27 Eylül 2026 Pazar

Ez û Diyarname


Nizanim çend cara ji min tê pirsîn:

-Tu xebatkarê diyarnamê yî? Weke her car dîsa bersiv NA ye. Weke tê zanîn xwediyê malpera Diyarnam’ê Cemîl Oguz e. Cemîl jî tê de tu kesek ne xebatkarê heqbidest e li diyarname. Diyarname di serî de bi keda Cemîl û gelek hevalan heta îro hatiye. Ne Cemîl ne jî kesek din heta niha quruşek pere ji diyarnamê qezenc nekirine. Diyarname girêdayî tu dezgeh û fonan nine.


18 Eylül 2026 Cuma

XEMLA Qehweyî

 


Mîna ewrê ku çendeke li hişê me kurdan rûniştiye, sik û sar im. Bi wê rûtirşiyê re berê xwe didim binê wê dara çendeke li bin rûdinim. Sura bê, rûyê min û gul û kulîlkên li ber xwe dane dialêse. Xemla qehweyî ya ji qirika Xelîl Xemgîn dipenge, rihê min û payizê disû. Ezmanê li bin rûniştî me, sayî ye. Cî bi cî ewrên dişibin şekirên pembo yên çîlspî li ezman rûniştîne. Çend zarok li parkê bi qarewar xwe kil dikin.


13 Eylül 2026 Pazar

Kilîta Li Qutiya Dil (1)

Çendeke xav im. Qey tu dibê min çewalek xwê xwariye lewma agir bi nav û dilê min ketî ye. Bi êş û hesreteke azirî ve rapêçyayî me. Olana ji qirika dengbêjan jî dipenge nabe çare. Dizanim kurmê bêrîkirinê di dil û hişê min d Çendeke e dileqîn. Lê bêriya kê û çi ye nizanim. Avek çawa û bi çi rengî û ji ku bînim li vî arî bikim wê jî nizanim.

Sibeheke şeng a havînê li dar e. Em zarok û jin dîsa li beravê ne. Dengê ku serdeste çelpe çelpa ji bendenên me zarûyên ku xwe li avê dixin, vîçe vîça beytikên ku li ser çiqlê dara di tenga aş de terin û tên, wîle wîl û tîqetîqên qîz û jinên çek û firaqan dişon, merîna berxên virnî yê bi dû kulekan ketî, xelexula cûxilên xwe li hev radikişînin û nalîn û orîna çêleka li ber sikratê ye.


Diya min, xaltiya Esmer û çend jinên din di bongê axpînê de eriştê dibirin. Tu wekî ku fors û çalima xwe ravî jina xwe bidî li ser kenê li hember mala Tajdîn vedizelî. Her cara ku destê te yên terikî tere binê ken/kendal bi kulmek masiyên sûre re li ser ken vedigere. Di demek pir kin de kenê li ser vezeliyayî bi masiyên zik çîl spî re diçilvile. Bi bişirîn li me û li derdora xwe mêze dikî. Em bi halê xwe yê şilf û tazî masiyan didin hev. Tu jî di şûna ku masiyan li şirdanê bixî wê kêra ku qet ji xwe naqetînî ji cêva xwe dertînî. Tu zikê masiyan diqelişînî, em jî di çem de dişon. Ser û çavê te niha rind nayê ber çavê min. Lê rind dizanim emrê te di navbera gêncî û navserebûnê de ye. Çi heyfek ku hişê kor tenê dîmeneke flû ravê min dide.