23 Şubat 2024 Cuma

Bi çavek din çend gotin li ser Bêjanê

 Roman navê xwe ji karektera sereke a bi navê Bêjanê digre. Malbata Bêjanê li gor hesabê nivîskar di sala 1988'an de ji ber xizaniyê koçî navçeyeke bi navê Bazorê a Derya Tarî (kara denîz)ê dikin. Di êvar/şeva 20 adara 1991'ê de ji bilî karektera bi navê Çilkezî hemî endamên malbatê tên kuştin/qetil kirin. Çilkeziya hijdeh salî piştî kuştina malbatê xwe dispêre malbatek û dawiya dawî dikeve destê dozger û çil rojî bi tecawizê re rû bi rû dimîne. Bêjan bermahiya wê tecavûzê ye û li sêwîxaneyê mezîn bûye. Piştî ku ji sêwîxanê xilas dibe dibe polîs. Her çiqas nivîskar tam zelal nekiribe jî du sal berî Bêjan bikeve nav tevgera tolhildanê bi trajediya diya xwe dihese. Tolhildan di sala 2019'an de pêk tê. Bi kurtî romana me ev e.

Ji ber ku nivîskar bi mexsed roman nivîsiye (helbet dizanim her metin bi mexsedek tê nivîsîn) û konsatreyî hedefê/tolhildanê bûye karekterên xwe bi goşt û hestî nekiriye. Loma roman ji rastiyê gelek dûr e. Di metna edebî de a muhîm zimanê metnê û bi qisûrên xwe re bêqisûriya karekter/metnê ye. Ev rêgezeke jênager e. Lewre nivîskar ne çîrokbêjekî li dîwana şevbêrkê ye û guhdar jî ji bo bala vebêj nedin aliyeke din û pirsan jê nekin. A li ber destê xwendevan metne û xwendevanê xwendevan pirsan ji xwe û metnê dike. Nivîskar jî mejbûr in karekterên xwe ji rastiyê ji rastir bi gewde bikin. Ger nivîskar bi vê cidiyetê tevnegerin keda xwe diherîminin. Ev herimîn jî dibe sedem metin li ber bayê dirokê av û av biçe.
Hîn kêmasî welew valahiyên pişt li metnê xwar kirine :
1. Bi qulubandina rûpelan re nivîskar ketiye/dikeve tatêla valakirina guleyan û alava serê lûleya a bêdengkirina debançeyê metin piştguh kiriye ji bilî sahneyek du sahneyên beşa dawiyê kirtikek germî di navbera meriv û metnê de çênabe.
2. Nivîskar ji bo Çilkeziya hijdeh salî (diya Bêjanê) li heyatê bihêle berî bûyer rû bide wê ji bo anîna betaniyeke biavêje ser çokê diya xwe dişîne malê. Bi rabûna Çilkeziyê re koma faşîst ji du taxan tên digihijîn hev û bi qêrin û siloganan erdê dihejînîn lê karektera me hê jî betaniyê tîne. Û her wiha malbata ku bi bilindbûna dengan re hema yekser agirê ku li ber derî dadane reş dike/vedimirîne lê çi hîkmet e nayê bîra wan bikevin mala xwe an jî tevdirek bigrin û mîna miya li benda kêrê be li benda hatina koma faşîst dimînin.  Piştî koma faşîst digihîje cihê bûyerê /ber derê malbatê û bo kuştinê dikeve tevgerê Çilkeziya me ji mal dertê û xwe bi dizî diavêje nav baxçeyê cînarê xwe û li wir di nav pelê darê de li kokqelîna malbata xwe temaşe dike. Nivîskar serê vê tevgera karektera xwe bi peyva tirsê dinixumîne. Lê em ji bilî peyva tirsê rastî tevgereke taybet ya karekter yên wekî şoqbûnê û hwd nayên. 
3. Bawerim hewce nake behsa rewşa sêwîxane û perwerdeya ku polîs di bin re derbas dibin bikim. Di dawiya romanê de em hîn dibin ku Çilkeziyê du name li dû xwe hiştine ji bo Bêjanê. Nameya yekem li sêwîxanê ye û a duyem daye cem xaltîka xwe û xwe kuştiye. Nameya yekem de tenê navnîşan û çend gotinên meraqdar hene. Di nameya duyem a ku ji şanzdeh rûpelan pêktê nivîskar çend bendan bi me re jî parve dike. Û bend welew rûpelên ku bi me re parvekiriye zor e ku însan/polîsek bi neyariya kurdan hatiye perwerdekirin îqna bike ku rabe bibe tolhilgir û di ser de zirbav be jî bavê xwe bikuje. Û yê name nivîsîye ne karektere nivîskar bi xwe ye. (Helbet dizanim metin bi giştî ji destê nivîskar derdikeve)
4. Di sala 1991 de qetliyameke rûda ye. Qetliyam bûye nûçe di navçeya piçûk de. Hevkarên qetlîamê tev hev dinasin. Sal bûye 2019.  Di nav 5 mehan de karektera me 4 jê giregir/ kuçikên dewletê û yek jî jê alîkar 5 kesan dikuje û li du her kuştinê îmzeya xwe bi xwîna wan li ciyê kuştinê datîne: SARINC 1991 BÊJAN. Lê çi hikmete karekter/polîs/qomîsera me ne tê girtin ne jî haya kesî ji wan "kuştinan çêdibe." Û di dinyaya îroyin de em dev ji nûçeyan berdin ev rêze bûyerên di 2019 de rûdane nekariye di tivîtek de jî ji xwe re  cîh bîbîne. 
5. Tolhildan bi kuştina POZNIKUL destpêdike. Poznîkulê me piştî qetlîam û karên mafyatîk xwe teqawît dike bi tena serê xwe di qesir/qonaxa xwe de dijî. Em bibên li mala Poznîkul kamera tune ne û Bêjanê xwe bi rehetî ji bûyerê şûşt. Piştî Reîs Poznîkul tê kuştin dor tê SERŞONIK. Serşonikê me bi rutbe/navdariya xwe di ser Poznîkulê me re ye. Serşonikê me yê qatîl û mafyatik giregirê navçeyê ye û qeymeqam, şaredar, hakim, dozger û qomîserê navçeyê li destê wî mêze dikin. Û bi destê polîs/qomîsera me ya profesyonel di odeya otêla wî ya qatê ku ji bilî Serşonik kes nikare hilkişê de wekî mirîşkek tê kuştin. Em bibên dostika Serşonik jê nefret dikir û qafeya Serşonik dabû dostikê ji bo jê re bimîne neçû serî li polîsan an jî dozger neda û her wiha li vir jî kamera tune ye. 
LÊVŞELTE: qomîserê teqawîtbûyî. Di sîteyeke bi ewlehî de bi tena serê xwe dijî. Ji alî resameke ve porteya wî tê çekirin û resam her roj seat di 10’ê serê sibê de li mala qomîser hazir û nazir e. Serê sibê qomîsera me Resam bi ekîba xwe re digre bin çavan ji bo Lêvşelte bikuje. Bi bahaneyek Resam bi polîsan re dişîne qereqolê bi xwe ji berê xwe dide dîkan/mixazeyek. Li vir şikil û şemala xwe kêm be jî diguhere. Em bibên li vir jî kamera tune. Berê xwe dide sîteya bi ewlehî tê parastin û em dîsa bibên li vir jî kamera tune. Lê em Resamê niha di destê polîsan de ye û her roj seat di dehan de li mala qomîsere çer bikin? Û carek din resamê me ne tê bîra nivîskar ne jî qomsera me a profesyonel. 
ÇAVNEBAR: Jinika cînar a ku bû sedem Çilkezî bi rehetî bikeve destê Dozger û rastî tecawizê bê kuştina herî hêsan û bê problem. 
ÇAVNÛTIK: dozger tecawizkar: bavê Bêjana ya bêjî/pîç. Çavnûtikê me êdî li paytextê li ser kar e, hêza herî tarî û giregirek zêde zêde mezin e. Qir li fantazî û profesyoneliyê hatiye. Loma qomser/polîsa me îja di balafireke li hewa ew a ku dike dakeve de kêra xwe disû. Em bibên bi kirina xwe re pîlot, hostes û rêwî xapandin. (gerçî ev ne mimkune) Lê ji kamerayên ku di dest de ji rû û  tevgerên mere mere dinase çawa xilas bû?  Polîs/qomîsera me bi vê jî nema bi destê nivîskarê me derket betlaneyê û xwe li ber tavê jî qemirand û hevala wê ya polîs jî bû nivîskar û bi navê BÊJAN a ku bûye îmzeya kuştinan romanek jî nivîsî. Lê mû jî bi karektera me va nezeliqî. 
Wekî xwendevanê metnê û nivîskarê vê nivîsê dema metna berhemek têkûz nebe ez bixwazim nexwazim jî nikarim çavê xwe ji kêmasiyan re bigrim û dualî li metna temam nebûyî (tabî li gor min) mêze bikim. Loma jî bila kes li qisûrê nenêre hezkî binêrin rastî (dîsa li gor min) ev e. Loma dubareyî dibêjim nivîskar karê xwe yê esasî kiriye qurbana berpirsiyarî û rênîşandariyê lema cila xwe ji avê dernexistiye.
 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove