18 Nisan 2018 Çarşamba

Bersiva pirsên Ferzan Şêr


Wek tê zanîn weşanxaneya Dara yê li ser navê Ehmedê Xanê pêşwaziya xelatê a wêjeyê li darxist.  Encam roja îniyê diyarbûn. Di beşa romanê de Nûdem Hezex ser ket. Malpera "sputniknews"ê hevpeyvîn çêkiribû bi xelatgiran re. Nûdem Hezex di hevpeyvînê de wiha pêde çûbû: "Di beşa romanê de xelatgirtin, min qet hêvî nedikir lê ez bêhtir ji helbestê bi hêvî bûm. Ya romanê min di got qet nadine min, lewra encam surprîz bû bo min. Nêzîkê sê salan e ez li ser wê romanê dixebitim, ne qediya bû ya rast, ji bo bigihêjime peşbaziyê min hinekî ecele jî kir, redaksiyona dawî jî hîn nehatiye kirin." 
Li ser van gotinan min li tiwiterê wiha nivîsibû:"Xelat" hatiye dayîn. Xwediyê xelatê gotinên eletewş dike. Jûrî yê xelat daye metnek ne temam kirî. Nûçe hatiye belavkirin. Lê  eletewşiya rûdaye bala tu rojnemevanê kurd nakişîne. Dibên tu jî tiştek naecibînî. Babam weleh kirina bûye nayê daqurtandin." Piştî hîn gengeşiyan min di bloga xwe di bi sernavê "Ez û xwendina kurmancî 5" nivîsek nivîsî. Hêja Ferzan li ser vê tiwîta min ev xal lêkirine ezê jî hewil bidim bersiva xalan bidim.

 Evin xal'ên Ferzan Şêr:
"Kekê Dilşêr; 1. Her roman ne temambûyî ye. Gelek berhemên Kafka netemam in.

2. Hêvîya xelatgirtina nivîskar kesî eleqedar nake ji juriyê. Li gor nêta nîne.


3. Xelat nayê wê mahneyê ku romana herî baş yê dunyayê, tê wê mahneyê ku çend roman hatibe şandin di nav wan de ya baş ew e."


1. Mexsed ne "netemam" bûna edebiye. Îtiraz li kar, xebat û bêcidiyetê ye. Gelo nivîskar çend roj û şevên din li xwe biherimanda wê qiyamet raba? *

2. Helbet. Lê te çima ev pirs pirsiye min fêm nekir.

3.Ev nêzikatiyeke lê nêzikatiyek dîtir heye ku berhemek hêjayî xelata yekemînî tune be nayê hilbijartin. Sedemê rexneya min ew ku em li hember ziman û edebiyatê hesasbin û cidiyetê lê bigrin.

*
Nûdem Hezex ev nivîs li rûpela facebooka xwe belav kiriye.

"HESÛDÎ HÊSTEKE MIROVÎ YE
LÊBELÊ ZEXELÎ NEXWEŞÎYEKE XESARKER E

Nûdem Hezexê di beşa romanê de bi ser ketiye di hevpeyvîne de wiha dibêje: "Di beşa romanê de xelatgirtin, min qet hêvî nedikir lê ez bêhtir ji helbestê bi hêvî bûm. Ya romanê min di got qet nadine min, lewra encam surprîz bû bo min. Nêzîkê sê salan e ez li ser wê romanê dixebitim, ne qediya bû ya rast, ji bo bigihêjime peşbaziyê min hinekî ecele jî kir, redaksiyona dawî jî hîn nehatiye kirin." Hezex  bi van gotinan re kêmasiya metna xwe û bêcidiyeta xwe a li hember vê xelatê diyar kiriye. Hezex bi gotinên xwe re lingê jûriyê jî kiriye solek teng. Ev hevpeyvîn hikmê gotinê dîsa bi bîra me dixe. Bi taybet qisedan û nivîsîna bi raya giştî re. Divê  merîv berî  gotinek bike du caran zimanê xwe gez bike.

Dilşêr Bêwar

Her tiştên me li ser şovê radipelike ango hildikişe... heger wiha gotibe nivîskar ev quretî ye yanê dibêje ku ez bi romana neqediyayî û ne redektekirî û nizanim çi û çi çûme ser hêvê...


Çore Arda


û

Çûxê Mino

Çûxê mino ji hiriya berana

wey malê mino ji hiriya berana
Dabû ristin bi destê nezana
wey malê mino bi destê nezana
Çûxik teng e negirt milan e
wey malê mino negirt milan e

Çûxê mino ji kejiya bizina

Wey malê mino ji kejiya bizina
Dabû ristin bi destêt mezina
Wey malê mino bi destê mezina
Çûxik teng e negirt ji bazina

Çûxê mino ji miyên karika

Wey malê mino ji miyên karika
Dabû ristin bi destê keçika
Wey malê mino bi destê keçika
Çûxik teng e nagirit zendika
Wey malê mino nagirit zendika"

Eve halê me. Ji bilî "hevali"ya ser facebookê nivîskar nasnakim. Ez tevlî pêşwaziyê nebûme. Bi gotinek din ne raqîbê  wî me.  Ez çima dexesiyan bikim? Ew nebûya yekem jî wê kesek din xelat bigirta. Ne hewceyê dinyayek nû ye. Edebiyat , nivîs û huner karê hesas û herî zorin. Ne tenê şexs bi awayek gelemperî ya her tişt pir tên mezinkirin an jî basît tê dîtin. Bi gotinek sade di navbera şêwaz û çanda devkî û  çanda nivîskî û modern de divê ferqek hebe.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove