21 Ekim 2021 Perşembe

XEWN

  Bi zerqa tavê re ji xew rabû. Rahişt misînê avê bi gotina bismillah re derê der vekir. Qederek çavê xwe li ser gund gerand. Li kuncikek rûnişt, derpê xwe heta ser çoka xwe ji xwe şiqitand, şirinî jê çû. Rahişt misînê kêleka xwe çend kulm av reşand cîhê şirikê. Rabû derpê xwe kişad jor. Xur bi şûna lastika doxina wê ket. Qora xwe xurand. Pêşên dêrî kişand bin xwe dîsa li ser çoka rûnişt çend kulm ji ava mayî avêt ser çavê xwe. Ser û çavê xwe bi pêşa dêrî zuha kir. Berê xwe da hundir.


ESRA DERENG

 Bi nasîna newayên zarokatiyê re wekî çaya esra dereng li "rihê" wî geriyabe beşişî. Rahîşt têlefonê rûpela xwe a facebookê vekir. Hêdî hêdî leq bi tiliyan ket. Nivisî, reşkir(dîsa) nivisî...

Di cihê xwe de bê lebat ma. Sermayê ew da ber singê xwe.  Zinge zinga didanê wî makineya li ser dişuxulî bi bîra wî xist. Ji cihê xwe rabû pêgermok gerand. Dîsa xwe bi xwe axifî.


- Na bavo na van tiliyên bênamûs ji bilî şixulandina wê dêwa hesinî bi kêrî tu gûyî nayên. Xwe bi xwe xweş diaxifim. Xwe berdidim binê newalên kûr. Rê û dirban gelî û mesîlan xweş dinasim. Min di qirş û qalan nîhayo. Wey Xwedê tu nehiştê. Qey te li ber serê min nekira pile pil nedibû. Di ku de diçim kanî û avsarkên min nedîne tên gûyê xwe di nav hişê min de dikin. Kuro bi Xwedê te dîsa daye navê. Ez nedim nav wê kî bidiyê bavo. Weleh wî camêrî rast gotiye em nikarin qasî misqalek  bi zimanê xwe bifikirin. Bajo berxê mino bajo. Çima nabêjî serê min ê kundir bi kêrî tiştek nayê.