Kitêbek dixwînim, hiş berê min dide zarokatiyê. Qederek çavê xwe didim hev. Em çend zarok di Gola Mele de xwe li avê dixin.. Ne bêhna gul û sosin û gul rihanan li ser bala me ye ne jî dengê ji xwerîstê di penge. Hebe tune be kêf û henek û lîsteke dinya me. Em xwe kutî avê dikin avê diavêjin nava çavên hev... Ji nişka ve Gulnaz xanima ku heta heftê saliya xwe bi çol û yabana diket, digo: "Raste erdikê me xwedî avhewayeke hişke. Xurifiyên me nabên ji qûnka me nayê em warikê xwe xweş bikin dibên: tehm di vê axê de nema ye. Ev gişk pîşkê wan çar tixayên ku berê xwe didin wê xopan Stenbolê û bi qatek çekên qumaş tên xwe li ser xaniyan tîk dikin û dibên: em him wezîr û him kizîrin... Li rû dinê tu tişt ne bê dermane. Miheqeq xaliq ji her derdkî re dermankî daniye. Nakevin dû dermankî peyda nakin rûdinin li çokên xwe dixin. Tû li sikumê we... Ser û bin çar kûlî pêjgarî me bûne. Helbet wê rokî her çar kulî biqefilin. Şukir em hê li ser erdikê xwe ne. Zikî me têr yek birçî be jî war warikê me ye. Çiyakên me yên porspî avan; zozan, newal, gelî û mesîlkên me gul, gîha û pincar; deştikên me zad; kanî û çemikên me masiyan di ser me de dibarînin...." dikeve qadraja hişê min. Hişo nahêle çend dilopên din ji vê kewarê bilopin bilez filmê diguhere.
Çenteyek li pişta min e, ez û Elîşêr (apê min) berê xwe didin dibistana ku em herfek jî bi zimanê wê nizanin. Heta pola duyemîn a dibistana seretayî navên me kumika tîpa "ê" ji dest bidin jî nav dimînin Alişer û Dilşer.
Roja ji bo derxistina nasnameyê berê me dikeve qezê, li qezê haya me jê çê dibe ku Elîşêr û Dilşêr qedexe ne. Bi bîhistina peyva qedexe re: lêv li bavo diqelişe. Em mît û mat dimînin. Bavo telikê xwe ji ser xwe datîne bi hustûxwarî dikeve odeya midur. Midur bi wê tirkiya xwe ya sar û cemidî dike miremir. Bavo bi eniya ku xwîdan jê diniqute kol û poşman vedigere cem memûran. Memûr li gor kêfa xwe navek li nasnameya min dinivîsînin. Dilşêr tê tune kirin û navek bi tîpa "B" yê li min û nasnameyê tê danîn. Elîşêr jî vediguhere Alî.
Em komek heval li devê rê ji xwe re dilîzin. Jîpek leşkeriyê ji jêlîv tê û berbi Xirbêsor tere. Ji hevalan yek dibê: -Dilo... dibêm: - Wer nebê Dilo û Dilşêr yasax in yasax navê min êdî B.... e. Ji wê çaxî şûn ve xwedî sê navî me. Di nav malbatê û hevalan de bi piranî Dilo me. Kêm caran Dilşêr im û li dibistanê jî B... im.
Di polê de halê me ne tu hale. Ne mamoste bi zimanê me dizane ne em bi zimanê wî. Rojek mifetiş tê pola ez lê me. Mamosteyê ku hero mîna elokê nêr xulexula wî bû bi hatina mifetiş re dikeve halê me yê bê zar û ziman. Destê wî li pêşiyê pevxistî carna bi serî hejandinê carna jî bi peyvek an du peyvan mifetiş dibersivîne. Mifetiş hevokek bilêvdike dibê: binivîsînin. Mifetiş li pêş mamoste li dû di nava sira/kursiyên ku em lê rûniştine de pêgermokê digerinin. Ji wê kirpekirpa ku ji bin paniyên potînên wan diçenge mêş jî newêrin xwe bileqînin. Çer mifetişê ku destê wî li paş piştê pevgirêdayî ji sira lê rûniştî me bihurî mamoste bi bayê bezê hevok li deftera min nivisî. Bi tiliyan îşaret dike ku kopiyê bidim hevalan lê ez fêm nakim... Wexta diyarkirî zû dibuhure. Mifetiş defterên li ber me bi niçe niçe kontrol dike. Dema tê kursiyê lê me dibe hime hima wî. Herkes li şûna xwe dimîne min berbi textê reş dişîne. Bi kulpe kulpa dil re li ber textê reş diçikilim. Wexta mifetiş destê xwe berbi min dihejîne: Dilkê min dike di devê min re derê. Dema dibê: - Eferim û dide çepikan hinek rih bi min ve tê. Bi rûyekî sor û mor bûyî û lerizîna çokan re têm li cîhê xwe rûdinim.
Mamoste û mifetiş derdikevin der. Em jî dikişin ber pacê. Ew li derve ji hev re xweş dikin.... Deng bi zengilê mektebê dikeve. Em jî berî didin derve. Li derve hikmê sir û sermayê li dare.
Mamoste Miho mîna boxeyê Spanyayî yê ku çav bi pîneyê sor ketî berbi me ve tê ewila ewil li min sor dibe. Lêxistina li min kirê kîna wî ko nake loma zarokek dişîne polê da ku cetvela wî ya meşhûr bine. Ricif bi canê mi dikeve. Bi hatina cetvelê re ewil tilî û bêçiyê kesê cetvel anî dide ber cetvelê...Halê me mîna halê kuçikê ku ji bêtaqetiyê hêsir bi çavan ketî ye.
Du cîp leşker dikevin nav gund. Mêr mîna gurê ku kûçik bi pey ketî heryek bi alîyek ve direvin. Xalê bavo titûna qaçax aniye gund ji bo firotinê. Bi bayê bezê berê şaşmeya di mal de, titûn û kasetên kurmancî dan qelexa li paş xanî. Leşker zêde li gund namînin. Li dû vekişîna eskeran xort ketin dû şop û îza wan... Wexta gundî êmîn bûn nema wê leşker li gund vegerin herkes vedigere ser karê xwe yê rojane. Bi tiliyên reşeşîn berêmin û Elîşêr didin qelaxê...
Em li polê ne. Qarewar bi nava gund dikeve. Bê ku em guh bidin mamoste dikişin ber pacê. Dîsa gundî wek dîkên bihev ketî bi ço û bêran ketine serhev. Mêrek dikeve erdê yên mayî lê sor dibin. Jina wî bi zarîn laçika xwe davê nav lingê şerkaran û xwe jî ji mêrê xwe re dike mertal. Pevçûna li wir disekine. Ji wan dused sêsed mêtro wê de Hecî Zekî û Hecî Ereb di cihoka aş de wek gamêşên di nêv golê de çoya bi dor direpînin nav ser û guhê hev. Qey tu dibê serê wan ê rût ne ji hestî û goşte lê ji tenekê ye naşkê lê dikope.
Hêdî hêdî em hînî peyvên bi tirkî dibin. Mamoste rojek dibêje: Ji niha û pêve bi kurdî axaftin him li dibistanê him jî li mal û nava gund qedexeye. Zarokek du zarokên ku tirkiya wan hinek pêşketiye erkdar dike da ku kesên bi kurmancî qise bikin bigrin bin qeydê. Ev erkdarî di destpêkê de bibe serêşî û em zarok bihev bikevin jî zêde najo. Zarokên erkdarkirî û mamoste neçar dimînin ji vê kirina xwe dûr bikevin.
Demsal bihare. Xwerîstê erd xemilandiye. Bêhna gul û giya li dare. Viçe viçe çûkên çolê ne. Car bi car merîna kar û berxan li guhê me dibe mêvan. Mamosteyê kinê qalind navê wî di bîra min de nemaye li derve dersa muzîkê li dar xistiye. Pişta wî li diwarê dibistanê ye. Me şagirtên pola çaran li dorê nîv xelek gerandiye. Carê şagirtek kilamek bi tirkî dibêje. Dor tê min dibêm: nizanim. Bi bihîstina peyva nizanim re mamoste ji cîhê xwe qil dibe û diqire ser min dibê: ez çîzo mîzo nizanim dor dora te ye tu yê mîna kera bistrê. Em herdû jî bi înadin. Ne ew ji a xwe dadikeve ne ez. Dawiyê de min bi lêxistina pêncî ço yî tehdît dike. Ji ya xwe nayêm xwar. Zarokek dişîne polê bi ço yê kêrtkirî re vedigere. Bi her destek min ve bîst û pênc ço yî datîne. Rengê rûyê min ji destê min sortir dibe lê nagirim.
Çemê heyatê bi hemî delodîniya xwe ve diherike. Şîdet, tirs û xof kêm dibe an em ji heyateke asayî dûr dikevin nizanim. Zanîna dizanim êdî gelek tişt ne di talaşa me de ye.
Dibistana seretayî li ber kutabûnê ye. Mamoste me çend kesan ji bo ezmûna dibistanên leylî (yibo) qeyîd dike. Di ezmûnan de em bi ser dikevin an ji bo ku rihê me ji me bişon me wek serkeftî nişan dide nizanim.
Zarokên beriya me dest bi xwendina dibistanên leylî kirine ser û guhê wan tim û daîm nitirandiye di nav gund de. Bi tirkiyeke xweşkok bi hev re diaxifin. Ne mimkune ku merû dilbijokiya wan neke.
Bavo min û Elîşêr dide pêşiya xwe. Em diçin qezê da ku ji bo dibistanê lazimiyên me bikire. Cara ewile em bi nava çarşiyê dikevin dukan bi dukan digerin. Bavo ser û guhê me dike. Ji kirtasiyê qelem û defter tên kirîn. Bêhna nanê tezê çarşi daye ber xwe. Piştre me dibe loxantê em cara ewil xwarina bi pere tê hazirkirin dixwin. Şûr simbêlê me yê bê mû nabire. Êdî bi coş û peroş em li benda roja çûyîna xwe a dibistanê ne.
Serê sibê dayê bi şeveqê re radibe taştê hazir dike. Di niçine me em radibin kincên xwe yê nipnû li xwe dikin. Direvin ber çem çend kulm avê davên nav ser û çavê xwe û tên li ser taştê rûdinin. Piştî xwarina taştê dayê qiravêtên me bi hustiyê me ve dike. Em radihijîn çenteyê xwe. Berê terin dest dayê. Dayê çav bi hêsire. Bavo dest davê bêrika xwe pereyê ji bo lazimiyan divê em herc bikin dide Elîşêr lewre yê çend meh mezin ewe û mezinî jî heqê wî ye. Li ber dolmişa gund a wê me bibe dibistanê em diçin destê bavo û ew tê çavê me. Erebe sazgar dibe. Here ku tu naçî

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove