikek têr yek birçî ba jî ne xem bû. Dinya me dinyayek biçûk bû. Li gor her demsalê lîstikên me hebûn. Hay û baya me ji dinyaya dervî gund tune bû. Piştî payîza dereng berf diket heta derê biharan têra xwe dibarî. Rojên hişkî û têpiyên ku berfa hûr a mîna kayê pêra difizikî weke kêr li nav çavê mera diketin ne tê de merû nedicemidîn. Axir însanan li ber sirûştê serî neditevand li gor zehmetiyan rê û rêbazên diçûn nav xweşiyê peyda dikirin.
Piştî pîvoka kera zikê berfê diqelaşt hêdî hêdî berf radibû. Li dû pîvokê: nanê çûçê, xîlxîlok, pîçok, tirşo, gûlik, qicî, siping, kereng, çavê ga, xirşivan, gizêr, ribês, kulavdûn, silq, pepê qazê, neynûkên bûkê, şîlan, bîyok û gelek nebatên niha navê wan nayên bîra min serê xwe bi dor ji bin axê radikirin me têra xwe jê dixwar û ditehmî. Bi derketina her nebatî re rîtuela (hemî tehmî gula şehmî hersal dixwim wî tehmî) me her dubare dibû. Herhal ev jî cûreyek şikirînê bû. Ev rîtuel ji ku û çi zaye nizanim.
Qurban ca bi sebire. Dizanim ji xwe ev tiştên qal dikim perçeyek ji heyata te jî bûn. Dizanî kal û pîrên me bûne tûrîst. Na henekên çi wî, bi navê xwedê rast dibêjim. Hema ji her malê sê çar malî berê xwe dane bajarên wek Stenbol û Îzmîrê. Emir qutan ça jî ji gundê ku çav li dinyayê vekirine acizin. Bi payiza dereng re berê xwe didin şeher û dawiya biharê re li gund vedigerin. Tu zivistanan newêrî qala gund bikî agir ji wan dibare. Bihane hazir û nazire: Sare û sare... Qey tu dibê kokim û pîrebok di germa çolên erebîstanê de hatine dinê. Lê qise hat ser qisê ji pişirîn û xweşkirinê re dorê nadin kesî. Devê xwe pa dikin destê xwe li qalça xwe didin û hûr û dûr dirêsin. Na bi xwedê kes ji welatê jê hatî heznake. Girêdana bi axê re av û av çûye. Tenê wekî min ê ku niha bi te re qise dike ji qisedanê hez dikin ne ji welat.
Not: Ev beşa yekem a vê nivîsê ye; dê bidome...

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove