23 Şubat 2024 Cuma

Tava li belekiyan bişirî







Bi guvîna bê re kuliyên berfê ji ezman xwe ber didin xwar. Gund di nav rengî spî de xeniqiye. Ji êvar de bûka mala mezin dike zarokê xwe yê sêyem berde, rû dinê. Bi her qolincê re nalîn û zarin dibin zîpîk, zîpkên li eniyê di ser çavan de digirîn. Ronahiya çavê wê di rojên dawî yên berî ku barê xwe dayne de roj bi roj kêm dibin. Bi qajîna ewil re lêv li bûkê diqelişe!. Bi danîna bar re ji bo çend mehan be jî ji ronahiya çavên xwe dibe.










Sal diborin êdî sola wî zarokî jî dixwaze tevlî solên li paş deriyên civat/şevbihêrkan bibe. Lê qisûrek wî zarokî heye ew jî ew e ku wexta qisê civatê bala wî nakişînin bi nav xeyalan dikeve. Laş li civatê lê hiş di nava xeyalan de ye. Gelek caran dema ku ji ber hêwirzeya dengan ji nişke ve ji nav xeyalan kil dibe bi hîrehîr û nav û nûçikan ve rû bi rû dimîne. Hin caran di cihê xwe de dibe kevireke sincirî, hin cara jî reva rev ji nav civatê direve heta rewşa rûdayî jî bîr dike. Di êvarek ji wan êvarên zivistanê de şimaqeke bi tîn perdeya guh radimûse. Nav û nûçik êdî bi serbilindî çokê li xwe dişkînin. Piştî wê dilopa kambax nav û nûçikên bi dû ketî wî jî qanih dikin. Qey hedê wî û bavê kê ye ji gotinên mezinan bawer neke? Ma ev îşê heneka ye. Ji neçarî sola xwe ji nav solên civata heyî derdixe. Êdî agirê kulê ye, xwêya di nav agir da ye di canê xwe de diteqe. Têra xwe baqil, lê xapiyaye. Bi wê xapînê dest bi dibistana serateyî ya ku peyvek be jî ji zimanê wê fêm nake dike. Bi zimanê xwe û hevalên xwe re lihev e, hew!. Êdî zimanê serdest û mezin kêrên ko ne li ser rihê wî.

Heta dibistana navîn xilas dike û dest bi dibistana amadehiyê dike jî nikare tolerî bi mezin û memûrên pişaftinê re qise bike. Dema bi xwe re ye bilbil e, lê wexta bi mezin û memûrên wê asîmîlasyona gawir re rû bi rû dimîne dibe laleke derahanê. Êdî simbêlên wî dikin xû/ xwîdan bidin. Xapa/ handîqapa civata pirzana ew dehf daye, pira siratê ye ji bo wî. Hevalên wî yên ku tu carî ji tiliyên destek nabihurin ne tê de li hember kesên din xwedî zimanek hişkolek e. Bersivên wî kurt û zirz in. Bi xêra ezmûn/îmtîhanên nivîskî heta liseyê bêdeng tê.

Rojek ji rojên zivistana ku dike cîhê xwe ji biharê re bihêle nameya te ya ewil tê ber destan. Hem kêfxweş hem şaşwaz û hem tirsiyaye. Carê derb xwariye nema dikare bi tena serê xwe biryarê bigre/bide. Serî li koma hevalan dide. Xwediyê nameyê kes nenase ji komê. Ji kesa name aniye tê xwestin ku tu pê re derkevî ser dikê/sahneyê. Dema çav bi te dikeve ken û reva te a ber bi sinif/pola te ve li ber çavan zindî dibe. Ew ken û rev û teqreqa ji bin solên te dizinge kengê û çima di hişê wî de maye hê jî ji bo wî mûamaye. Êdî çavê we bi hev ketiye qet nebe êdî xwediyê nameyê bi çav û rû û nav dinase. Dema li koma hevalên li bendê ne vedigere na na dike. Ji wan re dibê: Mîna hevalên we ne bi bejnûbal û bedewe na qebûl nakim! Kesên komê bi ser û bin dikevin pê didin qebûlkirin. Ji bo tu “şermê” de nemînî name welew daxwaza bihevrebûnê tê nivîsîn û bi rêka kesa name anî daxwaz bi nivîskî tê ji te re. Bêhay êdî herdu alî bi awayek lihevkirî dikevin rêka ku felek wê çerxa wan piştî sê salan çep bizivirîne.

Di heyata xwe de tu nivîseke edebî nenivîsîye. Hela name çîne çawa tê nivîsîn jê bê hay e. Nameya te a duyem wekî xwêya di nav agir de di hiş û canê wî de diteqe. Dibêjin 'reva rovî heta ber kadînê ye'. Êdî mecbûr e bi tena serê xwe di vê rêkê de bimeşe. Bi zor û heft belayan bi texlîtkirina nameya te re te dibersivîne. Tu êdî mûm û meşhaleyî, pîvoka wî a biharî yî ya ku di zikê zivîstanê de zîl dayî yî. Te deriyê xeyalistana ku di ser de hatibû kîp kirin heta serpiştê vekiriye. Her nameya ku tu bi rê dikî mîna ayetên xwedayî dadiqurtîne. Êdî bersiv di yekderbî de tên nivîsîn. Ro û meh li pey hev diqulibin. Êdî ne tenê heval û yar/ hezkiriyê te ye, îman bi wê henûnî û safî, şox û şengî, ji xwe qayilbûn û wêrekiya te aniye. Bi tevî ku wekî her însanî xwedî hest, arezû û ajoyane jî nema diwêre dest bide destê te. Ji wî weye ku wê dest bide dest/bedena te wê ew xweşkokî û narîniya te a nazenîn ya xwedayî biherimîne. Bi tevî ku hûn gelek caran bi tena serê xwe mane jî her bi hesret li wan çavên te yê xezalî mêze kiriye û bûye bilbilê li dor gulê. Te dîsa bi destan girtiye û ew di hembêza xwe ya xwedayî de aş kiriye. Hew carek biskên te bi tirs ramûsaye. Her cara likumiye, ewrên reş kiriye di ser de bibare/bariye, çi bi rêka nameyan, çi bi rêka têlefonê çi jî bi dengê xwe yê rû bi rû tu jê re bûyî tava taviya biharî. Ji bo wî êdî hew tu, cixare û arabeska ew bi cûtina xwe serxweş dikir hene li paş pişta wî.

Sal borîn tu çûyî bajêr ew ma li qezê. Heta we cara dawî rû bi rû hev dît likumîn hebe jî we bi name û têlefonê qise kir. Ji betlaneya dibistanê ya sê mehî re hefteyek heye. Ew rêwiyê metrepoleke ji bo sê mehan bixebite. Li bajêrê ku tu lê dimînî piştî dema ji we re hatiye terxan kirin êdî bi dawî dibe. Qurtên dawî yên çayê tê vexwarin... Dîsa hestiyarî û rika te serî hildaye. Bi israr dixwazî heta otogarê pê re herî. Ji bo nas we nebînin û teşqeleyeke rû nede bi darê zorê te îkna dike. Heta cihê ku hûn divê ji hev biqetin tu dikevî milê wî. Bê ku hûn bizanibin wê careke din çavê we nema bi hev bikevin tu wî di wê hembêza xwe ya xwedayî de cara dawî dihebînî.

Wê li vegerê dîsa name ji te re bi rê bikira wê dîsa we hefta xwe bikira heşta helandî. Bajarê ew çûbuyê û qederê feqa xwe li ber linga danî bû. Mecbûr ma çend mehan dereng vegere dibistana lê dixwend. Bi xwe jî hê nizane çima li bajarê ku ji neçarî lê dima tu ji rewşa heyî agahdar nekirî. Du sê meh bi derengî be jî dema vegeriya bajarê hûn cara dawî lihevrûniştibûn zivistanê konê xwe vegirtiye. Ji erebê peya dibe nabe berê xwe dide dibistana ku tu lê dixwînî. Lê şans û bext carê ji we re çep zivirî ye. Ji ber civîna mamosteyan dibistana ku tu lê dixwînî piştî nîvro yê betal dibe. Ne tu, ne jî keseke binase li wan der û dertûlan heye. Bi xurîna paş hustiyê xwe re berê xwe dide gund.

Piştî digihîje gund çiqas zeman borî ye nayê bîrê. (qey tu dibê hişê wî hatiye reset kirin) Dîmena di birê de zindî ye ev e; li gund di nav berfê de ye, pişta wî û hevalek wî li dîwarê xaniyekî ye, tav rû û bedena wan dialêse. Segbavê li dibistana ku te û wî lê dixwend li wan dibe mêvan. Li ser ling bi awayek kêm be jî trajediya di ser te de hatî wekî xincêrê li ser dilê wî dixe. Di serî de tu tiştî hîs nake. Li cîhê cî rûdine du cixareyan wekî xincereyeke ko şûşî rih û bedena xwe dike. Bi ofîneke re berê xwe dide mala xwe.

Rojek ji rojên heman zivistanê ew porê wî yê ku te û wî gelek jê hez dikir bi qasî kefa destek ji kortika serî di carek de rût dibe. Dema bi rêka du qutî/eynikan çavê wî bi wî cîhê ku ji carek ve sîqal bûye dikeve, dibe agirê kulê di ser tîqetîqa xwenga xwe ya ku av li serî kiriye de dibare. Êdî ji xwe xeyîdî bi wê muzîka arabesk a dinyayê lê dike zindan, di nav kuçeyên gund de bêdeng pêgermokê digerîne. Bi tevî ku haya diya wî ji hebûna te heye jî devê birîna xwe navê tu kesî nade. Bi heft belayan malbat wî qanih dike ji bo ku berê xwe bide bajêr. Li bajêrê ku hûn li orta nîvroyê li hev rûniştibûn di ofîsa doxtor de bi birîna xwe dihese. Êdî fêm dike ku hiş û binhiş lê hatine xezebê. Di destpêkê de tu derman pere nake. Bi hatina biharê re cuhlet tê bi carek ve serê wî yê bûye mîna nexşeyeke reş û spî ji bin ve kûr dike. Hemî kasetên arabeskî yên ku dibin sebebên serxweşiya wî ya zîhnî dişkîne. Bi şewqeyeke reş re berê xwe dide bajarê ku here tu naçî... Li wir dema karkerên wê bi wan re bişuxuliya ji reçeteya ji bilî derman a doxtor dabûyê agahdar dibin ji kena xwe û wî bi ken “dikujin”. Li aliyeke henekên karkeran li aliyê din mijûlahiya bi kar û bar, hesreta nedîtina te û zehmetiyên heyata bêkariyê û xwendina rojnameyan re nikare serê xwe jî bixwirîne. Bi xû û xisletê xwe yê nû re (xewedin) birîna welat jî hêdî hêdî mixê xwe di rihê wî de dikute.

Ewrên reş û tarî yên bajarê ku ji bo qezenca gepek nan berê xwe dabûyê di her payîza dereng û zivistanê de dibin marê heft serî çênî bi çênî rih ji bedena wî hildiqetînin. Ji ber ku tu bihara wî a şox û şeng bûyî. Bi derketina her biharê re jî dîsa ji xweliya xwe hildifire. Ji xwe erê, lê ma dikare ji te bixeyide? Xeyda ji te dinya wî ya reş û tarî ya berî te binase bi xwe ye. Loma derbihar û havînên wî yên li navçeya herî bi nav û deng a bajarê lê dima têra xwe rengîn û bi xwe re lihevhatî ne. Hela wexta dixebite bi bilêvkirina kilama Şivan Perwer a bi navê HOZAN IM HOZAN re û bi taybet ew beşa ku dibêje: “...nanê zarokan dertînim, nabim xwîdana eniya kesa, nabim keda destê kesa....” xwîdana ku mîna çem jê dikişe kêf û zewqa heyatê lê derdixe radeya serxweşiyê... Xwendin û guhdarkirina li kaseta Şivan Perwer a bi navê YA STAR deriyeke din lê vedikin... Bi rik dikeve pey rih û zimanê jê hatî dizîn. Bi hevnasiya çîrokên karekterên ku ji bo welat serî danîn ser axa sar re dev li canê xwe dike. Nema dihêle hêsirek bi çavê wî bikevin di xwe de dibe tendûreke ku her û hildipijiqe, didanê xwe dikute serhev heta hesta êşê jê dûr dikeve, ew û pirtûkên di dest de bihev re tirtilîn...

Bi ramûsana devê birînên xwe re porê wî hêdî hêdî lê vedigere. Lê carek din nema şeh bi nava porê xwe dixe. Her cara ku di eynik/qutiyê de li rûyê xwe yê wê careke din tu yê nema bibînî dibîne wekî ku li dijminê bavê xwe mêze bike li xwe mêze dike. Nema ji tu însanek din wekî ku ji te hez dikir hez dike. Ji alî hestan ve dibe robot. Carek din nema dikare wekî di zarokatiya xwe de û dema bi te re bû bi nav xeyalan bikeve. Mîna qewmê xwe dil li ber însên radixe û rojek jî nabê ax! Navê ku bi darê zorê lê hatiye kirin red dike. Dirfê wî yê niha û yê ...sal berê qasî.... çiyayê qaf jihev dûr in.

Tu jê bêhay bî jî hê jî tu delala ber dilê wî yî. Tava wî a li belekiyên li dil dibişirî yî.




Çîroka Selîm

 

Selîmê ku ev serê sî û du salan e di zindanê de ye bi tîqetîq, çepik, tîlîlî û hêsirên bêdeng yên hin kesên ku hatibûn pêşwaziya wî lingê xwe ji derê hepsê avêt der. Bi derketina ber derî re silogan û gul û çîçek bi ser Selîm re barîn. Piştî çavronayî hev û du hembêzkirin û mirçiniyan Selîm li erebeya ku ji bo siwarbûna wî hatibû hazir kirin siwar bû. Kesên mayî jî li erebeyên xwe siwar bûn. Konvoya ku ji konvoya dawetên giregiran ne kêmtir bû hêdî hêdî bi rê ket.

Navê Aqil Gelo ye


Ev nivîs silavek e, li keda Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş.
Bawer im her kesê ku guh dabê û çav li edebiyata devkî ya ku royî ser kaxetê bûye gerandî, rengîniya edebiyata devkî bi çavê serê xwe dîtiye û hebandiye. Bi kesebirrî Folklornas dibêjin: Edebiyata devkî beşeke muhîm û xas a folklora her miletî ye. Edebiyata devkî ew ax e ku destlênegeriyaye. Kodên her miletî di wê axa destlênegeriyayî de veşartiye. Armanca vê nivîsê ne ew e ku bikeve nava teoriyên navtêdana folklor û edebiyata devkî. 
Dengbêj Sidoyê Baxçe, di kilama bi navê HAWER DELAL de dibêje:
"Navê aqilê mera gelo ye".


Li nav otobusê wêneyê jinika tazî


Berê min li Îzmîra xopan e. Bîst deqe ye otobês bi rê ketiye. Li qoltixa pişt min jinikek û du zarok xwe hene. Bav, zarok û jinik mirçinî û çû. Bîst deqe ye zarok bê navber bi dengê bilind qise dike. Hew maye rabim dest bikim qirika wan.

Piştî otobês bi rê ket deng bi têlefona jinikê ket. Jinik bi dengek bilind bi mêro re qise dike. Ji mêro re dibê: Tu bi navê Xwedê kî dema tu ji mal derketî, paceyan vekirî mehêle, wê hûndirê malê di nav tozê de bimîne. Ji mislixa serşokê jî av dinisile wê jî çêke, heyfa avê ye. Û min jî îhmal meke!. 

MIN GEZKE

 Wexta min serê xwe ji xewê bilind kir, tariyê jî dikir pirtiyê xwe yê tarî li xwe bike. Du sê bawişk hatin min, bê ku rê li wan bigrim, mi du sê tir jî di ser bawîşk û tena xwe da ber da. Berî ku ez û avê xwe bişon, min xwe li hember eynika ku çav li a banê odeyê diqirpand tût û rût kir. Di bin çavan de min li nivîna xwe ya spî sar meze kir. Tilî û pêçiyên şimayî, berî dan newaloka bi epîlasyonê qusyayî. Didanê jorîn lêva jêrîn bi şewhet gezt. Tiqînî bi min ket. Bi qirpîna çav re min şimaqek bi tîn avêt tilora çepê. Bi meşa xwe ya kihêlî, di hewlîkê re min berî da "Kaniya Ereb Axa".



Bi çavek din çend gotin li ser Bêjanê

 Roman navê xwe ji karektera sereke a bi navê Bêjanê digre. Malbata Bêjanê li gor hesabê nivîskar di sala 1988'an de ji ber xizaniyê koçî navçeyeke bi navê Bazorê a Derya Tarî (kara denîz)ê dikin. Di êvar/şeva 20 adara 1991'ê de ji bilî karektera bi navê Çilkezî hemî endamên malbatê tên kuştin/qetil kirin. Çilkeziya hijdeh salî piştî kuştina malbatê xwe dispêre malbatek û dawiya dawî dikeve destê dozger û çil rojî bi tecawizê re rû bi rû dimîne. Bêjan bermahiya wê tecavûzê ye û li sêwîxaneyê mezîn bûye. Piştî ku ji sêwîxanê xilas dibe dibe polîs. Her çiqas nivîskar tam zelal nekiribe jî du sal berî Bêjan bikeve nav tevgera tolhildanê bi trajediya diya xwe dihese. Tolhildan di sala 2019'an de pêk tê. Bi kurtî romana me ev e.

"Kurdcîtîye Neke







Bêhna biharê bi derengî be jî bi ser me ketiye. Dora biraştina goşt vê hefteyê li ser Kevçiyê Neşûştî ye. Kevçiyê Neşûştî li çengeyê înşaatê ye ku tav li ser e, çar tuxle du du danî rex hev û darên ku berê şikandiye bi dûzen di nava wan de danî. Hinek tîner reşan ser daran, hesteyê xwe bi tevger kir. Bi bilindbûna alava agir re ji karê kirî qayil du sê gav ji agir dûr ket. Şewqeyê xwe danî ser mermerê pacê, rahişt têlefona xwe ya ku danîbû ser mermer, bi rêya kameraya têlefonê şikil da tûncika xwe, cixareya di nava lêvan de boçika xwe telsîmî didana kir, pîştî têr kêfa xwe ji xwe hilanî têlefon danî ciyê cî. Rahîşt poşeta komirê li ser dara danî.


Dema hilbûna dû xilas bû mermerê ku berê şûştibû li ser tuxleyan bi cî kir. Rahişt bacanên sor û pîvazên çend deqe berê min şûştibûn di ser rojnameya ku li ser maseyê hatibû raxistin gir gir hûr kir. Şeş piyaleyên mezîn li gor kursiyan rêz kir. Çû ji sarincê şûşeya şelxemê, dew û kolayê anî da ser maseyê. Goştê ji hêt û baskên mirîşkên zîretê pêk hatî li ser mermer sorkirî raxist. Çîzîn û qijeqij ji goşt û mermer bilind bû. Herçar hevalên mayî bi bilindbûn bêhna goşt re piştî xwe ji gemariya satenê şûştin bi galegal berî dan maseyê.
Tavê hilm û gulm bi ser axê xistiye. Navroj hatiye xwarin, cixare hatine pêxistin, şûşeyên çay dagirtîne, Tîktokçî li ekranê têlefonê vegeriyane.
Reso:
-Miheme te oya xwe da kî?
- Wele min da Reîs
- Ê te gûkî rind xwar.
- Kereker qise neke law. Reîs neba niha Tirka nîhabû me.
- Bi wî serê te ê kundir bikim qasî Reîsê te zirar daye me kesî ta niha kesî nedaye me.
- Xwe ji xwedê neke law çi zirara Reîs gîhîştîye me? Heta do kurmancî yasax bû. Em ji tirsan neweribûn biçûna cîkî.
- Derewan neke Ozal yasax rakir.
- Derew karê te ne oxlim. Mîna a niha tê bîra min di "doqsan durtê" da diya min nexweşbû me ji ber ku bi tirkî nizanîbû diya min nedibir ser doxtor. Ma a niha were ye? Wexta kesek bi tirkî nizanibe hema gazî tercûman dikin.
- Tişkî wer tune, derewan neke.
- Law were em bi hev re herin xestixaneya ... bi çavê serê xwe bibîne. Reîs meytewên kurmancî vekirin. Ne tenê îlkoxul heta Unîversîtejî vekir. Lê kes neçû loma Unîversîteya Artuxluyê qapamîş bû.
- Sergolik tu yanliş dizanî. Tişta tu dibêjî sêçmelî ders e, Artuxlî jî li waye li cîhê xwe. Ne ku kes nare oretmen tune ne oretmen. Mezelên me... cinazeyên me...
- Kurçîtîyê neke oxlim.
- Kurtçîtî çi ye .
- Irqçitî ye.
-....
-... Baranê Tîktokçî li Mihemed vegeriy bi tinaz: Wey min hêlik xwaro. Ka xêrka miriyê xwe ji me re jî bibêje tu van tiştên xweş ji ku elîmî? Berî Miheme bikelîme Ridvan go: A Haber.
Tîqînî bi masê ket.
Kevçiyê Neşûştiyê ku ji hersa dev li lêvên xwe kiribû, bi diêjkirina cixareya ku min ji bo wî vêxistî re, hinek bi ser xwe hat, lê hê jî perikên çavên wî mîna ava ku bayê rûyê wê di alisî, diricifîn. Berê xwe da Reso go:
- Ne min sedcarî ji te re go bi van dewaran re tartirmîş nebe. Ma tu nizanî deftera bênamûsan nayê xwendîn.

Kapola Hilbijartinê



- "Em ê demokrasiye...bînin".
- "Eger em herin, yanî em nebin wê welat perçe bibe".
Her du alî bêyî ku şûrê xwe ji ser stûyê me deynin bi bişirînên xwe yên xapînok dixwazin em deng û rêya xwe bidin wan.
Li ber derê Şînxaneyê pişta me li diwar, tav me û em jî cixareyê “dibirijînin”. Komên her du aliyan bi kurmaciya xwe ya “mîşlî”dev li canê hev kirine. Aliyek dîn, aliyê din dirustî, wekhevî...yê direqisînin. Kalê ku min li kêlekê cinû şikandîne bi bişirîna xwe ya xeybane erdê pêşiya xwe pîkol dike.


Wekî ku kalê ji xewa kûr teze hişyar bûbe ji nîşke ve radibe ser xwe. Piştî du sê gavan kapola xwe li hemberî her du koman di erdê de diçikilîne. Bi her du destan bi serê kapola xwe digire, bejna xwe ya tewiyayî bi ser wan de ditewîne. Bi dengê xwe yê fetisokî:
- Sed sal in em eynikê didin rûyê we, hûn li orta çavê xwe mêze dikin û dibêjin; ev ne ez im, ne em in. Tiştên niha hûn ji hev re dibêjin jî dipeytîne ku hûn gûyê eynî neqebê ne û hûn kîrê xwe û xiyêr jî ji hev dernaxînin. Loma, qisedana bi we re boş û bêfeyde ye. Qe nebe bihêlin bila ev miletê belengaz fatîheyek ji rihê cangoriyên xwe re bixwîne.

Las, Tapol, Gurz, Lod û Xelat

 Berî du mehan hê çavê we xwendevanan bi rûyê Diyarname yê nû neketibû Cemîl Oguz di “quncikê tarî” de ji bo min xêliya rûyê Diyarnamê da alî. Ji dîtinê min dît rûkê Diyarnamê. Rakirina her xêliyê xelat divê. Lê xelat bi pera jî li cem min peyda nedibû. Dibêjin dermanê keçel hebûya li serê xwe dida. Kêm zêde halê min jî halê keçelo bû. Ji ber hîn qewimîn/rûdanan min beriya salek xwe ji xwendin û nivîsandinê da alî. Tu nabê hişo ne bi dilek, lê  bi dozdeh dilan li benda wê rojê bûye. Heyateke tiral û rûtin li benda me bû. Îşê min û hişo îş bû. Diçûm kar û dihatim li Netflixê dibûm mêvan. Piştî demek ji vî halî aciz bûm û min xwest li xwendin û nivîsinê vegerim lê hê min rûpelek nedixwend xew pêjgarî min dibû. Min ji kitêb dida alî û berê xwe dida xewê. Bawerim ji twittera min jî diyar dibe ku leq bi kilavyê jî nediket.

16 Şubat 2024 Cuma

NÊRDEWAN