19 Nisan 2020 Pazar

Di rojên koronayê da diyalogek li ser têlefonê


- Qe çer dikî?
- Li ber rehma koronayê me. Çi bikim di mal da me. Qe tu çere yî?
- Rind im. Law korona morona derew e. Ev saw zûda di nava milet da heye.
- Ça derew e? Ma te nediye însan ça dimirin?
- Ev giş pîşkên kapîtalizmê ne. Law îş û kar tune wê însan ji biriçinan bimirin. Milet wê bikeve qirika hev. Tu mêzeke sibê dusibe wê jin û mêr hev berdin. Teze were sêrê.

- Îja em çi xweliyê li serê xwe bikin axayê min. Siyasetçî tu yî, hebe tune be reçete li cem we ye?
- Wele ji dewletê re lê hatiye. Wê heftê xwe li ser me bikin heşta helandî.
- Law ca devê xwe ji xêrê re veke. Ka tu di mal de çi dikî?
- Kes dernakeve derva. Ez jî mejbûrî di mal de me. Hustiyê min diêşe.
Bi ken dibêm:
- Qey koronayê li hustiyê te xistiye?
Bi tiqetîq dibê:
- Na law ji ber xwendinê ye. Mirata fitiqê xwe li hustiyê min xistiye. Îjar van roja di ser kitêban da piriya xar dibim pir diêşe.
- Ê tu jî xwe di ser kitêban da xwe xwar meke. Vezele bixwîne.
- Ma qey ez soytarî me law? Xwendina li ser nivînan û veketî şixulê soytariyan e. Nabe merû vezele û kitêba bixwîne. Li hember kitêbê û nivîskar dibe bêhurmetî. Heta kitêbek dinivîsînin çermê eniya nivîskaran diqete.
Bi ken dibêm:
- Ma ez soytarî me?
- Ma tu vezelandî dixwînî?
- Erê.
Bi ken dibê:
- Heşa. Lê li ser masê nebe ez nikarim bixwînim. Xwe sûcdar hîs dikim wekî din.
- De here lo te jî nivîskar li ser me kirin Îsa û Mûsa.
- Îja çikê wan ji Îsa û Mûsa kêmtir e?
- Ez çi zanim here ji meleyan bipirse.
Dibe tiqetiqa wî, dibê:
- Îşê min jî bi meleyan neketiye. Loma di ser te de dibarim.
- Ez qurban here cila xwe li cîkî din raxe. Min heta wê derê nexwendiye.
- Nereve. Çer hebe kar jî tune. Dev ji meseleya Îsa û Mûsa bernadim.
- Kuro nivîskar jî wekî te însan in. Heta kesên herî bi problem in.
- Çer bi problem?
- Ma te bi xwe nego heta pirtûkek dinivisînin çermê eniya wan diqete?
Bi ken dibê:
- Ê
- Ê û kul. Ji heyatê direvin. Di dinya deng û rengan de dijîn. Ji bo hevokek an peyvek şev û rojan li xwe diherimînin. Dikevin depresiyonê. Gerçî kesî nediye ji depresiyonê jî derketine.
Bi ken dibê:
- Dibên piraniya nivîskaran pîskopat û sapix in. Gelo raste?
- Ez çi zanim. Here ji wan bipirse.
- Wele wer dibên. De neyse ez xatir bixwazim hê bûkê dest nekiriye qirika te.

26.03.2020 diyarname. com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove