21 Ekim 2021 Perşembe

XEWN

  Bi zerqa tavê re ji xew rabû. Rahişt misînê avê bi gotina bismillah re derê der vekir. Qederek çavê xwe li ser gund gerand. Li kuncikek rûnişt, derpê xwe heta ser çoka xwe ji xwe şiqitand, şirinî jê çû. Rahişt misînê kêleka xwe çend kulm av reşand cîhê şirikê. Rabû derpê xwe kişad jor. Xur bi şûna lastika doxina wê ket. Qora xwe xurand. Pêşên dêrî kişand bin xwe dîsa li ser çoka rûnişt çend kulm ji ava mayî avêt ser çavê xwe. Ser û çavê xwe bi pêşa dêrî zuha kir. Berê xwe da hundir.


Agir berda pêrxingê. Misînê mezin ê di êvar de tije av kiribû danî ser agir. Rahişt teşta nan û berê xwe da kewarê. Ji stûna ber kewarê bêjing ragirt hêdî hêdî paçê qulika kewarê derxist. Kulm bi kulm ard bera bêjingê da. Wexta êmîn bû têra xwe ard li bêjingê xistiye. Pîne dîsa xist qulika kewarê û berê xwe da ber pêrxîngê. Li ber pêrxingê cilek qetiyayî raxist. Rahişt misîn, hinek av berda nav teşta ard ,cihê xwe li ber teştê xweşkir û dest bi histrandina hevîr kir... Teşta hevîr nixumand.

Rabû ser xwe çay demkir. Demlik li kêleka misîn bi cî kir. Ji post hinek toraq bera tasek da. Berê xwe da tenekeya zeytûnan kulmek zeytûn kir sehenek tevî tasek şekir û du îskan danî ser sêniyek. Sênî danî ser cila ber pêrxîngê berê xwe da der... Piştî çêlek dotin golik berdan. Şîr danî malê dîsa vegeriya tewlê. Golik ji ber çêlekan girtin. Berê çêlakan da der. Li ber derî rahîşt herdu elban û çêlek ajotin. Wexta ji nav garanê vegeriya dît mêrê wê taştê xwariye. Dûyê cixareya kamaş mîna ewr xelek bi xelek ji nava lêv û firnikên mêrik berbî kulekê dikişiya. Bi helkîn herdu elb danîn. Li kêleka merê xwe rûnişt... Deng li mêrê xwe kir.

- Min çêlek tevli garanê kir. Îro tendûra me heye. Ez pêre nagihînim paşê golikan berde.

Mêrik bi bêhntengî wekî çêrî bavê wî kirine. Bi yek dengî go, "temam temam" û ji mal derket.

Jinikê rahişt qetek nan cût pêre jî ji xwe re çay tije kir. Çend qim li îskanê xist nexist rabû ser xwe.  Makîneya şîr sazgar kir. Hem qulpê makînê badida hem ber xwe de hûr hûr distira. Piştî şîr li makînê xist, çend kozên agir ji pêrxîngê kir ser kostasiyê û berê xwe da tendûrê. Kozên êgir hêdî hêdî di hundirê tendûrê li ber qula kulfikê bi cî danî. Guniyek û hinek pûş danî ser agir û du sê teltên sergînan danî dorê. Bi derxistina pîneyê di kulfika tendûrê ra ba fizikî, agir yekser alaw girt û dû berê xwe da kulekê. Şîşa pehn a tendûrê danî ser devê tendûrê. Sitîla biçûk li ser şîş û devê tendûrê bi cih kir. Sîtil tije av kir û berê xwe nav malê...

Her du zarokên xwe ji xew rakir. Serê wan şûşt û kincên wan lêkir. Zarok yekser derketin der. Piştî arava serê zarokan li der rijand. Der û dorê tendûrê da hev. Cila qetyayî raxist. Teşta hevir berxwe ve kir anî. Textê girik li ser dikirin danî ser cilê. Hinek ard berda ser text. Tasek av, havlêk û refik girt û li ber text cihê xwe xweş kir. Bi havlêkê hundirê tendûrê ji tozê vemalişt... Her carê girikek li ser text pehn dikir piştre li ser destê xwe çep û rast digerand heta qasî dirêjbûn berahiya refikê bi şikil dikir hevir li ser destan direqisî. Yekcar hevir li refikê dirêj kir. Bi destê rastê rahişt refikê refik bi diwarê tendûrê ve danî... Zarok hatin mal bi tarifa diya xwe re ji xwe re hevrişk çekirin. Piştî xwarinê dîsa berî dan navgund. Êdî hevir li ber qedandinê bû. Mêrik di derî de ket hundir.

- Kerê wexta navrojê ye te qet tişt çênekiriye?

- Tu nabînî va ye li ber tendûrê me. Ka tu here odê ez patileyek çêkim ji me re. Mêrik bêdeng berê xwe da odê. Jinik ji cîhê xwe rabû. Ji post hinek toraqa hêşinbûyî kir tasek û berê xwe da aşxaneya tendûr tê de... Piştî tepsiya patîle tê de havêt binê tendûrê ji cihê xwe rabû. Bilez der û dor da hev. Legan danî. Kincê xwe ji xwe kir. Bi ava di sitîlê de mayî serê xwe şûşt. Bilez çekên xwe li xwe kir. Patîle ser û bin kir. Nanê xwe di teşta nan de bi cî kir... Rahişt siniya patîle li ser ber bi odê meşiya... 

Bi dengê zengilê derî re ji xew şiyar bû. Hêdî hêdî ji cihê xwe rabû. Derî vekir. Bi ditina nêviya xwe a ji dibistanê dihat re keniya:

- Qîza kerê ma kilît ji bo çi bi te re ye? Nêviya wê bi tîqetîq keniya maçek diyarî sûretê wê kir û berê xwe da oda xwe. Piştî kincê xwe yên dibistanê guhert. Li ber pirka xwe çikilî.

- Babaanne annemle babam îşten gelene kadar bîr çay îçelîm mi?*

(Dayê berî bav û ciya min ji kar werin em çayek vexwin?*)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove