Qutiya Dil
Zû de ye min û helbestê xwe ji hev şûştiye. Min ê ku bi xwendina her rîsteyê re reng û deng li dinyaya xwe ya rihî zêde dikir, niha ji xwe û ji her tiştên di xwe de gelek tiştan dihebîne kerixî, li perê vê dinê dimilmilim.
Êdî ne helbest, çîrok û roman, ne jî nivîsên teorîk li hiş û dilê min ê ku veguheriye qeşayê tesîr dikin. Ewrên reş ên ku sedan sal e li ser me û welatê me dilopên xwe direşînin, niha bi timtêl û pêlên nebînayî ve dibarin...
Teknolojiya ku hatibû îcatkirin da ku kar û barê mirovan hêsan bike û tehma jiyana heyî zêdetir bike, bêtehmiyeke nebînayî li giyanê mirovan zêde kir. Êşên gund û bajarekî ku ji bo temenê mirovekî pir mezin bûn, bi pêşketina teknolojiyê re êş û kulên tevahiya dinyayê awayekî ji awayan di ser wî însanê biçûk de reşandin. Ew jî bû sedem ku mirov ji gelek aliyan ve bipelixe.
Lewre mirov, çi bi zanîn çi bi nezanîn, ji nû ve ketiye dû lêgerîna wî rihî û wê xweşbêjiya ji-dest-dayî, da ku qutiya dilê xwe veke û di qutiyên dilên hatine vekirin de xwe ji nû ve biafirîne.
Loma her diçe nivîsên otobiografîk û monologên navxweyî zêde dibin û xwendevan jî bêhtir bala xwe didin van cure nivîsan. Xwendin û fêmkirina nivîsên bi vî rengî rehet e. Lewre kesên ku van nivîsan dixwînin, xwe di nav wan rîstan de dibînin; dibînin ka çi ji dest dane û bi sekna xwe, bi peyv û gotinên ku bi kar anîne, çi xweşî û tofan li rihê xwe û derdorê de rakirine.
Helbet mirov dikare geşbûn û zêdebûna vî cureyî wekî reveke ji cîhana derva jî şîrove bike, lê bi min ev meyleke bi dû xwebûn, xwenasîn û mirovbûnê ye.

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove