Rûtirşî li dîwanê rûniştî ye. Dûyê ji kozikan hilbûyî nahêle qoç û boçikên awiran lihev biqesidin. Sewta dilketiyê Esmera Şukrî li şevê diqelibe axîn û bişirînên di xewra çûyî ji xewnan hildibin.
Wêneya di xewna şevan de jî lê eyan nabe piştî dewraneke dûr û dirêj di qutîka wî ya dijîtal ji bo çend kêliyan lê dibe mêvan. Bi çavpêketina laçika dor bi morî re dilê wî yê deng û reng jê bilyayî hulkutikî. Bi wê hulkutîna lez û bez re çav li çavan aliqîn, perikên çavan çend caran perpitîn. Çirûska xemê a ji bin kaniya kilan disûjî berê wî da ziwanên li hinarikê rûya. Boyaxa li dêman û dor lêvan geriyayî bûye tirba ziwan û bîrîna li orta lêva jêrin. Bijang xweber ketin hev. Çav di pişta qapaxan de ji bo çend kêliyan da dû bîranînan. Bîrê derê qutiya bîranînan kîp kiribû kir û nekir tişt lê eyan nebû. Bi vekirina çavan re qutiya dîjîtal jî derî li wêneyê dada. Keliyên şaşwaziyê li dû man. Ji klavya hember nivîs herikîn ekranê li ser e. Dûyê pirsan û cixarê li hev piçikîn. Nego çavê mi birijin min nenasî. Go:
Çiqas guheriye?
Nivisa li ekranê go:
Ma tu neguheriyî?
Tîqîn bi erkranên li ser bûn ket.

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove