24 Aralık 2021 Cuma

MEŞ

Di nav nivînan de vedigevizim.  Helbestên Edip Cansever jî nebûn hogir. Ji rojan în e herhal. Ketim serşoyê. Min û avê xwe şûşt. Bi niyeta belkî çîrokekê binivisînim ji mal derketim. 



Qasî meşa nîvsaetek gihîştim bin darên palmiyeyan. Hewa ewrav e.  Sê qaqlîbaz per û baskan diçirpînin. Guveguva bê û xuşexuşa pêlan e. Ne îşê aqilan e. Ji vê hewayê ne çîrok, çirçîrok jî dernayên. 

Qutiya çopê ya li kêleka rûnişteka ku lê rûniştî me bala min dine ser xwe. Li ber qutiyê diçikilim. Guçê şalpeyek sor û spî li ba dibe. Dikim dest bidimê tirs pêjgarî min dibe. 

Dimeşim... 

Derpiyekî helesor ê bi dantêl, pênûsek şikestî, çend qutiyên kola û bîrayê yên vala, şûşeyên avê, paçê zarokan, goreyek rizyayî, patîkek bêxwedî...û kevirek  di şiklê qelb de li ber çavê min dikevin.  Xwarî kevir dibim... Bêhn bi ser deryayê dikeve.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove