4 Nisan 2022 Pazartesi

Di Edebiyata Devkî Da Motîfa Memikan

 

Edebiyata devkî berhema jiyana sirûştî ye. Ji tecrubeyan zaye. Eger em bi çavên   îro li wê deryaya rengîn mêze bikin, em ê her tiştî şaş şîrove bikin (û jixwe em dikin jî!). Bi hilatina tavê ra aşê debarê ziviriye û hemî endamên civakê pê ra rabûne. Bi daketina tariyê ra “şer”ê hilberîna heyata rojane rawestiyaye. Bi hatina şevê ra “fêkiyên ku hatine berhevkirin” li sifreya heyatê hatine raxistin. Di Ode/diwanan da, şevbêrk hatine gerandin. Ode/diwan veguherîne dibistanan. Û di wan dibistanan da, bi şertê ku qisedan/derbirîn estetîkî be her tişt bêsansur ketiye ber pirsê û şîrove li ser geriyaye. Bi gotineke din, bi hatina tariyê ra şerê heyata rojane tevizî be jî teslîmî tariyê nebûye, bi afirandinên edebî ra şev/tarî çûrisandine. Vê çûriskê şewla xwe berdaye ser rojê jî. Lewra xebata rojane gelek caran veguheriye festîvalên hunerî.



Zimanê nivîskî, roj bi roj geş bibejî, her ku diçe ji çavkaniyên xwe yên esasî  bêpar dimine. Lewra jî Celîlê Celîl dibêje : “Zeman dermanê her tiştî ye, lê dijminê folklorê ye(1)”. Em îro nikarin xwe bigihînin wateyên gelek peyv, motîf û sîmgeyên di nav edebiyata devkî da bi cî bûne. Di edebiyata devkî da, erotîzm bi motîfên weke “sing û ber”, “dev û lêv”, “bistan û memik” cî digrin. Ji ber ku sing, dev û lêv aîdî herdû zayendan e zêde balê nakişine ser xwe.
Ev motifên ku dengbêj û kilambêjan di neqişandina kilaman da bi kar anîne bûne melhema dil û birînên evînî, îro li ser pişta dengbêjan bûne/kirine bar.

Cîhan Roj di nivîseke xwe da dibêje: “Çiçik: Ji bo hinavên zarokên keç yên piçûk tê gotin.  Memik: Ji bo beşê bedena keçikên azev. Bistan: Bo hinavên pîrejinan. Pêsîr: Bo jinên bi zarok, ji bo memikên bi şîr tê gotin (2)”. Piştî pênaseya Roj, em bi rehetî dikarin bibêjin: 1. Qîza ezeb bi zewacê ra çawa ku qîzanî li dû xwe hiştiye her wiha beşek azadiya xwe jî pê ra ji dest daye. Memikên wê ji fonksiyon guherîne, bûne/dibên pêsîr. Bi qewlên zewacê ra êdî jin û mêr aîdî hev in, lewra ne pêkan e ku weke berê serbest û aza bin. Civakê jî rê nedaye ku kes bikeve sinorê vê pevrebûnê. Lewra pêsîr nebûne/nikarin bibin motîfek erotîzmê. 2. “çiçik û pêsîr” aîdî dergûşan in û masûmiyetê temsîl dikin. Dema ku dergûş birçî bûye, jinan li her derê bê xem pêsir-li hin herêman çiçik ji tê gotin- avêtiye devê dergûşê. Ev jî delîleke bê emsal e ku  civakê bi çavekî masûm li çiçik û pêsir mêze kiriye.

Rohat Alakom di kitêba xwe ya bi navê “Folklor û jinên kurd (3) “da, motîfa memikan di bin sernavê “Di sitranê kurdî de navçeyeke erotîk: memik   ji gelek aliyan va ji hev veçirandiye. Bawer im xebata herî dorbihêl a di derbarê motîfa memikan da ev lêkolîna berdest e. “Dema gilî ji Mem û Zîn hatiye vekirin, di berhema Ahmedê Xanî de em rastî çend îfadeyên li ser memikan jî tên, wek “keçen memikhinar” û “keçên memikgilover”. Ev agahî ji bo min nû bûn, loma min berê xwe da çavkaniya ku Alakom destnişan kiriye. Bi lêgerineke kurt a li ser înternetê min xwe gihand PDF ya “Mem û Zîn”ê ya ku ji alî M. E. Borzaslan li tirkî hatiye wergerandin (4). Bi rêya lêgeroka PDFê di kitêbê da min çavê xwe li peyvên “keçên memikhinar” û “keçên memikgilover” gerand. Di beşa ferhengê da peyva “Kewaîb: Memikgilover”derket pêşberî min.
Ji nav kitêbên xwe min “Ehmedê Xanî Mem û Zîn a Kadri Yildirim” û ”Ehmedê Xanî Mem û Zîn a bi kurdiya Îro: Jan Dost (5)” li ber xwe raxistin. Bi alikariya PDF yê zû gihiştim encamê. Ehmedê Xanî tenê carekê rasterast peyva memik bikaraniye: “Sêvînzeqen û memikhinaran” Min çi li ser tora înternetê be û çi di nava berhemên çapkirî yên li berdest be lêkolîna xwe berdewam kir. Di kitêb/dîwana Melayê Cizîrî (6), Feqiyê Teyran(7) û Memê Alan(8) da, rastî peyva memik nehatim. Di kilama "Delala Çiyayê Mazî"a ku di pirtûka bi navê “KURDISCHE ZAMMLUNGEN (9)” ji hêla Eugen Prym û Albert Socin va hatiye çapkirin da, motîfa memikê wiha hatiye bikaranîn: “dirêjê bejna te zirav e mina minara Mêrdînê, memikê te minanê sêvê Dalilê Gurînê..

Di bin siya van berhemên berdest da, em bi rehetî dikarin bibêjin ku peyva memik weke motîfeke erotîk ji alî Ehmedê Xanê, Dengbêj Evdalê Zeynikê, Reso, Şakiro û ji Kilambêj/Stranbêjên mîna Miradê Kinê, Huseynê Omerî, Ciwan Haco û hwd. va 350/400  sal in tê şuxilandin.

 

 Di Antolojiyên Dengbêjan ên ku ji alî Omer Guneş û İbrahim Şahin va hatine amadekirin de, motîfên erotîzmê di nav kilaman da bi van jimarên li jêr cî ji xwe ra dibinin. (10)


 

 

 

 

Reso

Şakiro

Huseyno

Kilam:           111

     266

       175

Dev û lêv:          4

       67

          7

Sing û ber :      13

      77

          6

Zerbistan:        0

        9

           0

Memik:            17

      47

           51

 

 

 

 



Dengbêj Reso:
Ez diçûme bajarê Diyarbekir derî dadayî
“…ezê di bextê we da me
herçî kesê rabe destê xwe di ser dilê xwe da dayne
di gaziya sarê mala bavê min da here
pêşiya terş û talanê mala bavê mi
ji pêşiya cerda Erebê reş ê Mewalî vegerîne
bira were ez pêşkeşa wî daynim palê pûrkirî pûlê nuqusandiyê palkirî
eger pê qayîl dibe bira qayîl be,
qayîl nebû  şevê di payîzê hanûn di kalîn donzdeh seatê
ezê pêşkeşa wî daynim ewan cotê zermemikê di paxila xwe da çardeh salî
serê memikane teze nû hildayî hey lo lawo…”


Vebêj/kilambêj keçeke çardeh salî ye, ji bo mal û canê hezkiriyên xwe xilas bike ne xwe ango ne tevahiya bedenê û qîzaniya xwe lê memikê xwe derdixe ber “bazar”ê. Şertê hatiye danîn ne zewac e lê tawafa memikan e. Kesê bixwaze memikan tawaf bike gere kuştina xwe li ber çavan bigire. Keçik jî beramberî kuştinê xezîneya xwe ya bê emsal daniye. Li vir em dibinin ku “kilîta memikan” tenê di destê keçikê da ye. Bê destûra keçikê ne mimkun e ku tu kes xwe bigihîne wê mêweya kal.


Dengbêj Şakiro:
Derd û meraqê min:

“ca tu rabî, gilî gazin û loma ji dilê min û xwu va neke 
kilîta cotê zer memika teslîmê te bikim tu ji xwe ra di cêva xwe ke 
rojê careke bîhna te teng dibe tu vê sibengê 
kilîtê lêxe ji xwe ra derê cotê zer memika veke 
heyanî mîla ber şefekê ji xwe ra pê şa be bike kêf û bi henek e 
miskînî heramê mêrê mi şeytan e dêrisê gunda da xeberdar neke ax hay 
alîkî singê mi ji te ra gul e, yek sosin e, yek çîçek e
tu rabe qasekî tevî heval û hogirê xwe tim û tim cara lê rûnê 
temiya mi li te be li qarişî wî heramî tûxleka jê xirav neke “

Kilam bi devê jinê hatiye gotin. A ku memikên xwe pêşkeşî hezkiriyê xwe dike ne keçeke ezeb e lê jineke zewicî ye. Me li jor got ku memik aîdî keça ezeb in. Li vir tu nakokî tune. Keç/jin bêdilê xwe zewiciye. Wexta ku behsa xwe ji hezkiriyê xwe ra dike, xwe bakîr dihesibîne. Keç/jin mexdûr e loma dengbêj li vir sinor/qewlê zewacê nanase û dibe berdevkê mexdûr.


Dengbêj Huseyno:
Silê Sedîkê

“…heft birayê min hene, temamî bi hev ra çûne rew û nêçîrê
birayê min ê piçûk pir di dilê min da şîrîn e
ezê bi qurbana te bikim sertacê xortan û egîta ha van cindiya
eger gava delaliya dilê mi pê qaîl bû ji xwe qaîl bû
gava qaîl nebû cotê zer memikê xwe yê çarde salî ji te ra serbest kim
tu ji êvarê hetanî sibê devê xwe têxe nava cotê zer memikê mi porkurê
li xala gerdena min hê dirêj in…”

Keçik ji bo dilê delalîkê xwe bikirre/xweş bike, piştî qurbankirina, “birê hogeçan, kozê berxa, keriyê miya û heft bira” yan, ancax memikê xwe pêşkeşî hezkiriyê xwe dike.


Keça ezeb: Kesa bakîr, takekesa nûgihayî ya azad e.
Memik: ev beşa bedena keça ezeb, berî her tiştî kana ava heyatê ye: Ev mêweya kal a “nederbûyî”, ji bo berdewamiya heyatê, kaniya herî comerd û pîroz e. Zanistê jî ev pîrozî pesend kiriye. Lewra zanist ji me ra dibêje; şîrê dê ji bo zarok, xureka herî xurt û bi ewle ye. Memik ji alî fizîkî va tişta herî berbiçav e ku mêr û jinê ji hev cihê dike. Ji alî şiklî/dîtbarî va bi giloverî û belbûna xwe ya zindî bedena qîz/jinê dixemilîne û qîz/jinê bedewtir dike. Ev xeml û bedewî dihêle/dibe sedem ku memik weke motîfeke ji motîfên berbiçav yên estetîkî û erotîzmê derkeve pêş.

Endamên civaka ku ev motîf afirandine, bi tecrûbeyên xwe yên bi heyatê ra haydarî van taybetmendiyan in. Lewra civatê motifa memikê weke biresereke zayendî nenirxandiye. Ev jî bûye sedem qîz, xort, jin û mêr bi rêya kilaman hezkirina xwe bêsansur eşkere bikin. Qîz û xortan peyamên xwe bi rêya kilamanên ku diavêtin ser hev gîhandine hev. Bi pesin, lîrandin û halan ra gelek caran kilam avêtina serhev sînorê erotîzmê jî li dû xwe hiştiye. Motifa memikan ji van kilamên ku avêtine ser hev zaye/afiriye. Dengbêj û kilambêj jî bûne berdevk û ev motifa heyî bi gotinên xwe bêtir xemilandine/estetîze kirine û bi rêya dengê wan ev motif li seranserê welat belav bûye. Asimlasiyonê mîna giyaya firêzê ev çanda qedim dorpêç kiriye, cî bi cî rizandiye û para mayî ji bi rengê xwe nuxumandiye. Loma hin beşên civakê, dengbêj û kilambêjên di vê serdema dawîn da “perdeya şermê” kişandine dor û berê vê motifê.

 Wexta ku meriv bi baldarî bala xwe bide edebiyata devkî – îstisna hebin jî- keça ezeb bi gelemperî weke motîf/semboleke hûnerî û xelat/soza bihevrebûna hetahetayê, memik tenê pêşkeşî hezkiriyê dike/kiriye.


1. Folklor, zargotin û cureyên wê. Eşref Keydanî.
2.https://diyarname.com/article.php?Idx=1031
3.http://www.nefel.com/epirtuk/pdf/rohat_alakom_folklor_u_jinen_kurd_02.pdf?NR:125
4.
https://tirsik.net/danegeh/pirtuk/ehmede-xani/Mem%20%c3%bb%20Z%c3%aen%20-%20T%c3%bcrk%c3%a7e.pdf
5. Weşanên Avesta
6. Melayê Cizîrî/Dîwan :Weşanên Roja Nû
7. Feqiyê Teyran: Jiyan, berhem û helbestên wî. Xalid Sadinî Nûbihar
8. R. Lescot: Textes Kurdes Memê Alan 1942
9.
https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/C8S4TNLX7E.pdf
10.Antolojiya Dengbêjan:2 Dengbêj Şakiro, Omer Guneş& İbrahim Şahin Weşanxaneya Nûbiharê

 

 

       

 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove