9 Temmuz 2019 Salı

Kitêb, Kêr û Xwîn



Rûyê çiya yên bilind hê spî dikir. Li deştê dar li çîçegan rûniştibûn. Bîhna gul û giha rih li mera şîrîn dikir. Mi pişta xwe da diwarê xanî ketim, temaşeya sîperikan...
Piştî zikê têléfonê têr bû ji mal derketim. Dengê Şakiro bi rêya berguhkan bi mi ra derket gerê. Wexta nêzî mezela bûm "...Keremo lo lawo derd û kulên dunyayê pir hindik bûn va çi derman bû ji gavê din da te yê bi ser  da li simbêla xwe kir..." dikakand. Hêstiran di çavê min ra havêt, mi xwe li wan nekir xwedî.

Dema ji nav mezelan derketim, xalê Evrihîm kulekên xwe li çêrê rast dikir... Bi silavê ra xwar bûm herim destan. Nehişt, herdu çavê min ramûsa. Piştî levpirsînê;

-Tu çextê hatî?

-Do êvarê xalo.


-Wele haya min jê çênebû, yan na ez ê bihatma bona te.
-Xwedê îmana te kamil ke. Xalo Rihê (Rihanê) mekteb xilas kir?

Bi ken go;

-Ê, ê salek e ogretmeniyê dike...

-Çavê te ronî be.

- Xwedê ji te razî be law. Te qala Rihê kir ket bîra min. Ha teyî te jî mekteb xwendiye, Rihê ji ciya xwe ra gotiye: Ez niha mektebek dinê dixwînim, îjar wezê bibim "eleştirmen."
Law ev "eleştirmen" çi ye?

Piştî hinek fikirîm, mi go;

-Xalo tu hê xwînê ji gohê pez berdidî ne?

-Erê law. (Kêr ji cêva çakêtê xwe deranî û gotina xwe rêsa) Ev kêr çil sal e bi min ra ye. Wexta ez û bavê te wan em diçûn Diyarbekirê  paletiyê, mi li wir kirî. Xwedê rihma xwe li wan gişkan ke. Giş mirin...

- Xwîn neyê berdan çer dibe?

- Wê heywanê nexweş bimire law. Ma ev jî pirse tu ji min dikî?

Ez bişirim;
-Hêrs mebe xalo. Tu çer dizanî kîjan heywan nexweş e û bi rehetî xwînê ji goh ber didî, Rihê jî dixwaze bi mekteba duduyan ra wexta kitêbek xwend, mîna te bi dilkî rehet xwînê ji gohê kitêbê berde. Bi matmayîn li min mêze kir. Mi gotina xwe kudand;
Yanê wê kêmasî û rindiyê kitêba xwendî binivîsîne.

-Tiştek nayê serî ne wer?

-Na xalo bila dilê te rehet be.
Bi kenek sivik go;
-Ê tu kuda terî? Ez te ji rêya te nekim.

-Ez ê herim Kaniya Kevir. Bist sal in nigê min bi wan deran neketiye. Ez dîsa xwar bûm herim dêst, nehişt. Hat serê min.
Go;
-Ê oxira te a xêrê be. Hê qasî pêncî mêtreyî nemeşiyabûm, deng li min kir;
-Lalaw Dilo, were ji te ra cixareyek xweş bipêçim hê here...


Nîşe: Ev nivîs berê di malpera diyarname.com'ê de weşiyaye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove