Kitêbek dixwînim, hiş berê min dide zarokatiyê. Qederek çavê xwe didim hev. Em çend zarok di Gola Mele de xwe li avê dixin.. Ne bêhna gul û sosin û gul rihanan li ser bala me ye ne jî dengê ji xwerîstê di penge. Hebe tune be kêf û henek û lîsteke dinya me. Em xwe kutî avê dikin avê diavêjin nava çavên hev... Ji nişka ve Gulnaz xanima ku heta heftê saliya xwe bi çol û yabana diket, digo: "Raste erdikê me xwedî avhewayeke hişke. Xurifiyên me nabên ji qûnka me nayê em warikê xwe xweş bikin dibên: tehm di vê axê de nema ye. Ev gişk pîşkê wan çar tixayên ku berê xwe didin wê xopan Stenbolê û bi qatek çekên qumaş tên xwe li ser xaniyan tîk dikin û dibên: em him wezîr û him kizîrin... Li rû dinê tu tişt ne bê dermane. Miheqeq xaliq ji her derdkî re dermankî daniye. Nakevin dû dermankî peyda nakin rûdinin li çokên xwe dixin. Tû li sikumê we... Ser û bin çar kûlî pêjgarî me bûne. Helbet wê rokî her çar kulî biqefilin. Şukir em hê li ser erdikê xwe ne. Zikî me têr yek birçî be jî war warikê me ye. Çiyakên me yên porspî avan; zozan, newal, gelî û mesîlkên me gul, gîha û pincar; deştikên me zad; kanî û çemikên me masiyan di ser me de dibarînin...." dikeve qadraja hişê min. Hişo nahêle çend dilopên din ji vê kewarê bilopin bilez filmê diguhere.
Çenteyek li pişta min e, ez û Elîşêr (apê min) berê xwe didin dibistana ku em herfek jî bi zimanê wê nizanin. Heta pola duyemîn a dibistana seretayî navên me kumika tîpa "ê" ji dest bidin jî nav dimînin Alişer û Dilşer.
Roja ji bo derxistina nasnameyê berê me dikeve qezê, li qezê haya me jê çê dibe ku Elîşêr û Dilşêr qedexe ne. Bi bîhistina peyva qedexe re: lêv li bavo diqelişe. Em mît û mat dimînin. Bavo telikê xwe ji ser xwe datîne bi hustûxwarî dikeve odeya midur. Midur bi wê tirkiya xwe ya sar û cemidî dike miremir. Bavo bi eniya ku xwîdan jê diniqute kol û poşman vedigere cem memûran. Memûr li gor kêfa xwe navek li nasnameya min dinivîsînin. Dilşêr tê tune kirin û navek bi tîpa "B" yê li min û nasnameyê tê danîn. Elîşêr jî vediguhere Alî.
Em komek heval li devê rê ji xwe re dilîzin. Jîpek leşkeriyê ji jêlîv tê û berbi Xirbêsor tere. Ji hevalan yek dibê: -Dilo... dibêm: - Wer nebê Dilo û Dilşêr yasax in yasax navê min êdî B.... e. Ji wê çaxî şûn ve xwedî sê navî me. Di nav malbatê û hevalan de bi piranî Dilo me. Kêm caran Dilşêr im û li dibistanê jî B... im.
15 Temmuz 2026 Çarşamba
Li Pey Heyatê: Here Tu Naçî.
24 Haziran 2026 Çarşamba
Ev resim ji ku nizilîn?
Aciz im. Acizî ji min û aciziya xwe aciz e. Ne acizî dizê, ne jî niyeta hişkê min heye ku bizê. Hişkê kotî dîsa newîranan dike. Bizrê bîzê min ji min û aciziyê dixele.
Dizanim heta gotinan li şirîtê ranexim, wê rehetî li canê min peyda nebe. Tiştê li şirîtê tê raxistin ez im, an gotinin wê jî nizanim. Kê çima û ji bo çi min ber bi raxistina gotinan ve dehf dide, wê jî nizanim. Gêrçî êdî zanîn û nezanînê jî ji hev dernaxim. Bûme weke gilokek rîsê li hev piçikî. Tehm di tiştek de nemaye.
19 Haziran 2026 Cuma
Ma Tu Neguheriyî
Rûtirşî li dîwanê rûniştî ye. Dûyê ji kozikan hilbûyî nahêle qoç û boçikên awiran lihev biqesidin. Sewta dilketiyê Esmera Şukrî li şevê diqelibe axîn û bişirînên di xewra çûyî ji xewnan hildibin.
17 Haziran 2026 Çarşamba
Miriyê Hêlikan
Mala em lê ne, qorek mêvan tên û qorek radibin. Ûfîn û kufîna Reso ye.
Piştî ku fatihe hat xwendin, Xêredîn li Reso vegeriya û got:
— Resê xêrê, dîsa firefira firnikê te ne?
Bi dengekî keribî, Reso li Xêredîn vegeriya û got:
— Xêr e xêr.
Xêredîn:
— Law, ça dipekînî nav çavê mera?
Reso:
— Pekandina çi? Halê çi? Xwedê ji te razî. De tu jî mêşê neke gamêş.
Xêredîn:
— Hecî heqet, bêhna te çima teng e?
EWRÊN SERHIŞK
Çil û pênc roj in ewran xwe daye ber royê û misqaleke tîrêja tavê narije ser axa Kurdîstanê. Tişta herî balkêş jî ev e; bi hatina êvarê re ewr vedikişin. Hîv tîrêjên xwe yên zîvîn ber dide ser rûyê zemîn. Axa qerisî bi tîrêjên zîvîn re diçilvile.”
Bi çavpêketina vê posta li ser X’ê re, min bi rêya têlefonê ber xwe da çend rûsipiyan. Wan jî ta di derziyê re derbas kirin.
Qedrî:
Got: “Ev gotina ‘ro yê xwe di pişt ewran de veşartiye’ derewek e qethî ye.” Bi gotina “çima” yê re devê tûrê xwe vekir. Got: “Wekî tu jî dizanî, di van salên dawî de her diçe barijge kêm dibe, bi tevî ku ewr li ezmanê me têra xwe hene, lê dîsa jî barê xwe narijînin.”
ÇAVDÊRÎ
Îro ji rojan 26’ê avrêl/nîsanê yekşem e. Seat li dor 2’yê piştî nîvroyê şiyar dibim. Bi taştêyek sivik tehma devê xwe xweş dikim. Bi şûşeyek çay û cixareyek re berê xwe didim şaneşînê. Tavek biharîn min pêşwazî dike. Xatûn bi paqijiyê re mijûl e. Dibê: “Dema derketî çopê biavêje.”
Xwe bi qestî lê nakim xwedî da ku hêrs bikim. Ji pakêta min cixareyek derdixe, tê li kêleka min diçikile. Cixarê dirêjî wê dikim. Bi cixareya min cixareya xwe pêdixe. Dibê: “Mîrata paqijiyê xilas nabe.” Dibişirim. Çend peyaman li WhatsAppê dibersivînim. Bi her bersivê re dibişirim.
Dibê: “Xêr e?”
Dibêm: “Qet.”
Bi ken dibê: “Îja devê te çima beş dike.” Dîsa dibişirim. Bêdeng radihijêm poşeta çopê. Li dû min bi ken dibê: “Eferim.”
KÎLOTÊ MOR
Komeke hezkiriyên helbestan her hefteyê bernameyeke helbestan gerandin. Kengê? Di dema koronayê de. Em wisa bêjin; Însan ew giyanwere ku dikare di her şert û mercî de adapteyî heyatê bibe. Di derba ewil a koronayê de, hîn însanan ji tirsa mirinê, rû bi rûmayîna bi tenêtî û rewşa îzoleyî re hiş avêtibin jî, yên mayî zû ketin dû çareyan da ku bi temamî ji nava heyata çalak venekişîn. Heyata rojane ya rû bi rû ciyê xwe ji qadên înternetê re hişt… Çalakî û civîn hêdî hêdî li qada medyaya sosyal berbelav bûn. Ser û guhê bernameyan li bin guhê hev ketin. Ev bernameya helbestan a me qal kir jî yek ji wan bû.
Di vê bernameyê de Elî jî hewil da çend rêzan li dû hev rêz bike. Elî ev bend xwendin:
“Çavên te hubra qelemê,
hêsirên te tîra li sînemê.
Na nebî ku tu bigirî,
hê gotinên me yên serkul hene,
hizna te kefenê min e.”
11 Şubat 2026 Çarşamba
Pisika Sorbelek
PISIKA SORBELEK
Şiliya dibarî, dara çinarê a li baxçe ji pelan dikir. Hizna demsalê di bin çirûskên lambeya kuçeyê de dihênijî. Bi daketina çilkên baranê re, peqik bi ava çal û kortan diket. Reşêleya ji refê xwe qetiyayî, di siya çengeyê camê de diricifî. Nalîna kemanê, çilkîna çilkên şiliyê û qirçe qirça êzîngên sobê salon dorpêç kiribûn. Çirûskên ji sobeya êzingan disûjîn, di nav salona ku bi ronahiyeke qels ronî dibû, ahengeke qehweyî pêk dianî. Qederek din şipyayî, di pacê re li derve mêze kir.
Lambeya ku ronihiyeke qels li salonê belav dikir, şûna xwe ji lambeya li ser sêpayê re hişt. Li ser qoltixa sêpa li kêlekê ye rûnişt. Ket temaşeya reqsa çûriskên sobê yên bi tariyê re direqisîn... Kitêba li ser sêpayê girt. Berçavkên xwe yên xwendinê li ser pozê xwe bicîkir...
6 Ocak 2026 Salı
Pêlên Lacîwerd
Behra ku ewran qumaşeke laciwerd jê re biriye, bi sewta kemanê re dilive. Hîva di pişt ewran de, carnan li ser pirtî diçilwile. Firçeya di dest de, li dor memikên ku gupikên wan qasî hebên nîskê ne diçe û tê. Bi çilvîna zîvînî re, zîpikên xwîdanê yên li dor gupikan dibiriqin. Arezûya ji tabloyê dişûje, qirikê lê ziwa dike. Ji şûşeya li ser sêpayê, çend dilopan di ser gewriya xwe de berdide. Bi şikestina tîna tîbûnê re dibişire. Xwe ji kirasê xwe yê saten dike. Bi rûgeşî li bedena ku li ser nivînan vezeliyayî mêze dike. Li rex bedena di xeweke kûr de ye vedizele. Rûyê xwe, di nava memikan de bi cî dike. Bêhna xwêdana sivik a bi ser bedenê ketî hildimije.








