Nizanim çend cara ji min tê pirsîn:
-Tu xebatkarê diyarnamê yî? Weke her car dîsa bersiv NA ye. Weke tê zanîn xwediyê malpera Diyarnam’ê Cemîl Oguz e. Cemîl jî tê de tu kesek ne xebatkarê heqbidest e li diyarname. Diyarname di serî de bi keda Cemîl û gelek hevalan heta îro hatiye. Ne Cemîl ne jî kesek din heta niha quruşek pere ji diyarnamê qezenc nekirine. Diyarname girêdayî tu dezgeh û fonan nine.
Diyarname bi kedeke xwebexşî bi rêve diçe. Bawer im di nav hevalan de belkî yê herî kêm ked daye diyarnamê ez im û ev etîket çima bi min ve zeliqiye wê jî nizanim. Diyarname yek ji wan malperên di qada xwe de ya herî azad e. Di qada dîjîtal de diyarname xwedî arşîveke herî xurt a van bîst salên dawî ye. Ez jî yek ji nivîskar û edîtorên diyarnamê me. Li diyarname tu nivîs bê xwendin nehatine/nayên weşandin. Nasnameya xwediyê nivîsan tu edîtorî eleqedar nake. Tişta esas tê girtin qalîte ye. Nivîskarên diyarnamê bi her awayî azad in di mijar û cureyên nivîsa xwe de. Bêguman weke her malperî diyarname jî xwedî hin rê û rêgezan e, her nivîs û nûçeyê jî naweşîne. Nûçe an jî nivîs dema hat ber destê edîtoran tê xwendin. Nivîsên ku Cemîl bi xwe xwendibin û problemeke cîdî tê de tune be Cemîl bê pirs diweşîne. Ger qasî misqalekî ji dudil be di derbarê nivîsan de dişîne ji edîtorên din re û bi wan re dişêwire. Her nivîsa edîtoran erê yan jî ne erê kirin rastî vê pirsê dibe: Çima? Piştî ku 'çima'yê cihê xwe dît an tê weşandin an jî nivîs li xwediyê xwe vedigere. Sûcdarkirin û pirsek din a li paşperdeyan digere ev e: Diyarname malpera mêran e. Ev pirs jî bi piranî ji aliyê jinan ve tê kirin. Ez bi xwe gelek caran bi vê pirsê re rû bi rû mame. Ev buxtan û derewek zir e. Çima buxtan û derewek zir e? Ji ber ku ez şahid im heta niha teklîfa kunciknivîskariyê çûye ber gelek jinan. Wek edîtorekî diyarnameyê min bi xwe li ser navê diyarnameyê teklîfa nivîsînê li gelek jinan kiriye û azadiya kunciknivîskariyê li ber lingên wan raxistiye lê nenivîsîne. Ger hevalên jin li sûcdarekî digerin bila berî herkesî û tiştî berê xwe bidin xwe.
Nîşe: Êdî nema dixwazim bi pirsên bi vî rengî re rû bi rû bimînim.
Bi gotineke din diyarname mala kurdî/me ye!
Welhasil rewşa heyî eve.
Li gel sila

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove