17 Eylül 2019 Salı

Tacîz

Sewta kemana Farid Farjad tevlî gewriya êvarê dibû. Şêwekarê çend tayên spî tevlî porê wî yê dirêj bûbûn. Di paceya kafeyê re li herikîna çem mêze dikir. Sura bê carî şemalek dida rûyê avê. Bi dengê kenê re bi ser xwe ve hat. Ket temaşeya xwediyê kenê.




Keçika rengesmer têlefon ji ber guhê xwe danî. Biskên li dor rûyê xwe da alî. Bi çepilê fincana qehwê girt li ber pozê xwe gerand qimek jê tehmijî. Bi bişirîn hilmek ji cixareya xwe kişand. Piştî awirê wê devîdor mist dan li xwendina teksta şanoyê a li ber xwe vegeriya... Siya awiran nehişt konsantreyî xwendinê bibe. Bi rêya têlefonê çav li "whatsaap", "Twitter"," instagram" "snap" û hîn bernameyên dî gerand. Berî da hesabê xwe yê "CuriousCat"ê pirs di ser de xurucîn carna bi ken carna jî bi çêran pirs bersivand... Cixareyek dî pêxist. Çayek xwest ji garson. Hedûriya wê nehat. Xwe bi xwe axifî. “Bajar nîn e tîmarxane ye. Wey mi kîrê te ser tîkayî di qûna bavê te kiro... Aram be keça min te mûyên qûzê xwe ji xwe re ew qas nekir derd.”
Çavê xwe girt. Her du dest li ser çokên xwe bi cî kir. Tiliyên eşedê û beranok bi hev ve zeliqîn. Bi nav gul û çiçega ket. Da peyî sîperikan...
Berê xwe da xwediyê awirên parsek. Bi bişirîn lêva xwe gezt. Bi geztina lêvê re çavê parsek biriqîn. Xwediyê kenê porê xwe di paş guhê xwe de bi cî kir bi tiliya xwe ya qilincekê çend caran guhê xwe çelqand. Tilî berxwe va çûn nav lêvan...


Nîşe: pêşî li diyarname.com ê weşiyaye

9 Temmuz 2019 Salı

Kitêb, Kêr û Xwîn



Rûyê çiya yên bilind hê spî dikir. Li deştê dar li çîçegan rûniştibûn. Bîhna gul û giha rih li mera şîrîn dikir. Mi pişta xwe da diwarê xanî ketim, temaşeya sîperikan...
Piştî zikê têléfonê têr bû ji mal derketim. Dengê Şakiro bi rêya berguhkan bi mi ra derket gerê. Wexta nêzî mezela bûm "...Keremo lo lawo derd û kulên dunyayê pir hindik bûn va çi derman bû ji gavê din da te yê bi ser da li simbêla xwe kir..." dikakand. Hêstiran di çavê min ra havêt, mi xwe li wan nekir xwedî.


Dema ji nav mezelan derketim, xalê Evrihîm kulekên xwe li çêrê rast dikir... Bi silavê ra xwar bûm herim destan. Nehişt, herdu çavê min ramûsa. Piştî levpirsînê;

-Tu çextê hatî?

-Do êvarê xalo.


-Wele haya min jê çênebû, yan na ez ê bihatma bona te.
-Xwedê îmana te kamil ke. Xalo Rihê (Rihanê) mekteb xilas kir?

Bi ken go;

-Ê, ê salek e ogretmeniyê dike...

-Çavê te ronî be.

- Xwedê ji te razî be law. Te qala Rihê kir ket bîra min. Ha teyî te jî mekteb xwendiye, Rihê ji ciya xwe ra gotiye: Ez niha mektebek dinê dixwînim, îjar wezê bibim "eleştirmen."
Law ev "eleştirmen" çi ye?

Piştî hinek fikirîm, mi go;

-Xalo tu hê xwînê ji gohê pez berdidî ne?

-Erê law. (Kêr ji cêva çakêtê xwe deranî û gotina xwe rêsa) Ev kêr çil sal e bi min ra ye. Wexta ez û bavê te wan em diçûn Diyarbekirê paletiyê, mi li wir kirî. Xwedê rihma xwe li wan gişkan ke. Giş mirin...

- Xwîn neyê berdan çer dibe?

- Wê heywanê nexweş bimire law. Ma ev jî pirse tu ji min dikî?

Ez bişirim;
-Hêrs mebe xalo. Tu çer dizanî kîjan heywan nexweş e û bi rehetî xwînê ji goh ber didî, Rihê jî dixwaze bi mekteba duduyan ra wexta kitêbek xwend, mîna te bi dilkî rehet xwînê ji gohê kitêbê berde. Bi matmayîn li min mêze kir. Mi gotina xwe kudand;
Yanê wê kêmasî û rindiyê kitêba xwendî binivîsîne.

-Tiştek nayê serî ne wer?

-Na xalo bila dilê te rehet be.
Bi kenek sivik go;
-Ê tu kuda terî? Ez te ji rêya te nekim.

-Ez ê herim Kaniya Kevir. Bist sal in nigê min bi wan deran neketiye. Ez dîsa xwar bûm herim dêst, nehişt. Hat serê min.
Go;
-Ê oxira te a xêrê be. Hê qasî pêncî mêtreyî nemeşiyabûm, deng li min kir;
-Lalaw Dilo, were ji te ra cixareyek xweş bipêçim hê here...


Nîşe: Ev nivîs berê di malpera diyarname.com'ê de weşiyaye.

4 Temmuz 2019 Perşembe

JI AŞ Û BAŞ















Zûdeye bê kar im. Çend seate di xew de me nizanim. Ji ber êşa pişta xwe hişyar bûm. Çarşeva min havêtibû ser xwe mina pisikek li kêleka min di xewa kûr de ye. . Çûm serşokê şirînî bi klozetê ket. Min hinek av bi devê xwe werda. Ser û çavê xwe şûşt. Di neynikê de li xwe mêze dikim por rû û simbêlê min tevlihev bûne. (tobe be rojek jî simbêlê mi çêbûne) Dîsa vegeriyam odê. Mi têlefona pêncî û pênc tîş li ekrena wê ketiye ji şarzê deranî. Xwe li ser nivînan dirêj kir. Min "moda balafirê" ji ser têlefonê rakir û bû zirte zirta wê. Bi rûsarî min çavê xwe li peyamên fatûreyan û hîn peyamên ji alî partî û dezgehan ve hatî gerand. Berî da taxa "fîsqaya" yê biborin facebookê. Mi bi rûtirşî li kuncikê peyaman nihêrî nehlet be peyamek jî tune. Ecibandina parvekirinan dîsa ji hejmara tiliyên destan nebuhuriye. Tehma dev a heyî jî nema. Bi kenê xwe yê sanal bersiva çend şîroveyan didim. Hîn nivîsan dixwînim. Çend "like"yan li bin guhê wan dixim. Çend tîqetîqên sanal bê ku mû ji rûyê min bileqe bi hîn parvekirinan ve dizelîqînim. Hîn nivîsên kêfa min jê re hatî dixwînim lê naecibînim. Li twitistanê şerê eşîrî li dare. Xwe li tiştek nakim xwedî.
Çirinî bi derî ket...


-Rojbaş begê min tu hişyar bûyî?
-Rojbaş "kesnedî xanim"... Ma taştê tune?
-Ser û çavê xwe bişo hema hazir dikim. Ji bo bihna xanimê bêhtir teng nekim berî didim serşokê bilez serê xwe dişom. Radihijim kincên xwe yên qurmiçî... Dengê dil dibe law dev ji wan kincan berde wê jinik bi awiran te bigurê. Şalek kot û tîşortek teze ji bin utiyê filitîne li xwe dikim. Çar mûyên li ser eniya min mayî bi şewqet mist didim mîna dergûşek têr şîr xwarî vedizelin... Li ser masê rûdinim dest bi xwarina taşêt dikim. "Kesnedîxanim" Cixareya xwe pêdixe radihêle têlefona min.

-Zarok li ku ne?
-Ma dengê wan nayê te? Ew bi têlefonê ez bi xwarina xwe re mijûl dibim. Piştî çend cûtiyan dicûm radihêlim tasikên taştê di sarincê de bi cî dikim. Dîsa li ciyê xwe rûdinim ji pakêta cixareya xatûnê cixareyek pêdixim. Îskana çayê digrim derdikevim şaneşînê. Piştî çend kêliyan çavê lawikê piçûk li min dikeve. Destê xwe jê re dihejînim. Ew jî li ser biskiletê carek dû caran mi dibersivîne dîsa bi hevalê xwe re mijûl dibe.


Deng bi têlefona hevala em li hev rûniştine dikeve. Bi lêborîn têlefonê dibersivîne. Ez jî li vê nivîsa nîvco mayî vedigerim.
Sî şaneşînê digre bin baskê xwe. Piştî şûştin û ziha kirina şaneşînê carcima piçûk radixim. Minderan bi cî dikim. Ji hundir xwelîdank, cixare û pirtûka li ber deste digrim cî li xwe xweş dikim...
Radibim ji sarincê şûşeya ava sar digrim bi ser xwe ve dikim. Têlefon li ser dezgehe. Jinik dîsa wenda bûye. Bi ava mayî ra dîsa têm li cihê xwe rûdinim. Çavê min li bîna hember dikeve. Jinika ciran derî û paceyan dide serpiştê. Çavê min bi derpî û kirasê wê ve dizeliqîn. Ji bo aciziyek rûnede xwe bi têlefonê mijûl dikim. Lê çav dîsa berî didin derî û paceyan. Xwe bi xwe dibêm baqil be law. Dewr xerabe. Hema navê xerab li dû mera dixin. Pişta xwe didim malka cîran. Mizurî pêjgarî min dibe. Têlefonî hevalek xwe dikim. Bi ken dibersivîne. Rewşa heyî jê re şîrove dikim. Ji kena zikopişto dibe. Dibê:

-Law an îşev fîşek nepeqiyane an jî ji bo tu wê bibînî derî û pace dane serpiştê. Piştî kenê me dise em li edebiyatê vedigerin.Ciqas wext bihuriye nizam.
Dibê:
-Law gere ez têlefonê bigrim.
-Bûka min hat qey?
-Ji xwe li vir bû. Me dikir em derkevin der berî têlefon bikî. Niha mina bavkuştiya mêze min dike.
Biken dibêm law:
-Ça nabê çû ji kîsê min?Dibê;
-Law telaqê min neke qûna min rinde. Bê xatir dibê xirp û têlefonê digre. Xwe bi xwe dikenim... Jinik dibê xêre kenê xwe bi xwe ji me kêm bû. Rewşa heyî vedibêjim. Biken dibê:

-Bi misef hûn mêr tev sapixin. Dibêm hela xwe bide alî te manzara mi xera kir. Xwe nîşan dide dibê ji vê manzarayê rindtir? Bi bişirîn radibe tere hûndir.

Diyare hevalê dilê xwe bi qisedana di têlefonê de rehet kiriye. Bi lêborîn tê li cihê xwe rûdine. Heta niqeteya dawî datînim bin vê nivîsê xwe lê nakim xwedî. Gazî garson dike. Du çayên din ji bo me dixwaze. Cixarek ji bo xwe yekî ji bo min pêdixe. Nefesek kûr ji cixareyê dikişînim. Nivîsê qeyid dikim. Çaya me tê.... Nivîsa heyî ji têlefonê jê re dixwînim. Piştî xwendina mi diqede.
Dibêje:
-Heqe merû te bikuje.
-Çima?
-Law ma merû mejbûre behsa her tiştî bike raste rast?
-Ka rastî li ku ye? Dibe tîqetîqa me em bi halê xwe dikenin.

Nîşe:
Ev nivîs berê di malpera diyarname.com de weşiyaye.

29 Haziran 2019 Cumartesi

Ji Mihemed Salih Alî Mistefa Çend Gotin.

" Tişta herî şîrîn û bedew di axa me de jine"

"Jin wek mêşhingivin berhev dikin datînin û bihev re dixwin."

" Hinek jin wek dohejin  ji zêdehiyê bêhtir tiştek naxwazin"