12 Aralık 2020 Cumartesi

Hin şaşiyên di nivîsa Sedat Ulugana da

 




Wexta min nivîsa Sedat Ulugana ya bi navê:

”Du hevalê Evdalê Zeynikê: Feqiyê Qizqapanê û Ferîkê Kor” di malpera “Xwebûn”ê* de xwend, wekî ku min zêrekî reşadî bi dest xistibe, di ber xwe de ji kêfan bişirîm. Lê bîra min a kor, mîna sîtila bilxur ji bin ve keliya, kêf li min kir kerrafî. Min rabû berê xwe da kitêba Ahmet Aras a bi navê “Şairê Kurda yê Efsanewî: Evdalê Zeynikê**. Pirtûka ku min sê caran xwendibû, min dîsa di ber çavan ra derbas kir. Di nava rûpelan da rastî agahiyeke bi wî rengî nehatim.

Ahmet Aras: ”Li gor gotina nebiye wî yê mezin Emerê Zeynikê, Evdal 110 sal emir kiriye. Bi gotina kurê nebiye wî H. Beşer, ewî 115 sal, bi gotina kurê nebiyê wî yê din Heyder jî ewî 105 sal emir kiriye. ….Evdal di serê 1800’î de hatiye dinê û di sala 1913’an da wefat kiriye.”

14 Temmuz 2020 Salı

WARÊ GOTIN Û MUZÎKA KURDÎ, DENGBÊJÎ

Hevpeyvîn: Dilşêr Bêwar
















Ez fambarî xwe bûme nebûme dengê dengbêjan di guhê min da dizinge. Bi taybetî jî sewta Şakiro.

Dengbêjî ji bo min ne tenê cureyekî muzîkê ye, "ava heyatê" bi xwe ye. Çawa ku wexta merû ji tîbûnan dikesire û rastî kaniyeke sar tê, devê xwe dike kaniyê jê vedixwe û zik li mirov dibe meşk lê hesta tîbûnê ji ser mirov ranabe, guhdarkirina min a li dengbêjan hesteke wiha bi mi ra çêdike...

Carna mîna zarokekî ku çavên wî çawa bi pêlîstokekê dikeve, ji kêfan lê tê ku bifire; wexta peyveke teze keşif dikim di nava dengê dengbêjan dikevim heman halî.

Carna bi dengbêj re digirîmû dikalim, li qada şer çav li min tarî dibin, bi wan re şer dikim... Piştî salan bi çavê serê xwe dibînim ku her tere zimanê min sade û sivik dibe, "peyvên naylonî yên birqok" ji xwe dikim, bal li min sivik dibe. Bi gotineke din li kok û asasê xwe vedigerim.



Dema cara ewil çavê min bi reklama “Antolojiya Dengbêjan Reso û Şakiro” ya ku ji alî Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn ve hatine amadekirin ket, mîna zarokekî ku şeva eydiyê xew bi çavan nakeve bi min hat. Ne bi dilekî, bi deh dilan mam li benda vebûna deriyên Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê. Bi vebûna deriyan ra min xwe li ber standa Weşanxaneya Nûbiharê dît...

Bi awayekî ji awayan, min bi sê nivîsên cuda yên ku di diyarname.com ê da weşiyan bal kişand ser her du antolojiyan. Lê her ku çû antolojî mîna xoya merû li agir bike bi canê min ketin. Xewa şevan dîsa li min herimî.

Li ser vê bi rêya medya sosyal, berî berî min xwe gihand Îbrahîm Şahîn û bi rêya Îbrahim jî xwe gihand Omer Guneş. Min xwest vê carê ne nivîs lê hevpeyvînekê ligel wan çêbikim. Mala her du xweşmêran ava, di nava kar û barên xwe yên zêde zêde da wexteke xweş ji min re terxan kirin.

Di hevpeyvîna ku li ber dest e de, min bi zanebûn hin pirsên wekî “Dengbêjî çi ye? Di çanda û folkrora kurdî de cihê dengbêjiyê li ku ye? û hwd. nekirin. Ji ber ku bersiva van pirsan û gelek pirsên dîtir di nava antolojiyan da heye, loma hewce nake em bikevin nava dubareyan. Hin pirsên edetî hene mirov bixwaze nexwaze bi wan ra rû bi rû dimîne. Min hewil da hin mijar, çîrok û hîkayetên di nava sohbeta me ya li ser têlefonê bala min kişandin de derxim pêş.










Çi bû sedem ku hûn bikevin dû berhevkirina kasetên dengbêjan û fikra amadekirina antolojiyan ji ku derket?

- Em bi deng û kilamên dengbêjan mezin bûn. Li malan, li gundan, di rê û dirban, di şahî û şînan de kilamên dengbêjan li ser zar û zimanan bû. Dengbêjî wekî terapiya civakî bû. Evîndaran hedûriya xwe bi kilamên dengbêjan dianîn, dilbikulan kul û keserên xwe bi kilamê dengbêjan dikewandin. Wekî efsane, behsa qehremanên ku di serhildana Simko, Azadî (Şêx Seîd), Agirî û yên din de cih girtibûn, dihat kirin. Trajedî, qehremanî, eşq û evîniyên ku bibûn kilam, di nava gel de her dem mijara sohbetan bû. Zaroktiya me di nava wê atmosferê de borî. Naveroka kilaman efsaneyên zarokatiya me bûn.

Sedema sereke ya lêgerîna me, pêwîstiya lêkolînên li ser dinyaya kurdî ye. Antolojiya Dengbêjan/dengbêjiyê mijareke derengmayî ye. Mirov bi hêsanî dikare bêje ku bingeha etnologî û Antropologiya Kurdî naveroka kilamên dengbêjiyê ye. Tu beş fenanî dengbêjiyê civaka kurdî baş temsîl nake. Me jî xwest ku em ji mijareke navendî dest pê bikin.

Bawer im di demeke nêz de wê Antolojiya Sêyem a Dengbêj Huseyno jî bigihîje ber destên xwendevanan. Bi tevî van her sê antolojiyan, wekî proje we amadekirina çend antolojiyan wekî hedef daye ber xwe?

- Belê rast e. Cîlda Antolojiyê ya sêyem a Dengbêj Huseyno qediya. Ew ê di demekî nêz de bê çap kirin. Çend cîldên pêş jî dê ji dengbêjên herêma Mêrdînê (Dengbêj Mehmûdê Hesî û Fadilê Kufragê) û ji ên herêma Amedê (Salihê Bênatî) pêk werin. Li ser hejmara cîldan me ji xwe re tu tixûbek diyar nekiriye, heta ku em bikaribin em ê berdewam bikin.

Gelo ev dengbêjî hew xweserî me ye? Yanî, li dinyayê dengbêjî çi ye, li kîjan ax û welatan heye, çi ferq di navbera ya me û yên dereke de hene?

- Di dîroka gelek welatan de muzîk û teksta nêzîkê dengbêjiyê hebûne lê belê nejiyane û roja îroyîn dengbêj û dengbêjî tenê li Kurdistanê hene. Dengbêjî muzîka kurdî ya herî xweser e. Ew qas xweser û bi bandor e ku gelek hunermendên ermen jî ji dengbêjiyê pir hez kirine û bi dengbêjî strane. Hozanên ermen wekî Zekeriya Batîsta, Gulê, Perê di demên xwe de dengbêjên navdar bûne.

Sermeselê, dengbêjiya ku li seranserî sînorê bakur û başûrê welêt, yanî ji Colemêrgê bigire heta ku xwe berdide Botanê û Behdînanê û dengbêjiya Serhedê ma gelo heman dengbêjî ye? Mînak, çi ferq di navbera payîzok an heyranokekê û kilameke Reso yan Şakiro da heye?

- Naveroka kilamên dengbêjiyê li her herêmên Kurdistanê yek e. Lê her herêmê, dengbêjî li gor civaka xwe saz kiriye. Edebiyateke bi sosyolojiyê re girêdayî ye. Lê deng û meqam li gorî sirûşt, avûhewayê û xwezayê diguhere. Wekî mînak ku em bidin, li Serhedê dengbêjî bi deng û awaz bilind e û li Mêrdînê nizm e. Honaka kilaman li Serhedê kin e, li Mêrdînê dirêj e.

Em dizanin hin dengbêjên mêr gelek kilam ji dengbêjên jin girtine/hîn bûne. Di nava dengbêjiyê da gelo mirov dikare kîjan taybetmendiyên dengbêjên jin derxe pêş?

- Dengbêjên jin pir afirîner in. Lê belê di esasiya xwe de jinên kurdan ên li gundan bi piranî xwedî potansiyelekê dengbêjiyê ne. Jin ji bo dengbêjiyê xizne û çavkanî ne. Hemî dengbêj ji vê xizneyê sûd werdigirin. Lewma jî di kilaman de vebêjerên kilaman jin in. Ne tenê kilamên evînîyê kilamên serhildanê jî li ser hest û nêrîna jinan têne honandin. Piştî trajediyan ên ku di nava kelekela hestan de dişewitin jî, yên ku li ber bayê trajediyê dikevin jî jin in. Dilên wan bîra hestên netebitî ne. Her ku bîr tije av dibe û bi ser ve diçe û helbestê diafirîne. Divê mirov hemû gotin û vegotinên jinên kurd ên salmezin tomar bikin.



Di antolojiyan da navê gundê Cemalvêrdî gelek derbas dibe, taybetmendiya gundê Cemalvêrdiyê çi ye di dengbêjiya Serhedê de?

- Cemalvêrdî di hêrama Intabê de li pala çiyayê Qertewîn, gundekî piçûk e. Tevahiya deşta Intabê li ber bergeha gund e. Erdnîgariya Cemalvêrdî wekî sahneyekê ye ji bo dengbêjiyê. Heger gund platform be, pişta platformê Çiyayê Qertewîn e, pêşberê sahneyê jî hemî Intab e. Li alî din jî Intab (herêma Dutaxê) ji aliyê Bakûrê Qertewînê ve di navbera herêma Milazgirê û Patnosê de ye, ango bi her awayê cîhekî stratejîk e. Bîhna çiya, û bîhna deştê di nava hev de ne. Şerê ku di kilama Axao (Şerê Cemalvêrdî) de derbas dibe, li Cemalvêrdî di navbera şervanên kurdan û milîsên dewletê de diqewime. Bi kurt û kurmancî erdnîgariyeke wisa ye ku ji dengbêjiyê re avzêmka bi qîmet e.

Evdalê Zeynikê, Bedîhê Çavşûşe û Şakiro her sê dengbêjên hoste jî ji wî gundî ne. Wekî tê zanîn Evdalê Zaynikê bi afirîneriya xwe, bi meqam û terzên xwe di edebiyata dengbêjiyê de li hemû deverên Kurdistanê bûye semboleke hevpar. Bedîhê Çavşûşe li wî gundî kilamên Evdal hîn bûye û li herêma Serhedê bi nav û deng bûye. Dengbêj Şakiro jî di piçûktiya xwe de bûye şagirtê Bedîh û bi terz û dengê xwe di nava kurdan de nav û deng daye.



Di sohbetên me de we bal kişandibû ser bandora dengbêj Reso ya li ser dengbêjan û malbatên wan. Bi kurtî ji kerema xwe re hûn dikarin behs bikin?

- Di gerên me yên li welat de, me ferq kir ku Reso bi dengbêjên herêman tevekan re danûstandinek çandî pêk aniye. Di destpêka dengbêjiya xwe de li dû kilaman geriyaye û ji dengbêjên hoste kilam hîn bûye. Di dema kamiliya dengbêjiya xwe de jî ji her dengbêjê hemtemen û paşîvan re rêz girtiye û ew hînê kilaman kiriye. Em dikarin bêjin ji Serhedê bigire heta Mêrdînê, Diyarbekirê, Batmanê, malbatên ku me serdaniya wan dikirin. her kesî dengbêjê xwe bi Reso re muqayese dikir. Ango ji bo wan Reso pîvana hostetiyê bû. Dîwana ku Reso tê de kilam gotiye, tevlêbûna wê dîwanê û pê re kilam gotin, ji bo dengbêjan û malbatên wan her tim bûye şanaziyek mezin.

Di pêvajoya berhevkirina kaset û lêkolînan de çi astengî derketin pêşiya we? Û tiştên hûn kêfxweş û xemgin kirine ger hebin çi ne?

- Em bi alîkarî û têkilêyên gelek heval û dostan li gelek gund, bajar û bajarokan geriyan. Em li malbatan dibûn mêvan û bi dengbêjên wê herêmê re me dîwana dengbêjiyê li dar dixistin. Gelek caran heta nîvê şevê berdewam dikirin. Tişta ku em pê herî dilşad bûn bêguman ew bû ku me di wan şevbihêrkan de rê û rêzanên dîwana dengbêjiyê didîtin û em dibûn hevparê wê kelecaniya dîwanê. Ji bo lêkolînên di warê dengbêjiyê de divê di dîwana dengbêjan de ev hest bên jiyîn. Her wiha gelek malbatan bi salan kasetên ku di bin erdê de, di qulê dîwaran de veşartibûn bi me re parve dikirin û em dihewandin. Helbet ev jî ji bo me moral û motîvasyoneke mezin bû.

Astengî bi çend awayî derdiket pêşiya me: Carinan em pê dihesin ku pispor û salixdanêrê mijarê demekê kin/berê wefat kiriye û li pey wî/wê tu tomarek, vîdeoyek, destnivîsek nemaye. Hemî zanînên wî/êw pê re çûne gorê. Astengiya din jî hin kes û malbat hene ku naxwazin kaset û qeydên li ba xwe bi tu kesî re parve bikin. Em gelek caran pê dihesin ku kaset û qeyd di sandoqan de riziyane. Hin caran jî ji ber tirsa qedexekirina li ser ziman û çanda kurdî gelek kaset û tomar bi salan veşartî mane û dawiyê de jî riziyane. Dengbêj Filîtê Axtepe du sal pêşiya wefata xwe di sala 1966’an de dengê xwe tomarê 4 kasetan dike. Ji wan sê kaset dirizin yek jê difilite. Astengiyek din jî koçberiya malbatên kurdan ji welatên xwe ber bi metropolên Tirkiyêye ve ye ku malbatên Kurdan ji hev pir belav bûne. Carinan mijarekê kurt gelek demên meriv digire.

Çi serhedî bin çi jî hin kesên ji herêmên dî bin, dibêjin em nikarin li dengbêjan guhdarî bikin û sewta dengbêjên Serhedê bi me hişk û sar tê. Gelo bi rastî jî mirov nikare li dengbêjan guhdarî bike? Rêbaza baştir fêmkirina ji dengbêjan heye, yan jî çi ye?

- Helbet xweşlêhatina meqam û awazan li gor mirovan diguhere. Lê her kesên ku bi kurdî bizanibe dikare li dengbêjan guhdarî bike. Ji bo ku mirov ji dengbêjan tahmekê werbigire divê mirov kurdî fêm bike. Lewra dengbêjî bi qasî ku melodî ye, ji wê zêdetir jî vegotina çîrokên evînî, dîrokî, trajedî û sirûştî ye. Honakek edebî ye û her wiha di çarçova mûzîkê de gotarek devkî ye. Ji bo wê yekê jî divê naveroka kilamê were fêmkirin.



Ji ber ku li ber destên me du antolojî hene ez loma wan esas digrim. Bi kurtî hûn dikarin behsa hin taybetiyên dengbêj Reso û Şakiro yên dibe haya me jê nebin bikin?

- Dengbêj Şakiro bi têra xwe tê naskirin lê analîza dengbêjî û kilamên wî hê nehatiye kirin. Bi qasî ku em bûn şahid, li seranserê Serhedê, Amedê, Êlihê, Sêrtê dibe ku dengbêjiya her dengbêjî were nîqaş kirin, lêbêlê dengbêjiya Reso nayê nîqaşkirin. Hemî dengbêjên dema Reso û paşîvanên wî ji isûl, metod, terz, û estetîka dengbêjiya Reso sûd wergirtine. Ji sûdwergirtinê jî wêdetir Reso ji bo wan qonaxeke nû ye. Her dengbêjê ku li Reso guhdarî kiriye, careke din li dengbêjiya xwe zivirîye û ji nû ve şîrove kiriye. Dengêj Huseyno ji vana yek e. Wekî mînak; Dengbêj Reso kilama “Tobedar im” ji Dengbêj H. Sîno fêr dibe, pişt re vê kilamê ji H. Sîno re bi şîroveya xwe distirê û şîroveya Reso gelek bandorê li H. Sîno dike. H. Sîno êdî vê kilamê tu caran nastirê, dixwaze ku ev kilam bi terza Reso belav bibe. Çîroka kilama Xemê jî bi vî rengê ye. Dengbêj Şakiro, piştî ku Reso baş nas dike, Dengbêj Reso wekî mamosteyê xwe û mamosteyê hemû dengbêjan îlan dike. Di encama lêkolînên xwe de em bi hêsanî dikarin bibêjin ku dengbêjiya Reso pîvan e, estetîk e, terz e, ûsil e, şîrove ye.

“dûz dabanê, ordî bozanê, soz yalanê, dîl bîlmezê, koprî geçmezê, qapî emelê" Gelo çima pêdivî pê dîtîn ku van gotinên dereke yên bi vî rengî li nav kilaman xin? Gelo piştî dengbêj li bajarên Tirkiyayê geriyan û bi demkî be jî lê ciwar bûn ev peyv ketin nav zimanên wan? Ger rast be gelo mirov dikare bibêje pişaftina ewil bi vî rengî pişkiya nava me?

- Di kilamên dengêjiyê de, gelek peyvên tirkî encama polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Lê hin peyv jî bi zanetî tê bikaranîn. Şakiro di kilama “Seraya Mamed Axa” de dibêje “…hespa meriv beza be, şûrê meriv birra be…”. Lê dema ku qala Siltan Evdilhemîd dike, dibêje “şûrê Evdilhemît keskîn e”. Di vir de naxwaze peyva “bira” bi kar bîne. Lewra peyva “keskîn” sembola celadiya dewleta Osmanî ye û hewce nabîne ku reseniya wê bikar bîne. Dîsa di hin kilamên din de jî bi zanetî peyvên tirkî, erebî û ermenkî ji bo hevdengiya peyvan wekî cihêrengiyekê bi kar anîne.


Çi kilamên min li ser înternetê peyda kirin, çi jî kilamên Îbrahîm ji min re şandin, qismek ji wan deqe û nivekê û hîn jî du deqeyan û hwd dikudînin. Wexta mirov li kasetan guhdarî dike mirov dibê qey kilam bi saetan diajon. Sedemên kinbûna van kilaman çi ne?

- Ji bilî destanan kilamên din ên dengbêjên Serhedê nîvekî sê-çar ferd in. Heman kilam li gor terza dengbêj bi lez an jî giran hatiye gotin. Ji ber ku qeyd hin caran ji ber teyîbên xerabe, giran hatine hildan, kilam kin dibin û sivik digerin. Dengbêjên Serhedê û Amedê çîrokên kilama, em dikarin bêjin bi nîvekî di nava sê-çar deqeyan de vedibêjin. Heman kilam li Mêrdînê li Colemergê digêhîje 10-12 deqeyan. Şayesandina bûyera ku dengbêj vedibêje, ji melodiyê zêdetirîn naveroka hîkayetê bi taybetmendiyên erdnîgariyê û lehengan, di xeyala mirov de zindî dibe. Bi vê navgîniyê kilam bi naveroka xwe di hişê mirov de cîhek fireh digire.

Em ji antolojiyan hîn dibin ku kilama “Şerê Selanîkê” û kilama “Seraya Memed Axa” aydî dengbêj Mistefa Xelê Heyran in. Gelo çima Qeymeqamê Qereyaziyê xwestiye dengbêj Mistefa Xelê Heyran sirgûn bike?

- Mistefa Xelê Heyran ji QazîCelala li ser navçeya Xuristînê ye. Dengbêjekî şair e û kilamên qehremaniyê zêdetirîn kilamê wî ne. Li ser lehengên serhildana Şêx Seid û Agiriyê gotiye. Sadiqê xwarziyê Dengbêj Reso diyar dike ku wî Mistefa Xelê Heyran li gundê Xelê, li ba Dengbêj Ferzê ditîye. Mistefa Xelê Heyran li wir tîne ziman ku sîxurê dewletê Xidoyê Sajlixê ji bo kilamên Serhildanê muxbîriya wî dike. Hêzên dewleta Tirk wî dîl digrin û 25 rojan dest bi kelemçe dişînin ba fermandarê Tirk. Li wir ji hêla fermandar ve tê darizandin. Jê tê pirsîn ku wî li ser serhildanan kilam gotine yan na. Ew jî rastiyê pesend dike û di bersîva xwe de dibêje “Ez şair im. Li ser her qewimandina ku dibînim û dibîhîzim kilaman dibêjim. Ku hûn sê saetan destûrê bidin min ez ê kilamek li ser şerê di navbera Tirk û Yewnan û Bulgaran de bisêwirînim û ji we re bibêjim. “ Sê saet şûnde wî derdixin pêşiya alaya esker. Mistefa Xelê Heyran li wir kilama “Şerê Selanîkê” bi tirkî dibêje. Ji ber vê sedemê azad dibe û destûrê digire ku dîsa vegere Xuristînê.


Em ji têbiniyên antolojiya Şakiro hîn dibin ku dengbêj "Xemê" hezkiriya dengbêj Siloyê Gulê bûye û kilama bi navê "Xemê" bi hev re çêkirine. Gelo çi bû bi vê evînê? Û Siloyê Gulê kilama “Bavê Ferxriya” ji kîjan herêmê anîye Serhedê?

- Siloyê Gulê di 1916’an de ji gundê Dignûge yê girêdayî navçeya Milazgirê koçberî Sîwêrekê dibe û demeke dirêj li wir dimîne. Dema ku me serdaniya mala wan li gundê Dignûgê kir, lawê wî Elbarî ji me re got ku Siloyê Gulê wexta ku li Sîwêrekê dimîne dil dikeve keçikeke bi navê Xemê. Siloyê Gulê û Xemê gelek stranan li ser evîna xwe distirên. Lê rojekê dixwazin kilamek gelek xweş biafirînin ku evîna wan li her herêmê belav bibe. Bi vê mebestê bi hev re kilama “Xemê” çêdikin û miqam didinê. Di dawiyê de miradê wan naçe serî û malbata Xemê, wê bi yekî din re dizewicînin. Siloyê Gulê jî piştî zewaca Xemê li wir natebite û vedigere Serhedê, gundê xwe Dignûgê. Bi dilekî evîndar û bêmiraz kilama Xemê li Milazgirê distirê, bi dengê wî re kilam belav dibe û dengbêjên din ji wî hildidin. Lê piştî ku Reso vê kilamê jê fêr dibe bi desteka Siloyê Gulê jî êdî ev kilam bi terza Reso li her cihê belav dibe. Dengbêj Reso, Şakiro, Huseyno, Zahiro û hin dengbêjên din xemleke cihê dane vê kilamê û her yekî bi terzê xwe vegotine.

Di nav têbinîyên kilama “Sidîqê Delalî” de tê gotin ku wexta Sidîq û Ezedîn tên kuştin Gulnaz xanim (diya Sidîq) di hewşa qereqola Mûşê de lingê xwe li serên jêkirî ên Sidîq û Ezedîn dixe û dibêje, “Berxê nêr ji bo kêr e”. Ji kerema xwe re hinek bi berfirehî hûn dikarin behsa vê trajediyê bikin?

- Gulnaz Xanim ji eşîra Xwêytî xwîşka Mûsa Begê Xwêytî ye. Ji eşîra Hesenan bi Faris re zewiciye. Gulnaz Xanim di sala 1927’an de tevî lawê xwe Sidîq (Sidîqê Delalî) û birayê xwe Ezedîn tev li serhildana Agiriyê dibin. Di demeke kin de hêzên dewleta Tirk wê dîl digrin û davêjin girtîgeha Mûşê. Hêzên dewletê di şerê Xilûkê de lawê wê Sidîq, birayê wê Ezedîn şehîd dixin. Serê Sidîq, Ezedîn û hevalek wan jê dikin tînin li Mûşê, di hewşa qereqolekê de datînin û gazî Gulnaz Xanimê dikin. Gulnaz Xanim, destê wê li paş pişta wê, dikeve hewşê û bi pozikê lingê xwe li serên jêkirî yê Sidîq û Ezedîn dixe û dibêje; “Ev lawê min e û ev jî birayê min e. Berxê nêr ji bo kêr e.” Vedigere ser serê jêkirî yê şervanê din û bi destê xwe çavê wî digre û dibêje; “Ji vî xortê re heyf bû, ev şervanê wan bû.’’

“Mirûdên kilaman” ji kê re tê gotin û ev li pey çi ne?

- Hin mirov hene ku dema dengbêj kilaman distirê, hemî hestên wan der dibin, li xetayên xwe mikur tên, eş û elem, derd û xemgîniyên xwe li ber kilamên dengbêjan dikewînin. Yanê terapî dibin. Li ber melodî û naveroka kilamên dengbêjiyê gelek kes xwe di mêzînê re derbas dikin û ji nû ve motîveyî tiştan dibin. Di kasetên dengbêjan de gelek sehneyên motîvebûnê, terapiyê û lixwemikurbûnê hene. Heger bikaranîna têgeha “mirûdên kilaman” di cîh de be, ji bo van kesan e.

Gelo ji bilî antolojiyan çe xebat hene li ber destê we?

- Li ser wêjeyê û hin naverokên kilamên dengbêjiyê xebatên me hene. Di demên pêş de dê berhemdar be.

Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de (2018) Antolojiya Dengbêjan ji bo xwendevanan îmze kirin û rastî eleqeyeke baş hatin. Antolojî çapên nû kirin.

Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn ji bo amadekirina antolojiyan gund bi gund geriyan, bajar bi bajar geriyan.

***
Têbiniya Diyarnameyê: Ji bilî destûra fermî ya Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş bikaranîna fotoyên di nav vê hevpeyvînê de qedexe ye







Nîşe: Ev hevpeyvin berê li diyarnamê weşiyaye.

18 Mayıs 2020 Pazartesi

TUCMAC


Di sala 95’an de min di “Lîseya Erzeromê” de dixwend. Li mala xwendevanan (ogrencî yurdu) dimam. Xwediyê yûrdê leskerek teqawîtî bû. Bi dîsîplîna leşkerî mal bi rê ve dibir. Mirov ji lezeta xwarinan xilas nedibû. Her şemiyê roja “mantiyê” bû. Mantî ji alî şiklî ve jî nedişibiya ya îro em dixwin. Du sê şev berê ez û dotmama min û xanimê rûniştîbûn. Me sohbet dikir. Min qala wê mantiyê kir. Bi tarîfkirina min re xanimê go, “Ew ne mantî ye, tucmac e. Çêkirina wê jî rehet e. Ezê rojek ji me re çêkim.” 

Ji ber koronayê malûm em di mal de asê ne. Du saet berî fitarê min mesele dîsa vekir. Xanimê xwe da naziyan deh bahane rêz kirin. Axir min kiribû serê xwe diviya tucmac îşev li ser sifreya fitarê ba. Di dawiyê de ez bi ser ketim. 

Melzeme:

Ard, du hêk, xwê, goştê kutayî (qîme) du sê bacanên sor, du sê îsotê teze, pîvazek, îsota reş, pûl biber, rûn, mast, sîr. 

15 Mayıs 2020 Cuma

JI AŞ Û BAJÊR


Tav şîrîn bûye. Hulm û gulm ji erdê radibe. Bihar dike destmala xwe ya rengîn bihejîne. Bavê min ê ku dozdeh sal in derbasî mekanê xwe yê esasî bûye li ber çavê min bi gewde dibe. Hêdîka li ciyê cî rûdinim. Birrek di destan da li dor daran diçe tê. Şaxê darekê di çavê xwe ra dike. Hêdî hêdî wê şaxê dibirre. Li binê darê tûşkanî rûdine. Dest diavêje bêrika xwe. Mesat û kêrê ji cêva xwe dertîne. Kêra xwe disû. Mesatê datîne, tiliya xwe li devê kêrê digerîne. Wexta ku kêr serê çend mûyên pişta destê wî dide ber lêva xwe, bavê min ji karê xwe qayil, dibişire. Pişta xwe dide darê bi çarmêrkî cî li xwe xweş dike. Dema pûrkirina ço xilas dike, telikên xwe datîne xûdana eniya xwe pak dike... Ji cihê xwe radibe tere perçeyek cam ji qula diwar dertîne û dîsa tê li cihê xwe rûdine. Ne tîna tavê, ne jî vîçevîça çûçikên çolê li ser bala wî ne. Cama di dêst de bi ûsil li dor ço digere. Wexta sîqalkirinê xelas dike camê datîne, bi kêrê dest bi kêrtkirina ço dike.

4 Mayıs 2020 Pazartesi

ŞEVBÊRKA SIYEHMED



Çokek du çok berf li erdê bû. Bi ketina berfê re eyan bû wê çokek din lê zêde bibe. Cimaeta taxa jor wekî her car li mala Apê Hecîbaba li hev rûniştibûn. Hulmugulma ava misînê li ser sobê tevli dûyê cixarê dibû. Kal û navsere li alî jorê odê pişta xwe kutabûn balîfan li ser mînderan cî li xwe xweş kiribûn. Xortan jî li binya wan qor temam dikirin. Bi kişandina cixare û "xwarina" çayê re qise li qiseyê zêde dibû.




Qatek du qat ji şevê bihurîbû wexta Sîyehmed û hevalên xwe ketin odê. Xortên hazir cî ji yên hatî re vekirin. Bi destûra mezinan re ji ser çokên xwe rabûn cî li xwe xweş kirin. Sîyehmed teze çend roj bû ji Stembolê vegeriya bû. Piştî silav û li hev pirsînê hîn mezinan pirsa lêzimên xwe dikirin. Sîyehmed jî dibersivand.

Emrê Sîyehmed li dor sî bû. Kesek rûken û bihenek bû. Di qisedan û henekan da çil pehîn li qûna şeytan xisti bû. Ji bo milet bide kenandin dikaribû ava çil çemî bigihîne hev û çil kaniyan biçikîne. Her kesî xweş bi xuy û xisletê wî dizanî.

Sîyehmed:

- "Du ro berî ez bidim rê ji bo ser û guhê xwe bikim çûm Buyukçekmeceyê. Di çarşiyê de digeriyam. Min dî qizikek pênc şeş salî li wî alî û wî alî ve diçû-dihat û digiriya. Ez çûm cem mi go tu çima digirî go:

- Mi dê û bavê xwe winda kirin...

- Neyse min bi destê qîzikê girt, em berjêr û berjor bi nava çarşiyê ketin. Neh deh deqe çûbû neçûbû jîpek terikî li ber me sekinî. Jinikê bi qêrin xwe avêt hembêza qîzikê. Ne jin qey te digo horiyek cinetê ye. Merûya qimîş nedikir lê mêze bikira. Mêrik jî ji ereba xwe pêya bû çû çavê qîza xwe ramûsa. Dûra hay jê çêbûn ez li wir im. Mêrik destê xwe dirêjî min kir. Min bi dest negirt. Bi dengek bilind mi pekand ser...

Ez zêde serê we neêşînim. Di ser min de bûn xwîn gotin îlem îşev tu mêvanê me yî. Deng ji cimaetê bilyaye. Yekî go:

- Halê maqûlan başqe ye...

Em li erebeya wan sarbûn du sê deqe di ser re derbas nebû li ber derê vîlayek sekinî. Vîla nebû qey te digo sera ye. Jinikê qîza xwe hembêz kir çû ket hundir. Mêrik da pêşiya min em derbasî terasê bû. Jinika xizmetçî hat li ber me çikilî. Li ser pirsa mêrik min qehwe, mêrik jî bîra xwest.

Jinikê qîza xwe kiribû xew. Çekê li ser xwe guherî bû. Bi rûniştina jinikê re berdestiyê sifre li ber me raxist. Çi li ser sifrê tune bû. Meriya qimîş nedikir lê mêze bikira.

Piştî sifre rabû mêrik ji me hersiyan re qehwe ji berdestiyê xwest. Me qehweya xwe vexwar. Jinikê û mêrik dan pêşiya min berê serşok ravî min dan, dûre odeya ez lê rakevim. Mi malavayî li wan kir. Ew ji ber çavan winda bûn. Ez jî ketim oda xwe. Şewla lambeyên der ode ronî dikir. Lema min lambe pênexistin. Mi qederek çavê xwe li odê gerand. Du qoltixên biçûk û sehpayek li ber camê bûn. Li diwarek hin resim û tişt mistên din darda kiribûn. Li binya wan ji nivîn bi ci kiribûn... Bi dengê derî re ez ji sêra odê hatim xwarê. Jinikê çekê şevê li xwe kiribûn. Surahiyek biçûk û bardaxek li ser tepsiyek li ser dest ket hundir. Tepsî tanî ber serê min. Qata eşofmanê li ser pîyê wê bûn danî ser nivînan. Şevxweşî da min û çû. Mi eşofman li xwe kir û ketim nav ciyan.

Çiqas ketim xew nizam. Bê edebî tê tu nabê destavê zor daye min. Ez rabûm ser xwe li ser nivînan rûniştim. Mi lingek xwe di şimikê re kir ji bo şimika din bibînim serê xwe dirêjî bin ranzê kir. Ditîna min dî kesek kefen kirî bin nivînan da ye. Mi ji tirsa mîz di xwe da berda. Teyî te dî deriyê odeyên şeheran bi cam in. Dîtina mi dî reşek li ber derî xwe telandiye. Bi diqet ez çûm di paş derî de rûnistim. Mêrik balteyek di desta hêdika derî vekir çû ber nivînên min. Ez rabûm ser xwe heta di min da hebû mi pehînek avêt devê qûna wî. Du sê kesan bi coş gotin:

- Ê

Siyehmed bê ku mû ji rûyê wî bilqe go:

- Qilî ser xwe bûm xew e."

04.052020
Nîşe: ev nivîs di diyarname.com ê da weşiyaye.

3 Mayıs 2020 Pazar

Di kilamên Şakiro da meseleya “KU”yê






Berî rocî li me bibe mêvan, çextê dilê min bixwesta ez ji xwe re diketim xewê û şiyar dibûm. Bi hatina rociyê ra pergala min a têra xwe tiral xeratir bû. Heta destê sibê êdî bi pera jî be xew bi çavê min nakeve. Roya min bi bedeneke qerimî û bêxew dest pê dike...
Min fitara xwe vekir û li ber semawerê rûniştim. Îskan li ser îskanê çayê diqulipînim. Heqê we heye hûn bibêjin ji me re çi tu çi dikî, kerem ke kula xwe birêje. A baş ew e ez bibêjim ev der dengê Dilo ye. Diloyê ciya xwe xeber dide.
Berî şevek du şevan Sevîlay İşikê twîtek li twitterê belav kir:
"Niha di nava kilamên Şakiro da li "ku" yê digerim. Kilama sisêyan e guhdar dikim, hîn rast lê nehatim."




Gengeşiyên bi vî rengî zûde ye hene. Hin kes dibêjin di zimanê kurdî de “ku” tune ne. Hin derdor dibêjin kurdan ji firansizan girtiye. Hin dibêjin Celadet Alî Bedirxan bi nivisê re "ku" kiriye bela serê kurdan. Hin dibêjin di çanda devkî de tune. Hela hela di devoka Serhedê û dengbêjiyê qet tune. Nûdem Hezex hewil da romanek bê ku binivîsîne. Nivîsî jî, lê li du ciyan wî jî ku şixulandiye û kumik daye ser, ango ku bûye "kû".
Min jî mîna wan kesên ku bêyî lêbikolin ji xwe razî ne, ev hevok li binê twita Sevîlayê nivisî:
"boş û beleş megere, belkî yek an dudan de hebe ew jî kijane niza’m. Rojek rast hatim ez ê xeberê bidim te. "
Min pişt re cila ezberan ji ser xwe havêt. Lê pirs hê jî bê bersiv bû…
Destê sibê berî çavan bidim ser hev, min "ANTOLOJIYA DENGBÊJAN 2, DENGBÊJ ŞAKIRO" ji binê balgîfa ber serê xwe deranî û rastgele rûpelek vekir. Bilez min çav li rûpêlê gerand. Dîtina ku min dît "ku"yekê cî li xwe xweş kiriye. West û bêxewî revarev revîn. Min qelem girt dest û rûpel li pey hev çerixandin heta gihîştim navê kilam/destanê. Navê kilam/destana me "KEJA MÎRÊ PALO Û SALIHÊ KURÊ MÎRÊ BERÊZ" e. Kilam/destan 27 rûpel e. Di ANTOLOJÎyê de kilama herî dirêj e ya Şakiro dikakîne ev kilam e. Min di nava kilam/destanê da 35 “ku” jimartin. Bawer im ev tekane kilam e ku Şakiro “ku” yan dişuxulîne. Şakiro kêm zêde hevokên bi heman rengî bê “ku” gelek xebitandiye. Gelo ev “ku” wê bikaribin bibin bersiv bo Sevîlayê û kesên din, niza’m.
Çend mînak ji “ku” yan:
"Dema ku peya dike dilezîne. Pîrê dema ku ji malê derdikeve. Dema ku vê sibengê çavê cariya li rê dimîne. Eger ku mêrkî çê ye bira bi xwe were."
ANTOLOJIYA DENGBÊJAN bi keda Omer Guneş û Îbrahim Şahin îro li ber destê me ye. Bi rêya facebookê min xwe gihand Îbrahim û mala wî hezar carî ava ku kilam/destan bi awayê deng ji min re şandin. Piştî çil salî guhdarkirina vê kilamê bû nesîbê min mala Xwedê û Îbrahim ava. Hêvîdar im em ê di demek kin de bikaribin li ser platformên dijîtal xwe bigihînin vê kilamê û yên din jî...
Bawer im min îcar çend dîlim ji Şîraniya "Rewanî"yê heq kir. Heta "xeber”ek din biminin di nava xweşiyê da.




Antolojiya Dengbêjan a ku Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn amade kiriye ji Weşanên Nûbiharê derketiye.

01.05. 2020



Nîşe: Ev nivîs berê di diyarname. com ê da weşiyaye

19 Nisan 2020 Pazar

Emê kon li darxin


Koronayê derî di ser me da kûp kiriye. Ji rojan şemî ye. Tav diqijile li Stenbolê. Xwedê zane niha çi xûşe xûşek xweş bi peravan ketî ye. Di navbera ode, mitbex, şaneşîn û medya sosyal de pêgermokê digerînim. Wekî her carî piştî nîvroyê şaneşînê dişom. Xaliyê li şaneşînê radixim, mînderan lê rast dikim. Vê carê qewimînek din rû dide. Lawê min ê mezin (deh salî ye) û birayê wî çarşevê tînin, dibên “emê kon li darxin”. Tevlî karê wan nabim. Diya wan tê şaneşînê  eferimek bexşî wan dike.

Di rojên koronayê da diyalogek li ser têlefonê


- Qe çer dikî?
- Li ber rehma koronayê me. Çi bikim di mal da me. Qe tu çere yî?
- Rind im. Law korona morona derew e. Ev saw zûda di nava milet da heye.
- Ça derew e? Ma te nediye însan ça dimirin?
- Ev giş pîşkên kapîtalizmê ne. Law îş û kar tune wê însan ji biriçinan bimirin. Milet wê bikeve qirika hev. Tu mêzeke sibê dusibe wê jin û mêr hev berdin. Teze were sêrê.


- Îja em çi xweliyê li serê xwe bikin axayê min. Siyasetçî tu yî, hebe tune be reçete li cem we ye?
- Wele ji dewletê re lê hatiye. Wê heftê xwe li ser me bikin heşta helandî.
- Law ca devê xwe ji xêrê re veke. Ka tu di mal de çi dikî?
- Kes dernakeve derva. Ez jî mejbûrî di mal de me. Hustiyê min diêşe.
Bi ken dibêm:
- Qey koronayê li hustiyê te xistiye?
Bi tiqetîq dibê:
- Na law ji ber xwendinê ye. Mirata fitiqê xwe li hustiyê min xistiye. Îjar van roja di ser kitêban da piriya xar dibim pir diêşe.
- Ê tu jî xwe di ser kitêban da xwe xwar meke. Vezele bixwîne.
- Ma qey ez soytarî me law? Xwendina li ser nivînan û veketî şixulê soytariyan e. Nabe merû vezele û kitêba bixwîne. Li hember kitêbê û nivîskar dibe bêhurmetî. Heta kitêbek dinivîsînin çermê eniya nivîskaran diqete.
Bi ken dibêm:
- Ma ez soytarî me?
- Ma tu vezelandî dixwînî?
- Erê.
Bi ken dibê:
- Heşa. Lê li ser masê nebe ez nikarim bixwînim. Xwe sûcdar hîs dikim wekî din.
- De here lo te jî nivîskar li ser me kirin Îsa û Mûsa.
- Îja çikê wan ji Îsa û Mûsa kêmtir e?
- Ez çi zanim here ji meleyan bipirse.
Dibe tiqetiqa wî, dibê:
- Îşê min jî bi meleyan neketiye. Loma di ser te de dibarim.
- Ez qurban here cila xwe li cîkî din raxe. Min heta wê derê nexwendiye.
- Nereve. Çer hebe kar jî tune. Dev ji meseleya Îsa û Mûsa bernadim.
- Kuro nivîskar jî wekî te însan in. Heta kesên herî bi problem in.
- Çer bi problem?
- Ma te bi xwe nego heta pirtûkek dinivisînin çermê eniya wan diqete?
Bi ken dibê:
- Ê
- Ê û kul. Ji heyatê direvin. Di dinya deng û rengan de dijîn. Ji bo hevokek an peyvek şev û rojan li xwe diherimînin. Dikevin depresiyonê. Gerçî kesî nediye ji depresiyonê jî derketine.
Bi ken dibê:
- Dibên piraniya nivîskaran pîskopat û sapix in. Gelo raste?
- Ez çi zanim. Here ji wan bipirse.
- Wele wer dibên. De neyse ez xatir bixwazim hê bûkê dest nekiriye qirika te.

26.03.2020 diyarname. com

10 Şubat 2020 Pazartesi

Rûniştîman û Tendûrek






“Rûniştiman” navê berhema Celadet Alî Bedirxan e. Weşanên Avestayê ev berhem ji nivîsên Celadet Alî Bedirxan yên di kovarên bi navê “Hawar” û “Ronahî”yê de derketine hilçinandiye. Di destpêka kitêbê de Celadet Alî Bedirxan bi bîraninek me ji serboriya nivîsîna nivîsên coxrafik agahdar dike. Rojek ji rojan keça Celadet Sînemxan jê dipirse gelo di kovara Hawar û Ronahiyê da nivîsên coxrafik hene an na? Piştî israra Sînemxanê Celadet ji neçarî zend û bendan badide, 43 nivîsên coxrafîk dinivîsîne û ev nivîs îro wekî berhem li ber destên me ye. Li vir tişta balê dikişîne bi qasî hêjabûna van nivîsan cidiyeta Celadet Alî Bedirxan a rewşenbîriye.



"Erdê Sîcilyayê erdekî bi nan e; nemaze erdên dora tendûreka Êtnayê..." Wexta min ev hevok xwend yekser çiyayê Tendûrekê hat bîra min. Min hevok dîsa xwend gava jê êmin bûm di wateya "Volkan"ê de peyva tendûrek bikar tîne çavên min biriqîn...



Min rabû bi rêya têlefonê deng li romanûs û rewşenbîrê kurd Cihan roj kir. Piştî sohbetek dûdirêj Roj got: “Niha ne li mal im. Heta hefteyek din ez nikarim xwe bigihînim tu agahiyan. Peyvek balkêş e. Gelo Celadet bi xwe çêkiriye an na ez nizanim. Loma jî divê meriv koka peyvê bikole. Çiyayê Tendûrek "volkanike" lê ji kengê ev nav girtiye nizanim... Tu bikeve dû vê peyvê lêbikole...”
Li ser pêşniyara Roj mi bi rêya têlefonê deng li çend kesên dîtir jî kir lê tiştek berbiçav neket destê min. Bi rêya google li peyva tendûrekê geriyam. Di rûpela Saziya Zimanê Tirk (TDK) de ferhenga berhekirinê a devoka zimanê Tirkiyayê de wiha tê gotin: "Yanardag agzi" devê çiyayê volkanik. Ji bilî vê agahiyê tu tişt ji ferhengên ditîr yên TKD’ê derneketin.
Min rabû li Twiter û facebookê ev hevok parkirin.
"Gelo navê çiyayê TENDÛREK'ê ji ku tê? Tendûrek tê çi wateyê? Tendûrek bi kîjan zimanî ye? Ji kerema xwe re fikrên xwe binivîsînin." Heta vê gavê fikrek ji pirsên min re bibe bersiv derneketiye.
Piştre min li google peyva "tandir" a tirkî lêkola. Peyva (tandir) tendûr li gor hin agahiyan bi van zimanan wiha nav girtine.
Akadî: tinuru
Erebî: tannour/tennûr/tanûr
Farsî: tanu/tenûr
Ermenî: tonir
Tirkî: tandir
Di ferhengên kurdî de tendûrek/volkan
Ferhenga Celadet Alî Bedirxan
Tendûrek: kewijîn, helkîn
Ferhenga Zana Farqînî a kurdî/Tirkî, Tirkî/kurdî de peyva tendûrek tune ji bo "volkan"ê volkan hatiye gotin.
Di ferhenga Kurdî/Tirkî, Tirkî/Kurdî a TDK’ê de peyva tendûrek tune.
Volkan: Agirpijq, Çiyayê agirîn.
https://www.ferhengakademik.org/ peyva tendûrek tune.
Mixabin çavkanî û ferhengên min lê nêrî tiştek berbiçav nedan destên min. Hêvîdarim wê zimanzanên kurd bikevin dû etomolojiya peyva tendûrekê... Ez ji niha pêve didim dû şopa Celadet di şûna peyva "volkan" "Volkanik"de peyva tendûrekê dixebitinim.


Nîşe: Ev nivîs serê pêşîn di malpera diyarnamê da derçûye.