3 Aralık 2018 Pazartesi

Ez û Xwendina kurmancî 5





Dilşêr Bêwar
Wexta nûçe/reklama antolojiyên dengbêj Reso û Şakiro li medya civakî berbelav bû ji kêfxweşiya min re payan tune bû. Ji bo kêliyek beriya kêliyê antolojiyan bi dest bixim diqirqilim. Roja Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê derî dan serpişt min xwe li ber standa Weşanxaneya Nûbiharê dît. Bêpirs min rahişt her du antolojiyan bi bihîstina buhayê antolojiyan re kêf li min bû du qat. Antolojiyan di çenteyê de cih li xwe xweş kirin. Li mal û di rêya çûn û hatina kar de qelem û antolojî ji destên min neketin. Piştî xwendina antolojiya dengbêj Şakiro qediya min xwest hîn nîşeyan lê bikim leq bi tiliyên min û bişkokên klavyê neketin. Min jî berê xwe da antolojiya dengbêj Reso...


Îro dema çavê min bi nivîsa Cemil Oguz ket. (Hin çalakiyên kurdan ku nakevin serê min*) Min got, dilo de keremke kula xwe birêj. Ez bawerim hewce nake dû dirêj behsa deryaya dengbêj û dengbêjiyê bikim. Bawerim heta deng li rû dinê hebe wê di şevên tarî de pêşiya me ronî bike meşhelaya dengbêjiyê.
Her çiqas gengeşî û nirxandinên niviskî li ser dengbêj û dengbêjiyê kêm bin jî awayek ji awayan mijar her zindî maye li nav civakê. Civaka heyî her çiqas qedir dabe deng jî dengbêj û dengbêjî bi awayek neyênî pênasekiriye/dike. Sedem jî kilamên li ser evînê ne. Gotina meşhûr jî doxinsistî ye. Çi civaka nexwende çi kesên bi siyaset û edebiyatê re bilîne zêde serê xwe bi mijarê re neêşandine. Bê ku bav û kalên xwe û şert û mercên lê jiyane binasên bi awayek ezbere ji ber xwe ve qelaştine/diqelêşînin. Di şertên qîz û xort bi destê dê û bav xwe bê ku çi difikirin çi dixwazin were pirsîn hatine zewicandin de dengbêj û dengbêjî bûye neynik li rûyê civakê. Li orta civatê bêtirs kalyaye, nalyaye bi wê jî nesekiniye sehneyên pevşabûnê li dar xistiye di cimaeta jin û mêr, kal û pîr, qîz û xort û zar û zêç lê hazir in. Ev sekna pola a rexnekar çawa dibe doxinsistî?  Civaka ji bo çilkek xwînê qiyamet rakiriye mêr, jin... kuştiye lê bi bêhnfirehî hiştiye "doxinsist"! gotina xwe bi serbestî birêse ew paşverû ne an kesên xwedî etîket? Di kilama Dewrêşê Evdî de Evdoyê Hîzoyî (bavê Derwêş) bi devê dengbêj wiha di ser Mîrê Mîlan de dike qêrîn: “...tu rabe bîst û çar saetan têke sere êl û eşîra xwe cuhurê di hespane..” ** Bawerim ev mînak tenê ji bo wêrekiya rexnekariya dengbêjî yê besî her tiştî ye.
Di dema xwendinê de di nav rîsteyan de rastî gelek peyvên bi tirkî hatim. “bêşincî mezheb, yanax, adres, otirmiş, bacî, bekle, çamaşir, qawirme, yamacê, say dikim,  yaşlî, spî beyaz,..hwd. *** Bawerim hemwateyên van peyvan û yên din têra xwe di kurdî de hene û dengbêj ji min çêtir jî dizanin. Şakiro bi çi niyetê bikaranîne ez nizanim. Ji roja min dest bi xwendina antolojiyê kiriye vir ve ev pirs dev ji min bernade. Gelo kula "asîmîlasyonê û otoasîmîlasyonê" cara pêşî bi destê hunermend û dengbêjan li me geriya? Bawerim ev pirs hêjayî lêkolînê ye. Hêvîdarim akademîsyen û lêkolîner rojek berê xwe wê bidin edebiyata devkî û gelek tiştan ji hev veçirinin.
Hin çalakiyên kurdan ku nakevin serê minhttp://diyarname.com/article.php?Idx=6370
**cuhur: çewalê ku bi piranî bi ka û ceh dadigirin û dixin stûyê hespan ji bo xwarinê.
*** Antolojiya Dengbêjan 2 Dengbêj Şakiro. Weşanên Nûbihar.


Nîşe: Ev nivîs berê di malpera diyarnamê de weşiya
http://diyarname.com/news.php?Idx=33854

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove