7 Nisan 2018 Cumartesi

Kevoka Spî û Romansek Çilmisî

Pirtûka yekem: Kevoka spî

Kevoka spî ya Firat Cewerî ji heşt çîrokan pêk tê. Ez dê hewil bidim di derheqê çend çîrokan de hest û ramanên xwe bi we re par ve bikim. Zimanê nivîskêr sade û herikbar e. Ez bawer im her kurmancê ku li gundan jiyabe wê bi hêsanî jê fêm bike bêyî ku serî li tu ferhengan bide.




Kevoka spî:


Mijara çîrokê derûniya xortê ku li ser navê “namûs”ê xweha xwe dikuje ye. Balkêş e. Wek kêmasî, nivîskêr ji dêvla Enqereyê, Ankara bi kar aniye. 

“Gulleya pêşî ku berdabûyê mêjiyê wê ji hev belav kiribû û ji ber ku bera eynî cihî dabû, lê keçik bi gulleya pêşî re çokên wê fisiyabûn û hêdî herikîbû erdê, her heft  gulleyên ku berdabûnê li eynî cihî ketibûn.” (rûp. 17, rêzik 7). Nivîksar dibêje mêjiyê keçikê bi gulleya pêşîn re ji hev belav bûye; paşê, wek xwe biderewîne, dibêje ji ber ku berdabû eynî cihî. Bi wê jî nasekine, paşê carek din dubare dike, her herft gulle bera eynî cihî dabûn. Xuya ye ku nivîskêr di vê hevoka dirêj de meqseda xwe ji bîr kiriye. Bi gulleya ewil re mêjiyê keçikê belav bûbe, îca çawa her şeş gulleyên din li heman cihî ketin? Nakokiyeka din jî ev e. Em ji çîrokê fêm dikin ku birayê keçikê xwendevanê zanîngehê ye û hîç çek bi kar neaniye. Gelo kesê çek bi kar neanîbe kare wek sekmanekî heft gulleyan li yek niqteyê xîne?


Doktor Sertac:


Wek ji navî jî diyar e, mijara çîrokê Doktor Sertac e. Doktor Sertac kesek ji malbata Şêx Seîd e. Doktor ji ber qelewbûna xwe du caran emeliyat bûye û hê jî nikare kincên bi dilê xwe li tu konfeksiyonan bibîne. Doktor Sertacî dil berdaye mamoste Perwîn ya kurdperwer. Ji ber ku Perwîn guh nadeyê, ew wek cewrik bi dû qûna Perwînê de dike nûzenûz. Doktor Sertac araqvexwar e. Li ser maseya wî ya xebatê (ya li malê), wêneyê Ataturkî çikilandiye. Komarparêz e, kemalîst e. Doktor kesekî wilo ye ku dilê mirovî jê dixele. Bi kurtî, çîrok ev e. Ji bilî çîrokê, mirov dikare her navî li vê “çîrokê” bike. Nivîskêr çîrok kiriye qûrbana kîn û xezeba xwe. Çîrok ji xwe re kiriye bahane û ketiye dû reşkirina malbata Şêx Seîd. Nivîskêr hew carekê navê Şêx Seîd bi kar aniye, ew jî ji bo lehengê xwe bi me bide nasîn ku ji malbata Şêx Seîd e. Çima ne kesekî din, lê Şêx Seîd? Gelo sedemê nivîsandina vê çîroka magazinî çi ye? Reşkirina malbata Şêx Seîd e yan danasîna ferdekî ji wê malê ye? Gelo nivîskar dixwaze ji me re bibêje ka binêrin neviyên rêberên kurd di çi halî de ne? Lê em hîç rastî emareyên bi vî rengî nayên. Gelo sedem oldariya malbatê ye? Û bi dehan  pirsên din. Di çîrokeke wilo de, bikaranîna navê Şêx Seîd, me bi milama nivîskêr dihesîne ku bixwe qet ji ola îslamê hez nake. Gelo ez ji ku gihîştim vê qin’etê ku nivîskar dijberê ola îslamê ye. Dema mirov vê çîrokê û çîroka “Li berberxanê” ya di pirtûka wî Romansek çilmisî de dixwîne, qin’eta mirovî dikeve cih.


Pirtûka duyem: Romansek çilmisî



Wek ji nav jî diyar e, Romansek çilmisî çîrokeke romantîk e. Lehengê me çendekî di mal de dimîne tengezar dibe û ji mal derdikeve. Li qafeteryayeke havînî rûdine; bi tesadufî ew û keçikek hevdu dinasin; roj û şevek romantîk û bişewhet bi hev re derbas dikin. Paşê, destê sibê keçik nameyekê li dû xwe dihêle, dibêje: “Min pir ji te hez kir, lê ez naxwazim bi kesekî ve werim girêdan û va ye min tovê te hilgirtiye nava xwe, ez ê zaroka me bînim dinyayê”. Piştî xwendina vê çîrokê, mirov dibêje, ey çi? Gelo wexta nivîskarê vê çîrokê wê dixwîne, misqala coş û te’ama edebî jê werdigire? Ne bawer im.


Li berberxanê:

Vebêj tevî xanima xwe ji Norveçê berê xwe didin Enqereyê mala xezûranê xwe. Vebêj ji bo porê xwe yî dirêj biqusîne, berê xwe dide berberxaneyê. Bi silavdayinê re berberê rihdirêj bi sertî vebêjî keremî ser kursiyê dike. Vebêj çavên xwe di awêneyê re li hundir digerîne. Li dîwarê hember, çavên wî – bi qewlê nivîskêr – “li paçikekî kesk î bi tîpên erebî xemilandiye” dikeve. Piştî diyalogeka kurt, berber porê wî dike nava destê xwe û jê dipirse: “Ma tu ji xwedê natirsî porê xwe wiha dirêj dikî.” Welhasil, berber dest pê dike por ji kokê de diqusîne. Vebêj dengê xwe nake. Vebêj di şûna xwe de ji tirsan melisiye. Paşê berber bi kêfa dilê xwe rû û cênikên wî kur dike. Êdî vebêj jî ji hêrsan xwe nagire, radibe çêran dike. Berber jî gwîzên diavê qirika wî. Bi wê birîndariya xwe radibe û wek dînan bi nava cadeyên Enqereyê dikeve. Bi kurt û kurmancî, çîrok ev e.  Ji ber ku nivîskêr derê çîrokê kîp nekiriye, ango derî vekiriye, em nizanin aqûbet çawa dibe; bê ka ev xewn yan xeyal e. Lê bi vî halî jî, çend pirs tûşî hişê merûyan dibe. Ma gelo sofî û dîndar ew qas wehş in, bê ku pirs bikin serê mirovî kur dikin? Ji ber ku berber rihdirêj e û li ser pîneyê kesk nivîsa erebî heye, nivîskar wî wek hov dide nasîn. Gelo armanca nivîskêr eşkerekirina fanatîzma sofîkên olî ye? Bes ji ber ku taqeta bibîrxistinê bi vê çîrokê re tune ye, wek xwendevanekî, mirov nikare tiştekî din bêje. Li cihekî wek navenda Enqereyê, qewmîneke bi vî rengî hinekî zehmet e. Piştî xwendina vê çîrokê, mirov pirsekê ji xwe dike: Gelo pîneyê kesk û Qur’an  nîşana fanatîzmê ye?


Fala nûrikê:


Çîroka herî balkêş û hêjayî xwendinê ye. Karaktera bi navê Gulê, di ciwaniya xwe de, li cem Nûrikê li fala xwe mêze dike û Nûrikê çi dibêje hemû rast derdikeve. Ew fal dibe mar û xwe li Gulê radipêçe, jiyana wê dike jehr.


Girtiyê şeva reş:

Şevekê şervan li derê doxtorê kurd dixin û doxtor ji neçarî şervanê birîndar di mala xwe de derman dike. Paşê ew şervan dikeve destê dewletê û li xwe mikur tê. Doxtor tê girtin û êşkenceya nemayî lê tê kirin. Ji ber ku vebêj xîtabî doxtor dike, cînavkên kesane xwerû û tewandî, tu û te, bi kar tîne. Dema mirov noqî nava 24 rûpel û nîvan dibe, her serê gavekê pergî tu-teyan dibe. Ji radeyekê şûn de, tu û te wek dilopên êşkenceya Çînê di serê mîrovî de dikin çinginî; nahêlin merû bi vebêj re bikeve nava deryaya rûpelan û ajne bike. Wan tu û teyan gelek bala min kişand. Piştî çîrok xelas bû, min qelema xwe girt destê xwe û tu û te jimartin. Di nava 24 rûpel û nîvan de, nivîskêr 525 caran tu û te bi kar aniye.


Encam: Wek em dizanin nivîskêr êdî çîrok li dû xwe hiştine û romanan dinivîsîne. Ev ji çîrokên wî yên kevin in, lê nû ketine destê min. Diyar e ku nivîskar jêhatî û jîr e; lê pir bi xwe bawer e, loma jî zêde li ser çîrokan nesekiniye û nehunandine; bi awayekî xav daye navê.


Nîşe: Ji ber ku di çîrokên “Stêrkek ji ezmanê me xuricî”, “Çîrokjiyana min” û “Baqek gulên sor” de mesajên nazik (siyasî) hene û ji bo rê li pêşiya polemîkên nû veneke, qet behsa wan nakim.


Nîşe= 2: Ev nivîs di 2012 hatiye nivîsîn.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove