31 Aralık 2018 Pazartesi

BÎRANÎN Û ÇAVDÊRIYÊN LI DÛ ŞÎNÊ


Roja yekşemê (23.12.2018) dema xebera nebixêr a wefata xalê min Evla gihîşt me ez li ser kar bûm. Bi tevî ku haya min ji rewşa xerab a xalê min hebû jî bi bihîstina peyva mirinê re piyê min di ber min de ketin. Di cih de min pişta xwe da dîwêr û li cihê cih rûniştim. Bi dengê hevalê em bi hev re dixebitîn li xwe werqilîm. Me alavên xwe dan hev û berî da malê. Li otogara Stenbolê em deh lêzim gihîştin hev û bi otobusê me ji ser Erziromê re berê xwe da Qerqebazarê.



Dema em ketin nav sînorê Erziromê qirek berf ketibû. Carnan hûr hûr carnan jî wekî têpî berf dibarî. Bi hesreta salan a nedîtina zivistana welat çavê min her li der bû. Çer ji otobusê daketim min cixare pêxist bi nav berfê ketim. Ji otogara Erziromê bi servisê me berê xwe da “Çukur Çeşme"yê. Wexta "serwîsê" qismek rêwî li "Havuzbaşi"yê danîn bîranîn di ser min de xirucîn. Berî qeder çep bizivire û min biavêje metrepolan cara dawî  ez û "kinê" di sala 1997’an de li "Hawuzbaşi"yê  li hevrûniştîn. Em bi xwîngermiya ciwaniyê  bi nav kolan û kuçeyên Erziromê ketin. Qederê çar pênc kîlometreyan ket milê min heta "Mihlebaşi"yê bi min re hat. Piştî xatir xwestinê wê berê xwe da mal, min jî Stenbolê.... Nema êdî deng û rûyê me bi serhev ket... 
 
Mînîbusa me bibe Qerqebazara Kanîreşê li "Çukur Çeşme"yê li benda me bû. Piştî em ji serwîsê daketin dîsa bîranîn li min barîn. Di sala 1994’an de ez xwendevanê lîseyê bûm, li Erziromê. Carnan li "Çukur Çeşme"yê rastî xalê xwe dihatim, em li qehwexaneyek rûdiniştin lê min kir û nekir hiş rê nebir ser qehwexaneyê. Wexta me li xwaringehê navroj dixwar garson ava di sûşeyên plasik de li ber me danî, min zîq li şûşeyan nêrî. Qasî di bîra min de maye av ji kaniyan tije dikirin û tevî sûrahiyan li ser maseyan dihat danîn. Ji her dera Erziromê av dipijiqe. Hema bibêje di her taxê de bi dehan kanî hene. Lewre hewesa min av vexwarinê herimî.
Qerqebazarê pala xwe daye çiyan. Hejmara niştecihên gund li dor çar hezarî ye. Di van salên dawî de gundiyan li deşta gund jî mal çêkirine. Lewre gundek belawelaye. Malên li deştê gelek ji hev dûr in. Di gund de sê camî/mizgef hene. Di  zivistanê de çûn û hatina der û cinar û lêziman a malên ji hev dûr bê erebe zore. Debara gundiyan bi xwedîkirina pez e, pir kêm dewar xwedî dikin. Li gor agahiyên min wergirtin li gund 43 hezar serî pez tê xwedî kirin bi tevî hezar û pêncsed dewarî. Li nava gund min pir kêm pez dît. Gundî zivistanan pezê xwe li bajar û navçeyên wekî Çewlik, Gênc Amed, Riha û Sêwregê xwedî dikin. Bi biharê re jî vegerin gund....


 
 Seat 14:00 de em gihîştin gund. Em ewil çûn ser mezelan û li ber kêlikan me fatihe xwend. Dizanim mirî kî be mala wî xera dibe, roja wî/wê a qiyametê ye. Tu tişt bi kesên li dû mirî mane nayê.  Bi awayek ji awayan çemê heyatê diherike rêka xwe de. Me jin bi mînîbusa ku em pê hatibûn şand mala xalê min. Me mêran jî ling kirin qurbana gewde û em ber bi mala şînê ve meşiyan. Xalê min ê her rûken bû ji bo zarokên xwe tenê ne bav, di heman demê de hevalek çê bû. Di bavtiyê de qasî derûnînasek serkeftî bû. Loma ez her li halê zarokên wî difikirim. Dema li mala şînê me dest di stûyê hev re bir, bi tevî kovanek tîr li rûyê wan qelibîbû kêfa min ji zihabûna çavan re hat. Mala şînê cimacim bû. Mele bi her hatin û çûyînê re digot “elfatihe” û hemî dest bi hev re bilind dibûn, piştre li rûyan vedigeriyan. Sê kesan bênavber çay tije dikir û du xortan jî li civakê belav dikir. Xizmeta li hundir aîdî lêzimên kesê mirî ye. Li mala şînê guhê min her li ser dengê kesên rûniştî bû. Sohbeta gundiyan çi xort çi kal tev bi kurmanciyek pak diherikî. Di wan sê rojan de kêm caran ji nava gund dengê tirkî ber guhên min ket. Piştî bîst deqe wext bihurî ji bo kişandina cixarê derketim der. Sê zarokan li ser rê xwe xij dikirin. Ez hêdî hêdî ber bi wan ve meşiyam. Min pişta xwe da mînîbusa li nêzî wan û guhê xwe li dengê wan bel kir. Dema min wêneyên wan girt lawikê ji her duyên din mezintir hat cem min, bi tirkî got:
- Ev erebeya kî ye? Min bi kurmancî lê vegeran
- Nizanim a kî ye. Tu bi kurmancî nizanî ma? 
- Dizanim, min go belkî tu nizanî… 
Ez bişirim bi bersiva lawik re. Her du zarokên din jî hatin cem me. Geh bi kurmancî geh bi tirkî diaxifin navbera xwe de. Tişta balkêş ew bû dema bi kurmancî diaxifin "mîş"nedikirin.




Li mala şînê şîn sê roj e. Di wan rojan de gundî li hev xwedî derdikevin, her li cem hev in. Her roj piştî nimêja nîvroyê xwarina li gund çêdibe li salonek mezin a di bin camiyê de li ser sê sifreyên teqrîben dirêjahiya wan pênc metre ye tê raxistin. Çi gundî, çi kesên xerîb li wir xwarina xwe dixwin. Heta dawiya kesên dixwazin xwarinê bixwin bê, bênavber sifre ji aliyek ve tê paqijkirin, ji alikî ve jî xwarin li tê rast kirin.


Saet li dor şeşan mele deng bi xwe xist, li ser navê malbatê spasî ya gundiyan kir, civat hêdî hêdî belav bû. Gundî û lêziman kesên ji derve hatibûn ji bo şîvê birin mala xwe. Min û pistxaltî û birayê min ê ji min piçûktir bi awayek xwe ji wan xilas kir. Bi erebeya kurxalê min em çûn mala wan. Mal tije jin bûn. Min piraniya wan nedinasî. Yên min dinasî min li wan pirsî û yên nedinasî jî ya ciya min an jî xaltiya min em didan nasandin. Dema ez çar-pênc salî bûm carek bi diya xwe re çûme mala xalan loma yê xerîb ez bûm. Min dî jinek ji mala apanê ciya min e, ji birê min re dibê:
 - Dilo qe çere ye?  Birê min bi ken got
- Ne we teze li hev pirsî. 
-Wî çavê min birije ka li ku ye? 
- Ewê por spî ye... Em kesên li wir tev keniyan. Dîsa hat çavên min. Me ji nû ve li hev pirsî. Keçikek deh dozdeh salî bi çûn û hatina xwe re bala min kişand. Min ji xaltiya xwe re go ev qîza kê ye? Go qîza Hemê (kurxalê min) ye. Keçikê bi dengek bilind go naaa ez qîza Evla me. Ji tevgera keçikê re gelek kêfa min hat, lewre fikrên min yên di derbarê xalê min de keçikê bê ku haya wê jê hebe pesend kir. Piştî qelebalix sihêl bû kurxalê min ê ji min piçûktir hat me hinek sohbet kir. Go xwarzî dizanî min bavê xwe berî mirinê nedît, çar rojan li nexweşxanê mam kûçikbavan nehişt em bibînin, tenê carek diya min hiştin here cem. Hûr hûr keniya go: Dilo, sê çar meh berê dema em ji nexweşxanê bi hev re hatin mal, li malê nizam ji ku derket mesele hat ser nezewicîna min. Meta min jî li wir bû (diya min). Min dî xwe ji destê wan xilas nakim. Mi go: Meta min mezin e, heta ew nezewice ez nazewicim. Di nav ciyan de bavê min bi tîqe tîq keniya...
Roja duyem serê sibê hûr hûr berf dibarî. Ez û pisxaltiyê xwe ji mala şînê derketin. Me cixareyên xwe pêxistin û em di bin berfê de meşiyan. Pişxaltiyê min da pêşiyê û bi nav kuçeyên zarokatiya wî tê re bihurî bû ez gerandim û malên lêziman bi min da nasîn. Wexta em di ber dibistanê re bihurîn, çend zarokên dibistana seretayî gogên berfê havêtin me. (Emrê wan li dora heft heşt salan bû) Pişxaltiyê min bi ken ji wan re xeber da û gog avêt wan. Bêguman wan jî dilê  xwe rehet dikirin li me. Min çend gogên piçûk lê yên nerm çêkir û di nav caxan re da destê çend heban. Wan jî li min û pisxaltî vedigerandin. Wexta em têra xwe bi hev keniyan. Min go bi xatirê we û em meşiyan. Zarokek bi dengek bilind li dû me qêriya: 
- Xalo têm destê te. 
Pisxaltî got “de li min û pînc binêre” em bi tîqe tîq ji wir dûr ketin.
Xalê min yên ji mamostetiyê hatiye avêtin ji Amedê hatibû. Me cara ewil hev didît. Piştî hevnasînê û bihurîna wextê re min hîn pirs di der barê rewşa ziman a amediyan de kir. Agahiyên  heyî pesend kir. Bi tevlibûna kurxalê min re sohbet li dû edebiyatê çerixî. Piştî sohbetek dû dirêj xalê min got: “Nivîskarên kurdî pir pir qure ne, xwe li serê me ra çê dikin.” Ez bişirim...
Roja çarşemê serê sibê li der têpî hebû. Piştî xatir xwestinê kurxalê min em bi erebê danîn Kanîreşê û vegeriya... Dema me li erebeyên diçin Erziromê pirsî gotin berfê navbera Çet û Erziromê girtiye. Em hersê kesên bi hev re çûn li qehwexaneyek rûniştin. Sobeyek mezin li orta qehwê çikandî bû. Xirminiya sobê bû dişewitî. Em li dor sobê rûniştin. Çaya me hat, me çay vexwar û ji tîna sobê em kişiyan bin diwarê alî rastê. Guhê min dîsa her li ser dengan bû, mala Xwedê ava li vir jî sohbet bi kurmancî bû. Hê deh deqe nebuhurî bû belediyê anons kir got rêya Kanîreş û Çetê jî hat girtin. Hewes û hêviyên min di ro de çûn. Ez rabûm bi nava çarşiyê ketim û min pêgermok gerand. Tunebûna dengê zimanê dereke dil li min sivik kir, hew mabû per û bask bi min bikevin. Pexşana Dilawer Zeraq a bi navê "Kurmancî ji ku ye"  li hiş bû mêvan. Bi bişirîn min çavên xwe li lewheyên dikanan gerandin. Çend lewheyên bi kurdî li ber çavên min ketin. "Kanîreş pîde, Kanireş taxsi, Med market, Por-Rî (Erkek kuaforu), Yekbûn (Guzelik salonu Epilasyon& Cilt bakimi), Şiyar iletişim,..


Seat 13:00 de ji neçariyê em li mînîbusa diçû Çewlikê siwar bûn. Emrê şifêr di ser pêncî re bû. Wexta erebe ji nav çarşiyê derket. Şifêr deng bi muzîkê xist. Kirê cixarê hat min. Min dikir ji şifêr destûra kişandina cixareyek bikira, dengê Îbo mîna kefçiyê neşûştî atmosfera heyî xera kir. Wexta em ji nav sînorên Kanîreşê derketin hedî hêdî barîna berfê kêm bû û şilopeyê dest pê kir. Li Çewlikê baran dibarî, tenê li serê çiya qirek berf dixuya. Li ser rê û dor çiyan "kulubeyên ewlekariyê" bi hebûna xwe bînahiya çavan xerab dikirin. Di rêwîtiya seatekî de şifêr bi dehan caran bi têlefonê qise kir. Hema carek be jî kurmanciyê xwe şaş nekir. 
Valahî û bêdengiya otogara Çewlikê a nû meriv aciz dikir. Lewheyên du firmayên mezin tenê berçavê min ketin. Di rê de min ji her du hevalên em bi hev re bûn re got em bi fîrmayên mezin herin ji bo rehetiyê... Di serî de me fîrmayek  ji çavê xwe derxistibû. Me berê xwe da firmaya din. Xebatkar go erebeya ....nîn e. Me li firmayek ji bilî der û dora Çewlikê nedihat nasîn biletên xwe birîn. Saet çaran de xebatkarê firmayê deng li me kir, go erebe li benda we ye. Bilêta me da destê xebatkarek dî û em li dû derketin der. Texsî li benda me bû, bi lez em li texsiyê kirin û bilêt da destê hevalek û texsî bi rê ket. Piştî 10 kilometreyan li tesîsek bêhn vedanê em li ber otobêsa fîrmaya ku me ji çavê xwe derxistibû sekinî, go “keremkin vaye otobês”. Me go qey henekê xwe bi me dike. Hevalê bilêt pêra desthavêt bêrika xwe û bilêt deranî. Dîtina me dî bilêta me av û av çûye û bilêta heyî a .... yê ye. Piştî gengeşiyê em derbasî otobusê bûn. Îjar nimreyên qoltixan û yên biletê hev û din nedigirtin. Erebe ji Wanê dihat û diçû Stenbolê, nîvê erebeyê vala bû. Bi awayek pirsgirêka qoltixan hat çareserkirin. 
Seat 17:20 derbas bû otobês bi rê ket. Dema otobês ket nav sînorê bajarê Meletiyê polîsan otobês da sekinandin û dest bi sehkirina nasname û otobusê kirin. Tu nebê du rêwî îranî ne û wekî gumanbar li wan digerin. Ji Wanê bi çi awayî heta Meletiyê hatibûn kesî nizanibûn. Polîsan berê çentê wan sehkir û dûre qoltixên ew lê rûniştî  ji binîve rakirin. Li tişta lê digeriyan nedîtin. Her du rêwî ji otobusê daxistin. Kûçikê lêgerînê anîn, otobês sehkirin. Bi dehan otobus, kamyon  û tir rawestandin û berdan. Nêzî saetek derbas bû, polîsekî nasnameyên me anîn, dan me. Kalê ji Wanê siwar bibû bertek nîşan da. Ji polîs re go “ma ev heqê Xwedê ye bû deh car hûn me didin seknandin.” Polîs got “xalo em peywira xwe bi cîh tînin. Pasaporta van her du rêwiyan bi problem e loma em hûr lêdikolin. Herhal ji ber çavên hevalên din revîne ev her du rêwî.” Kalê bi hêrs got “ez heqê xwe li we helal nakim...” Polîs bi hêrs lêvegerand got “heqê xwe  helal dikî nakî bi kêfa xwe yî. Ez peywira xwe bi cih tînim. Ma ez berdim bila sibê here li bajarek xwe bipeqîne?...” Piştî saet û nîvê hatin eşyayê her du rêwiyan birin, paşê otobusa me berdan.  Dema em ketin tixûbê Qeyseriyê ji mijê çav çavan nedidît. Otobus mîna erebeya ga hêdî hêdî diçû... 
Tu nabê bi qasî saetek min çavê xwe germ kirine. Wexta rabûm saet heftê sibê bû. Otobus li tesîsa bêhnvedanê rawestiya bû. Ez daketim min cixare kişand, çend deqe nebuhurî erebe sazgar bû. Otobus ket otobanê, vîzîniya erebeyan di ber me re diçûn. Erebeya me jî xwe dabû destê rastê mîna kûsiyan diçû. Şifêrê di xew de bû şiyar bû û hat qêriya ser şifêrê dî. Ew rakir û bi xwe li qoltixê rûnişt, bi awayek ji awayan em gihîştin Boluyê. Piştre otobus xwe bi xwe çêbû... Heta em hatin otogara Stenbolê seat bû 15:00... 



Nîşe: Ev nivîs berê di malpera http://diyarname.com/news.php?Idx=33983 weşiyaye. 
Dilşêr Bêwar



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove