3 Aralık 2016 Cumartesi

Labîrenta Cinan


 Dilşêr bêwar

Nivîskar bi serkarekterê xwe yê bi navê mamoste Kevanot re  berê kamera-qelem ya xwe dide gundek ji gundên kurdistanê. Em bi vebêjiya nivîskêr û qisedana karekteran ve li  gund û malên figuran digerin. Pirtûk mişt bi çîrokên ku nexweşînen derûnî yên ji tirs û nezaniye afirine dagirtiye.

Roman ji du beşan pêk tê. Beşa destpêk û dawiyê aîdî nivîskare. Beşa navîn jî karekter welew gundiyê  bi navê  Gebranê boço nûsiye. Bi destxeta Gebranê boço re em li 16 malên heman gundî dibin mêvan.
Zimanê metnê sade ye. Çîrok û vebijiya her sê malên destpêkê a beşa navîn nûwaze ye. Ji ber ku di pirtûkê de kêmasiyên hizirin-fikirin a bi tirki, bê mantiqî û xwe ji birkirin serkêşiyê dikişine  wezê ji nîxandinek gistî dûr bisekinim. Bi mînakan hîn kêmasiyên rûdane destnişan bikim dawî li nivîsa xwe bînim. Ji bo nivis dirêj nebe û ji hedê xwe derneyê wezê hevokên minakan kurt bikim.
HİZİRÎN-FİKİRİN A Bİ TİRKÎ:

Rûp=15:  "Li ser zinarekî hember runişti bû û hundurê xwe valayî bilûrê dikir…" (Karşıdaki kayanın üstüne oturmuş içini kavala döküyordu...)
Rûp=61: "… min boyaxa porê reş bi kar dihanî." (…siyah saç boyasını kulanıyordum)
 Rûp=146: "Hûn jî çûçikan berhev bikin…" (siz de kuşlari toplayin…)
BÊ MANTİQÎ:
 Rûp=29: "… bi poz bêhneke dirêj dimije û dikişîne hundire xwe, çi bêhneke xweş!" Nizam mantiqa vê hevoksaziyê bi kijan zimaniye. Gelo însan bi derên xwe yên dî bêhnê didin û distînin.
Rûp=38: "…pirça laşê mamoste Kevanot lê pij dibe û devê wî ji hev dimîne, lê di vê gotara Koko de tiştek bala wî dikişîne…" Gotar: makale. Mamoste pirs ji xwînêr kiriye û xwende bersivê bilêv dike. Gelo nivîskêr li vir dixwaze çi bibêje?
 Rûp=83: "…hemû şêniyên me jî rûmeteke pêwîst didine wî".  Ka kirtikek mantiq bi vê hevokê ve heye gelo?

 XWE Jİ BÎRKİRİN: Navên karekteran: Di rûpela 42 de navê karekter Sêvdînê Selîm dibe Selîmê Sêvdîn ango bav û kur cî diguherin. Di rûpela 150 de karekter lawê Cindî wek Salo binav dikin lê di rûpela 151 de Cindî ji lawê xwe re dibêja Sîno. Di esasê xwe de notirvan Mîxo ye lê çer çawa dibe nizam Siyabendê kor dibe notirvan. Em dizanin mekanê romanê bakûrê kurdistanê ye le niviskar naxwaze navê mekan bilêv bike. Nivîskêr navê gund mekanê eslî bi tipa X binav kiriye lê di metnê de em rastî du cî waran tên; Cizîr û gundê Şîrterûtê. Serkarekter mamoste Kevanot li gund mamostetiye dike û kurdek bajarî ye. Hîç ne li ser bala nivîskêre kurd bindestin û zimanê perwerdehiyê bi tirkiye. Mamoste Kevonot navên şagirtên xwe ji deftera dibistanê dixwine nav tev bi kurmanci ne li ser bala mamoste û nivîskare ku kurmanci qedexeye; Bodê, Xerzî, Koko, Zînê hwd. Nivîskêr bi bîra xwendeyên xwe dixe ku gundi bi zimanê dibistanê niznin û zimanê malê qise dikin û ew herdû zimên çi û çî ne ji bilî nivîskar kes nizane. Le çi hikemete em di nava metnê de rasti du hevokên bi tirkî tên; Rûpel 109 û 143. Nîşe: Roman di 1994 de li Stockholmê çap bûye. Pişti şeş salên gilover di sala duhezari de li stenbolê çapa duyem derçûye. Gelo berî çapa duyem hîç nehat bira nivîskêr û weşanxaneyê li berhemê di ber çavan re derbas bikin. Metna li ber dest li gor şert û mercên 1994 berhemek baş e. Lê em niha dibînin ku pirtûk li ber çerxa zemên hêrifiye. Labîrenta cinan Hesenê Metê weşanên avesta

Nîşe: ev nivis di 2014 de di facebookê de hatiye weşandin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove