24 Aralık 2021 Cuma

MEŞ



Di nav nivînan de vedigevizim. Helbestên Edip Cansever jî nebûn hogir. Ji rojan în e herhal. Ketim serşoyê. Min û avê xwe şûşt. Bi niyeta belkî çîrokekê binivisînim ji mal derketim.








Qasî meşa nîvsaetek gihîştim bin darên palmiyeyan. Hewa ewrav e. Sê qaqlîbaz per û baskan diçirpînin. Guveguva bê û xuşexuşa pêlan e. Ne îşê aqilan e. Ji vê hewayê ne çîrok, çirçîrok jî dernayên.



Qutiya çopê ya li kêleka rûnişteka ku lê rûniştî me bala min dine ser xwe. Li ber qutiyê diçikilim. Guçê şalpeyek sor û spî li ba dibe. Dikim dest bidimê tirs pêjgarî min dibe.

Dimeşim...

Derpiyekî helesor ê bi dantêl, pênûsek şikestî, çend qutiyên kola û bîrayê yên vala, şûşeyên avê, paçê zarokan, goreyek rizyayî, patîkek bêxwedî...û kevirek di şiklê qelb de li ber çavê min dikevin. Xwarî kevir dibim... Bêhn bi ser deryayê dikeve.

21 Aralık 2021 Salı

NEŞÛŞTÎ







"Mijê kon daqurtandibûn. Min hew dît destek li ser dev û xinçer li qirika min e. Ez a teze bi hingila ketî, li hespê siwar kirim. Piştî rêya qonaxek em ji hespê peya bûn. Ji tirsan diricifîm. Simbêla xwe a hinekirî bada. Şimaqek avêt bin guhê min "ava reş" di çavê min de hat. Pişta min da zinar lingê xwe kuta erdê.

Ji ser gewdeyê min rabû. Xwe li hêsir û zarîna min nekir xwedî. Fîtik kuta. Çû ji heqiva li ser pişta hespê, taxima rû kurkirinê deranî. Çiçegên xwe kur kir. Taxima çekan li xwe kir. Li hespê siwar bû, ez avêtim terkiya xwe. Qamçî avêt nava hespê, hesp fizikî... Li nêzî konan rovî ji ber kevir rabû. Hesp veciniqî. Me xwe li erdê dî, piyê min stûyê wî şikest."

30 Kasım 2021 Salı

Romana Farûq beg


 
Me makyaja avahiya rizyayî dikir. Farûq Begê ku her wext bi AKP’ê tehma devê xwe xweş dikir, vê carê li ber kompîtorê bû. Ji ku hat bîra min nizanim lê min dixwest tehma devê xwe xweş bikim:



- Farûq beg tu çi dikî?

- Pîrtûkek dinivîsînim

- Çeşnê pirtûkê çi ye?

- Roman e.

- Hêvîdarim xwendina wê bibe para min jî.

Farûq Beg gotin li şirêtê raxist:

- Sal, meh… Kî dizane bê ka ev roman çi wextî biqede, melûm e, wext jê re lazim e…

Min di dilê xwe de go, zirto, bila metin bi destê min biketa, minê wekî qirêja "înşaat"ê qilêra te jî vedimalî lê...

17 Kasım 2021 Çarşamba

QUTİYA ÇOPÊ



Ji nava nivînan derket. Çû mitbaxê. Perdeya şevê da alî. Hêkek danî binê cewzeyê, av bera ser da. Demlig nîvî av kir. Hinek çay avêt binê demligê. Cewze û demlig li ser çaviyên tupê bi cî kir. Berî bikeve serşoyê binê demlig û cewzeyê pêxist.

Kincê xwe ji xwe kir. Di neynikê de ket temaşeya bedena xwe. Bişirî. Memikên xwe firikand... Bask bi lûfikê ketin. Tilî û pêçiyên bikef berî dan newaloka bigirûz, hilm bi avê ket... Heta bêhna bedena ku bûbû warê nalînan hat ber di bin avê de ma.

Ji bin avê derket. Bornoz li xwe pêça. Çû mitbaxê. Çaviya binê cewzeyê reş kir. Çay dem kir. Berî da odeya xwe.





Hêdî hêdî taştê xwar. Derê mitbexê girt pace vekir. Dîsa rûnişt. Cixareyek pêxist. Çavek li têlefona xwe gerand. Çend peyam bersivand.

Çû odeya xwe. Nivîn da hev. Soravk li lêvên xwe kir. Parfum reşand ser xwe. Çente avêt pişta xwe. Ji sarincê qutiyek şîr derxist di kisîkê di dest xwe de bi cî kir. Ji mal derket. Dev ji asansorê berda û ji nêrdewanan bilez xwe bera jêr da.

Derê texsiya xwe vekir. Komek pisîk li dorê civiyan. Ji kîsik sê tebaxên plastîk tije êmê pisîkan kir û danî ber koma pisîkan. Qutiya şîr derxist bera sê tebexên din da. Tûşkanî rûnişt, bi dor pişta pisikan firkand. Pisîk li dora wê, êm û erebê diçerixîn. Qederekê bi mistdana pisîkan re bilî bû. Ji çenteyê xwe selpak derxist, devê pisikan pak kir. Bermayî xist kîsikê naylon. Derê texsiyê girt. Bi kîsikê bermayiyan re hêdî hêdî ber bi qutiya çopê ve meşiya, derî rakir jor kîsik avêtê û bi gurminiyê re camên avahiyan hatin xwarê.








21 Ekim 2021 Perşembe

XEWN

  

Bi zerqa tavê re ji xew rabû. Rahişt misînê avê bi gotina bismillah re derê der vekir. Qederek çavê xwe li ser gund gerand. Li kuncikek rûnişt, derpê xwe heta ser çoka xwe ji xwe şiqitand, şirinî jê çû. Rahişt misînê kêleka xwe çend kulm av reşand cîhê şirikê. Rabû derpê xwe kişad jor. Xur bi şûna lastika doxina wê ket. Qora xwe xurand. Pêşên dêrî kişand bin xwe dîsa li ser çoka rûnişt çend kulm ji ava mayî avêt ser çavê xwe. Ser û çavê xwe bi pêşa dêrî zuha kir. Berê xwe da hundir.





Agir berda pêrxingê. Misînê mezin ê di êvar de tije av kiribû danî ser agir. Rahişt teşta nan û berê xwe da kewarê. Ji stûna ber kewarê bêjing ragirt hêdî hêdî paçê qulika kewarê derxist. Kulm bi kulm ard bera bêjingê da. Wexta êmîn bû têra xwe ard li bêjingê xistiye. Pîne dîsa xist qulika kewarê û berê xwe da ber pêrxîngê. Li ber pêrxingê cilek qetiyayî raxist. Rahişt misîn, hinek av berda nav teşta ard ,cihê xwe li ber teştê xweşkir û dest bi histrandina hevîr kir... Teşta hevîr nixumand.

Rabû ser xwe çay demkir. Demlik li kêleka misîn bi cî kir. Ji post hinek toraq bera tasek da. Berê xwe da tenekeya zeytûnan kulmek zeytûn kir sehenek tevî tasek şekir û du îskan danî ser sêniyek. Sênî danî ser cila ber pêrxîngê berê xwe da der... Piştî çêlek dotin golik berdan. Şîr danî malê dîsa vegeriya tewlê. Golik ji ber çêlekan girtin. Berê çêlakan da der. Li ber derî rahîşt herdu elban û çêlek ajotin. Wexta ji nav garanê vegeriya dît mêrê wê taştê xwariye. Dûyê cixareya kamaş mîna ewr xelek bi xelek ji nava lêv û firnikên mêrik berbî kulekê dikişiya. Bi helkîn herdu elb danîn. Li kêleka merê xwe rûnişt... Deng li mêrê xwe kir.

- Min çêlek tevli garanê kir. Îro tendûra me heye. Ez pêre nagihînim paşê golikan berde.

Mêrik bi bêhntengî wekî çêrî bavê wî kirine. Bi yek dengî go, "temam temam" û ji mal derket.

Jinikê rahişt qetek nan cût pêre jî ji xwe re çay tije kir. Çend qim li îskanê xist nexist rabû ser xwe. Makîneya şîr sazgar kir. Hem qulpê makînê badida hem ber xwe de hûr hûr distira. Piştî şîr li makînê xist, çend kozên agir ji pêrxîngê kir ser kostasiyê û berê xwe da tendûrê. Kozên êgir hêdî hêdî di hundirê tendûrê li ber qula kulfikê bi cî danî. Guniyek û hinek pûş danî ser agir û du sê teltên sergînan danî dorê. Bi derxistina pîneyê di kulfika tendûrê ra ba fizikî, agir yekser alaw girt û dû berê xwe da kulekê. Şîşa pehn a tendûrê danî ser devê tendûrê. Sitîla biçûk li ser şîş û devê tendûrê bi cih kir. Sîtil tije av kir û berê xwe nav malê...

Her du zarokên xwe ji xew rakir. Serê wan şûşt û kincên wan lêkir. Zarok yekser derketin der. Piştî arava serê zarokan li der rijand. Der û dorê tendûrê da hev. Cila qetyayî raxist. Teşta hevir berxwe ve kir anî. Textê girik li ser dikirin danî ser cilê. Hinek ard berda ser text. Tasek av, havlêk û refik girt û li ber text cihê xwe xweş kir. Bi havlêkê hundirê tendûrê ji tozê vemalişt... Her carê girikek li ser text pehn dikir piştre li ser destê xwe çep û rast digerand heta qasî dirêjbûn berahiya refikê bi şikil dikir hevir li ser destan direqisî. Yekcar hevir li refikê dirêj kir. Bi destê rastê rahişt refikê refik bi diwarê tendûrê ve danî... Zarok hatin mal bi tarifa diya xwe re ji xwe re hevrişk çekirin. Piştî xwarinê dîsa berî dan navgund. Êdî hevir li ber qedandinê bû. Mêrik di derî de ket hundir.

- Kerê wexta navrojê ye te qet tişt çênekiriye?

- Tu nabînî va ye li ber tendûrê me. Ka tu here odê ez patileyek çêkim ji me re. Mêrik bêdeng berê xwe da odê. Jinik ji cîhê xwe rabû. Ji post hinek toraqa hêşinbûyî kir tasek û berê xwe da aşxaneya tendûr tê de... Piştî tepsiya patîle tê de havêt binê tendûrê ji cihê xwe rabû. Bilez der û dor da hev. Legan danî. Kincê xwe ji xwe kir. Bi ava di sitîlê de mayî serê xwe şûşt. Bilez çekên xwe li xwe kir. Patîle ser û bin kir. Nanê xwe di teşta nan de bi cî kir... Rahişt siniya patîle li ser ber bi odê meşiya...

Bi dengê zengilê derî re ji xew şiyar bû. Hêdî hêdî ji cihê xwe rabû. Derî vekir. Bi ditina nêviya xwe a ji dibistanê dihat re keniya:

- Qîza kerê ma kilît ji bo çi bi te re ye? Nêviya wê bi tîqetîq keniya maçek diyarî sûretê wê kir û berê xwe da oda xwe. Piştî kincê xwe yên dibistanê guhert. Li ber pirka xwe çikilî.

- Babaanne annemle babam îşten gelene kadar bîr çay îçelîm mi?*

(Dayê berî bav û ciya min ji kar werin em çayek vexwin?*)

ESRA DERENG



Bi nasîna newayên zarokatiyê re wekî çaya esra dereng li "rihê" wî geriyabe beşişî. Rahîşt têlefonê rûpela xwe a facebookê vekir. Hêdî hêdî leq bi tiliyan ket. Nivisî, reşkir(dîsa) nivisî...

Di cihê xwe de bê lebat ma. Sermayê ew da ber singê xwe. Zinge zinga didanê wî makineya li ser dişuxulî bi bîra wî xist. Ji cihê xwe rabû pêgermok gerand. Dîsa xwe bi xwe axifî.





- Na bavo na van tiliyên bênamûs ji bilî şixulandina wê dêwa hesinî bi kêrî tu gûyî nayên. Xwe bi xwe xweş diaxifim. Xwe berdidim binê newalên kûr. Rê û dirban gelî û mesîlan xweş dinasim. Min di qirş û qalan nîhayo. Wey Xwedê tu nehiştê. Qey te li ber serê min nekira pile pil nedibû. Di ku de diçim kanî û avsarkên min nedîne tên gûyê xwe di nav hişê min de dikin. Kuro bi Xwedê te dîsa daye navê. Ez nedim nav wê kî bidiyê bavo. Weleh wî camêrî rast gotiye em nikarin qasî misqalek bi zimanê xwe bifikirin. Bajo berxê mino bajo. Çima nabêjî serê min ê kundir bi kêrî tiştek nayê.



Bi lez kincê xwe ji xwe kir. Berî da serşoyê. Bedena xwe da bin avê. Serê xwe ji bin avê kişand kefa xwe tije şampûan kir serê xwe mista. Hêdî hêdî kef bi çilkên ava şîd re li bedena wî belav bû. Piştî ji kefê xilas bû bi dengek bilind dest bi strina kilama "sê sê " kir...

Kincê xwe li xwe kir. Şikil da porê xwe. Parfûm li bin çeng û stûyê xwe reşand. Bi rêya Whatsappê ji koma hevalan re peyamek bi deng şand. Bersiv bi bayê bezê ji Nûrcanê hat:

- Lawê min em li Berçem kafeyê ne.

Ji mal derket. Berguhk xist qulika têlefonê. Serê berguhkên nermik di qulika guh de bi cih kir. Bi pêla deng re serî lê reqisî... Hew dît li ser masê rûniştiye. Tîqetîqa hevalên wî bû pê dikeniyan. Wexta bi halê wan û xwe warqilî bi çavên pirsiyar li çavên wan nêrî. Nurcê bi ken go berxiko heta ew qilêra di ber neynûkên te da bin wê qûnde jî nikaribin te "bixwin û bihelînin". Bi ken li Nûrcê vegeriya:

- Devxwarê qûndeyan nizanim lê girêza te min ditirsîne.

25 Eylül 2021 Cumartesi

NOSTALJÎ

 

Ji roja ku te bişirîna xwe ya dawî diyarî min kir vir ve ye nema tehemûlî zivistanan dikim. Çend saet man ro cihê xwe ji wê hejmara bêyom re bihêle. Wan çaxan şûr simbêlê kenê me nedibirî. Deng û dûyê cixareya Îsko yê sîmsar navçe li ber xwe dibir. Ber êvaran rê bi nameyên te dixemilîn. Xewn û xeyalên me bi zimanê dereke direqisîn.








Çilkên şiliyê li ser seramîkên şaneşînê dikin çinginî. Ba cilên li şirîtê raxistî dilivîne. Li vî yalî zeman şêlû diherike. Mebej zemên û reng. Li ku mêze dikî xemek xwe dide der. Dest diavêjî kijan guliyê boyax jê diniqute. Tîp hişk in, peyv bûne dûpişk. Hêvî loqeke di her gewriyê de. Qijik jî îro melûl in. Nizanim destxeta min hê li cem te ye? Niha xweş dizanim dema Şakiro dibê "bi îşareta destan" çima agir bi canê min
dikeve.

17 Eylül 2021 Cuma

FATÛRE




Li ber xanî kincê xwe ji berfê daweşand. Bi nêrdewanan ve hilkişiya. Fîzîniya bê li der ma. Derî bi mifteya xwe vekir. Bi vekirina derî re bêhna cixarê dilê wê rakir. Bilez pace vekirin. Ket mitbaxê dest bi haziriya taştê kir. Mêrik ji xew rabû bilez çû serşoyê... Berî da mitbaxê. Rojbaşî dan hev... Jinikê pace girtin. Kincê qilêr avêt cilşoyê. Deng bi saeta li ser dezgehê ket. Mêrik pariya di devê xwe de cût meşiya... Jinikê ji bo şîvê xwarin da ser. Qutiya sergo vala kir. Tûrê bermayiyan danî ber derî. Serê xwe şûşt. Porê xwe yê reştarî bi makînê ziha kir. Tişortek mor û şortek zer li xwe kir... Ji sarincê bîrayek derxist. Çû odeya xwe. Pirtûka li ser sêpayê girt. Li ser nivînan vezeliya çavên xwe kuta rûpelan...









Bi dengê mifteya derî re ji xew şiyar bû. Bilez rabû ser xwe. Lembe pêxist, çû mitbaxê, rastî mêrik hat. Bi hejîna seriyan merhebatî li hev kirin. Mêrikê ji hal ketî beşişî; şûşeya bîrayê girt çû li salonê rûnişt. TV vekir, ket temaşeyê. Jinikê xwarin germ kir. Xwarina xwe xwar. Kişiya odê, çekê xwe guhert... Çentê xwe girt. Çû nava salonê.

- Ez diçim kar...

- Yekşemê tu pilanên te hene?

- Çima?

- Mi go em taştê li der bixwin.

-Dibe

- Êvarê?

Çavên wê yên qehweyî çilvilîn. Lêva xwe gezt.

- Ger ez nekevim çekan şerab li min. Mêrik keniya

- Ka wer...

Jinikê biriyên xwe rakirin. Biken lê vegerand:

- Ji serê sibê re dihêlim.

Nîşe: berê li diyarname.com ê belavbûye.

12 Ağustos 2021 Perşembe

EYDî



Nedihat bîrê çextê ji warê xwe qetyabû. Morîka xewê kengê ketibû go. Di oda xwe ya ro nedidî da, ji xew qili bû. Çavê xwe li odê gerand, tişt jê neket sêrî. Serî jixweber ket ser balîfê. Bawişk hatinê, tena xwe kişand. Cixareyek pêxist ket dû xewna dîbû. Kir û nekir xewn nehat bîrê. Rahişt têlefonê, medya sosyal pîkol kir. Bi peyamên pîrozkirina cejnê re ciya wî ket bîrê. Bi lez têlefon danî. Çû serşoyê rûyê xwe kurr kir. Serê xwe şûşt. Îşlikekî spî û şalê kot li xwe kir. Gore kir pê. Ji malê derket, li kafeyekê rûnişt. Qehweyek tehl ji garson xwest. Rêşana têlefona xwe tevda. Bi zorê nimraeya têlefona diya xwe dît. Piştî sê caran têlefon naliya, diya wî vekir.






- Elo

- Merheba dayê. Qe tu çerre yî.

- Law te çer bi xwe re dî têlefon bikî. Rind im rind... çavê te radimûsim. Ka tu çerre yî?

- Ez baş im... Eydiya te bimbarek be dayê.

- Pirr Eydiyan bibînî. Lawo li van deran jî eydî nemaye. Ji xencî çend zarûyan, kes li eydiyê nagere. Gişk qurre bûne, qurre.

- Tişt nake dayê. Wê niha...

- Law têlefonê bigre, zarû hatin!.




Nîşe: Eydî ya we pîroz be.

https://diyarname.com/article.php?Idx=12642

POŞMANÎ



Li bin dara tûyê rûniştibûn. Cemîlo xwest avê ji ser galegala kar û bar bibire. Deng li xwediyê avahiya lê dişixulî kir.









- Kek Işık tu royê çend pakêt cixare dikişînî.

-Sê pakêt, lê tu?

-Pakêtek.

-Wê jî mekişîne. Gerçî şerm dikim ji kesî re bibêm mekişine. Heqê wan e ku bibên, hey serê kîrê min! ev gûyê tu dixwî çi ye.

Mixtar xwe piz kir goyê gotinê bada.

-Tu qet nezewicî ne?

Işikê por kiribû toraq çavê xwe li kuçeyê gerand, cixareya ku li ber xilasbûnê bû reş kir, cixareyek din pêxist, û li mixtar vegeriya.

- Ez xebitim, min xwar û vexwar, kîrê min radibû lê serê min ji ser maseyan ranedibû.

Nîşe: https://diyarname.com/article.php?Idx=12639

14 Temmuz 2021 Çarşamba

MIRÎ NAYÊN JIMARTIN







Li dor pakêtek straforê, li ser tûxleyan rûniştîbûn. Bêhna biharê dihat. Reşo li der û dora xwe mêze dikir. Niçe niça wî bû. Ji cîhê xwe rabû; hîn tûxle, mîxên bela wela û alav dan hev. Rûnişt. Bêdeng ma. Qero gotinên xwe sist kiribûn, hûr hûr dikola:

"Wê tarîx vê zilmê binivîsîne"

Reşo xwe ranegirt:

- Ez di tarîxê nim; ma tarîx miriyan dijmêre?




27 Haziran 2021 Pazar

Destên Leylayê







Ji ber pandemiyê em dîsa li hundir asê ne. Ji hoperlorên kompîtorê dengê Şakiro bilind dibe: ”… Ez dikim herim dîtina vê Sadiyayê. Ew çi kes e mala xwe xirab dike, ocaxê xwe kor dike, derê xwe bi heft kilîta mor dike, dibê sing û berê Sadiya xanimê reşe deq lê nayê...” Xwe li ber neynika serşokê dibinim. Ji bedena ku kumê xwe ji têkçûnê re xwar kiriye aciz dibim. Berî didim hiş û dil, deng ji wan jî biliye. Bi firçeya didanan heta xwîn bi devê min dikeve didanê xwe dişom. Avek şîrgerm li xwe dikim. Min hê çek li xwe nekiriye, lawikê biçûk li ber min diçikile. Soza min dayî bi bîra min dixe. Dikim bibêjim qedexe heye li der, ew bi kenê xwe min qaneh dike. Heta ew û birayê xwe xwe hazir dikin, berî didim medyaya sosyal. Serê bername û derçûna kitêbên nû li hev dikevin. Bi deng û kenê xwe yên şîrîn min ji wê hêwirzeyê xilas dikin.





Maskeyên me li ber dev û poz, em berî didin parka nêzî mal. Bê ku xerîbiyek li wan biqewime, bi nav zarokan dikevin. Cîhek bi sî ji xwe re dibînim. Çend wêneyên wan dikişînim. Çav li dû wa ye lê dîsa dikişim qalikê bêdengiyê. Bi zengilê têlefonê re ji halê xwe yê bêdengiyê difilitîm. Ji ber wefata bê wext a Sedatê ciwan hefteyeke piraniya malbat û lêziman li gund in. Piştî li hev pirsînê diya min halê zarokan dipirse. Bê ku bersiva wê bidim têlefonê qut dikim. Gazî zarokan dikim. Bi rêya Whatsapê bi dîmen deng lê dikim. Bi çav pêketana zarokan re, halê bi hezn ji ser endamên malbatê radibe. Wextek xweş bi hev re derbas dikin. Ji nişke ve av bi “fîsqiye”yên parkê dike. Zarokan têlefon avêt ser min û ber bi avê ve revîn. Sohbeta me bi xêra halê zarokan germ bû. Bi pirsîna dotmamê re zarok ketin bîra min. Min berê kamerayê zivirand û dîtina me dît zarok şil û pil bûne. Ez bi ser wan de qêriyam da ku xwe şil nekin. Dotmama ku mamoste ye go “bihêle bila xwe şil bikin, carek din zarokatî bi destê wan nakeve.”



Li vegerê lawikê biçûk bi destê min girt û xwe li qisedanê şidand. Bi herê, ê, hihi, min ew dibersivand. Di wê kêliyê de bi axîn sohbeta ku Leylayê tê de behsa destê xwe kiribû hat bîra min. “Destê min ji bo hezkirina zarokan afirîne lê…” Bi qêrîna lawik re bi ser xwe ve hatim. Tu nabê min destê wî şidandiye di wê kêliyê de. Bi çavên dikirin barê xwe daynin min li ber lawik çok da...

13 Haziran 2021 Pazar

Tizbiya bavê min









Qaso bi xwendina çend gotar û lêkonînan re berê xwe da gund.


Qapaxa misînê li ser sobê bi bilqên avê re bilind dibû û dadiket. Bi kêf kartola pijiyayî da ber kita.

Tasa dendikên zeytûnan kişand ber xwe. Serê sî û şeş dendikî da ber derbên êge yê heta kol bûn. Ma li benda sorbûna singê di nav êgir da. Bi baldarî dendik qul kirin. Rûn berda tawê, hebên qulkirî di nava rûn de qeland.





Qerwera zarokên cînaran berî wî da şibakeyê. Bi hewes ket temaşeya lîstika zarokan û daketina pileyên berfê! Pace vekirî hîşt.

Li ser mîndera mor rûnişt hem sitra hem bend di dendikan re derbas kir. Bi girê havêtina serê îmameyê re rahîşt wênekêşa xwe, derket der.

Nola di ayineke de be hêdî hêdî tîzbî li ser berfê bi cî danî. Hinek genim li dor tizbiyê reşand, ma li benda beytikan. Berî bi rêya WhatsAppê wêneyê bişîne bi pirqinî ev hevok lê kir;

Mehrûmê ka tizbiya bavo winda bûbû!







Nîşe: Berî blogê li malpera diyarname. com'ê weşiyaye.

Bav û Law






Royê tirêjên xwe bexşî esra dereng kiribû. Fincana qehweyê girt û berê xwe da şaneşînê. Dûyê cixarê û hilmûgulma qehwê tevlihev dibû. Berî derkeve şaneşînê nivîsek di derbarê teknolojiyê de xwendibû û carek din bi çavê serê xwe bûbû şahidê xweşî û nexweşiyên înternetê. Lê kurmê edetî destê wî dîsa bir bêrikê, têlefon deranî, çavek li têlefonê gerand, dîsa têlefon berda bêrika xwe. Ji aciziya dengên hawirdorê, pişta xwe da înşaatên van demên dawî wekî xilt ji bin erdê serî bilind dikirin. Sura bayê li singê wî xist. Ricif ket canê wî. Ji neçarî pişta xwe da tavê. Çavên wî li ser kalê dirfê Afxanî pêdiket aliqîn. Bêwarî û bindestiya xwe ji bîr kir. Kalê piştî dar şikandin agir bera binê semawerê da. Bi bilindbûna dû re ji ber çavan winda bû. Bavê xwe yê çendin sal in di binê axa sar de dinive bibîr anî. Nefesek kûr kişand ji cixareya xwe. Qewimînên hefteya borî ên li dibistana lawê wî wekî fîlmekî lê bûn mêvan.






























Dîsa cixareya wî di dest de di paş caxan re li pola lawê xwe dinêrî. Dayik û bavên zarokên pola yekem li benda derketina zarokên xwe bûn. Hêwirzeya wan dişibiya vinginiya mozan. Bi şingîniya zengilê re zarok ji hundir kişiyan baxçeyê. Dê û bav û zarok û mamoste li hewşa dibistanê rêzbûn... Bi destê xwe delaliyê malê dabû dibistana "zimanê" wî di nav pencê xwe de dihêre. Tîrên êşbar berî dan canê wî. Di xwe de keliya.

Gotina hevalek xwe bi bîr anî "Berî ... dest bi dibistanê bike. Min go bi destê ... bigrim berê xwe û wî bidim "greva birçîbûnê" Lê piştî fikirîm ez li ku siyaseta me li ku..."

Dengê sirûdê bilind bû, wî xwe topî serhev kir. Dengê tirkek li ber guh kir çinginî.

- Hela li vê mezatê mêzeke em û zarok çi şerpezekirine. Emrê Xweda li ku ma?

Bêdeng bişirî. Sirûd qediya ket hewşa dibistanê. Qederek di nav qelebelixê de çavê xwe li lawik gerand. Wexta kurê xwe dît bi ken çû cem. Destê xwe li serî da. Rahişt çenteyê lawik avêt milê xwe û meşiyan.Tirkiya lawik û kurmanciya bav kûçe dan ber xwe.

Nîşe: Berê li malpera www.
diyarnme.com'ê da weşiyaye. 

20 Nisan 2021 Salı

DENGBÊJ HUSEYNO

Dengbêjî edebiyata devkî a herî xweser ya miletê kurd e. Dengbêj pişta xwe dide axê, ji xweristê avaheyatê vedixwe. Dengê/melodî dengbêj ji dilê xwezayê dipijiqe. Di golgeniyan da hilnayê/napingire. Xuşînê bi deşt, newal, gelî û mesîlan dixe. Her ku li kevir û zinaran diqelibe xas dibe… Dibe quling li deşt û zozanan dixingîne. Bi per û baskê xwe ra peletê ewran "belav" dike. Di oxilmê giran da dibe sura sibê, xwîdana li eniya egîd û cindiya sar dike. Bi meşwerdegiyê ra agir li dilê xort/qiz, kal û pîran geş dike. Bi şîrqîna birûskan ra şax davêje. Di şevên tarî da li gel qendilê dibe tav, heyatê di ser şêniyê xwe da ro dike. Li eresa meydanê/dîwanê heta xwe nekuje/heyfa mexdûr û mêrxasan hilmede ranabe.