18 Eylül 2026 Cuma

XEMLA Qehweyî

 


Mîna ewrê ku çendeke li hişê me kurdan rûniştiye, sik û sar im. Bi wê rûtirşiyê re berê xwe didim binê wê dara çendeke li bin rûdinim. Sura bê, rûyê min û gul û kulîlkên li ber xwe dane dialêse. Xemla qehweyî ya ji qirika Xelîl Xemgîn dipenge, rihê min û payizê disû. Ezmanê li bin rûniştî me, sayî ye. Cî bi cî ewrên dişibin şekirên pembo yên çîlspî li ezman rûniştîne. Çend zarok li parkê bi qarewar xwe kil dikin.


​Destên min xweber diçin têlefonê. Li X'ya Elon Musk dîsa dengê kesî naçe kesî. Kurd weke xûniyên heftbavê hev bin, bi hev ketine. Peyvên weke xayîn, xwefiroş, murîd, qatîl heta terorîst li bin guhê hev dikevin. Dewxa min diçe, lê dilê min naçe tiştekî. Cixare li ser cixarê sor dikim. Ji çentê xwe pirtûkek bo bixwînim dertînim, qelebalixa hiş û derdorê nahêle konsentreyî xwendinê bibim.

​Çentê xwe diavêjim pişta xwe û ber bi perê deryayê dimeşim. Bi her gavavêtinê re bîrdanka hiş şekirekê diavêje devê min.

​Ji deryayê zêde hez nekim jî, xuşîna pêlan hiş û dilê min aram dike. Bi wê aramiya re bîranînên di dema meşê de di ser min de dixurucin. Hiş bi bîra min dixe ku heta min edebiyata nivîskî ya kurmancî nas kiriye, min ji edebiyatê nefret kiriye. Loma bi vê dubendiya ku di nav de gewixîme, bêdeng dikenim.

​Hê ew ken li ser lêvên min in, çavê min li zinarê li perê avê dikeve. Ew zinarê ku bi zor pê ve hildikişiyam û min hewil dida bi xwendinên ji Dîwana Ehmed Huseynî re deryayê bi kurdî bimeyinim û peyvên kurdî bidim ber lêvên bê û  bi per û baskên qaqilbazan re li rûyê dinyayê bigerînim. Ji çentê xwe pirtûkekê dertînim, bi deng çend hevokan dixwînim; bi bîranîna nebûna Ehmed Huseynî re qirik li min ziha û lêv li hev kîp dibin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove