Aciz im. Acizî ji min û aciziya xwe aciz e. Ne acizî dizê, ne jî niyeta hişkê min heye ku bizê. Hişkê kotî dîsa newîranan dike. Bizrê bîzê min ji min û aciziyê dixele.
Dizanim heta gotinan li şirîtê ranexim, wê rehetî li canê min peyda nebe. Tiştê li şirîtê tê raxistin ez im, an gotinin wê jî nizanim. Kê çima û ji bo çi min ber bi raxistina gotinan ve dehf dide, wê jî nizanim. Gêrçî êdî zanîn û nezanînê jî ji hev dernaxim. Bûme weke gilokek rîsê li hev piçikî. Tehm di tiştek de nemaye.
Kêzikeke bi deqên sor neqişî tê li ser destê min datîne. Di bin berçavkan re didim dû şopa wê. Bi herdû antênên di ser serê xwe re berî dide pirça li ser tilîka min a eşedê. Ew jî mîna herkesî rûyê xwe ji min ba dide. Bayê ew bi xwe re bir an wê bi firîna xwe re ba bir, nizanim.
Niha dengbêjek ji qebra reş û tarî serê xwe bilind bikira, wê bigota: “Wezê ji birîndarê mala bavê xwe re melhemek çêkim ji memikê qîzê” û kula xwe birêta. Nizanim çi xewliyê li ser xwe bikim. Xwe bavêm siya kijan biskê, kijan biskê ji xwe û biskê re bikim hêlîn da ku hişkê kotî dev ji min biqere.
Çend dilopên sor yên ji pelên çayê nizilîne dirijin îskanek. Viçinî bi çûkên çolê dikeve. Makêneya paqijiyê ya malek deng bi xwe dixe. Ava sor xwe di nav lêvan re berdide gewriya min a ku dûmana cixarê ew ji xwe re kiriye warxan. Tîna qiriktehliyê naşikê.
Ken û berkenînên derewîn yên di qutiyên dîjîtal de şax berdin jî her diçe siya miriyan û mirinê di mezelê nava min de dilîrîne.
Niza ev çi bawîşkin singê konê xwe di rûçikê min de kutane. Çav dikin perikê xwe kîp bikin. Kilama “Dêre Sorê” dev ji minê ku hay û baya wî ji govendê nîne naqere. Niha vî seriyê bûye hêwana “Dêre Sorê” li diwaran bixim ne neheqim. Xure xura zikê min e. Hişê kotî dîsa li dû kîjan fen û fûtê ye, nizanim. Çi eleqeya zeweşa di sarinc de û lêva jineke lêvsor bihev heye? Ev çito îşe? Ev resim ji ku nizilî?
Viziniya vizika ye li dor sorika cixareya min. Ez xwe dixurînim, îja çi agire ketiye qûna vê hîvê bûkanî ji xwe şiqitandiye? Hişkocan ketime bextê te bes laş li min bûye serrad. Bihêl ji xwe re binivim. Me têra xwe û heft bavê xwar û vexwar ji hevrûya vê heyata li me bûye hevrû. Bes heyrana serê te. Derî îşev li me dade qubano.
Na rîka xînzîr rabûye pêdarê. Heta avê di min û xwe de nekile nayê îmanê. De ranebe îmana kotî nede ser kevir û hûr hûrî neke. Belqitiyo ez û tu ji dilopek hilfirîn. Gelo kê sazûmana te saz kir? Ma gelo wexta tu hê dilopek bûyî haya te ji nihaya me hebû û te bi xwe ev hebûn kir bela serê me? Li hesabê te nayê ne? De xwe bide keriyê.
Bi çavên bûna gola xwînê li kar im. Qûntepikê tê mirçiniyê bi sûretê min û xwe ve dizeliqîne. Çer çavê wê bi golên çavê min dikevin bi wê pirqîniya xwe ya pincikî dibê: “Kê nîhaye çavên te?” Bi tobe me lema tehma devê xwe, wê û hişo bi çêran xweş nakim. Kêf li wan dibe kerafî. Bi bişîrîneke şîrîn tilîka ortê a destê xwe yê çepê rep dike. Mîna deryaya leylan bi rû ketî kêmaxan diçelqîne. Toz û tebara qutiya parfûmê li dû dimîne.
Wexta bêhna misk û embera biharin li firnikên min dibin mêvan hêdî hêdî ser xwe jî masê bilind dikim. Tîqîna Eyşo ye tiraneyan bi halê minê ku ne tu hale dike. Dimizicim. Bi mizicînê re destê xwe dirêjî şûşeya çend dilop daye aliyek dikim. Biken lê bi fen destê xwe li destikê min hechecok dixe. Tan û niçên wê re radibim ser xwe lê dişewişim. Dikeve bin milê min serkê minê bûye kewara mêşan dide bin ava kaniyê

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove