3 Aralık 2016 Cumartesi

99 Morîkên Belavbûyî

Dilşêr Bêwar

99 Morîkên Belavbûyî navê romana Helîm Yûsiv a dawî ye. Weke romannûs di destpêka romanê de diyar kiriye ku ev roman ji rojnivîska  werger/karekterê ku nivîskêr ew bi navê Azad pênase kiriye bi gewde bûye. Bi gotinek dî, ev romanek rasteqîn e; bi tevî ku nivîskêr guherîn di rojnivîskê de pêkanî ye.

Piştî çend romanên ku min di van rojan de bi darê zorê xwendibûn û yek jî min nîvco hişt, min "99 Morîkên Belavabûyî" a Helîm Yûsiv di du bîhnan de, ango di nav 24 saetan de bi kêfxweşî xwend.
Bawer im hewce nake behsa çîroknûsî û romanûsiya Helîm Yûsiv û çêja zimanê wî bikim. Lê piştî min ev roman qedand, serê xwe kir nava destên xwe û dest bi pirsîna pirsan kir, girêk di qirika min de rûnişt. Lewre wek xwînêrekî kurmancî hêviya min ji qelema nivîskêr hebû/heye. Lê vê romanê hêviyên min basko kirin.
Berî ji kêmasiyên ku rû dane çend heban destnîşan bikim, divê vê pirsê  ji weşanxanê û edîtor bikim. Gelo kêmasiyên ku telafiya wan berî çapê mumkûn bûn, we çima bi nivîskar nedan serrastkirin?
 Roman, bi pînekirina dehan çîrokên ku Azad di dema wergêriya xwe de bûye şahidê wan 150 rûpel dagirtiye. (Ne ku çîrok bêqîmet û bê taqet in; berevajî birînên şerr yên di gewdeyê takekes û cîvakan de vekirine/dikin tût û rût li ber çavan radixînin.) Lê çîrokên bi heman terhî me di pirtûka nivîskêr a bi navê "Auslander beg" de  ji xwe xwendibûn.
Bi gotina nivîskêr karekterê bi navê Azad di sala 2002’an de hatiye kuştin. Ji ber ku nivîskêr bi berpirsiyarî  rabûye ewqas konsantreyî mexseda ("serşûştina" rojnivîsk û tizbiyê) xwe bûye xwejibîrkirin bûye bela serê nivîskêr.
Nivîskar, bûyerên îro li Sûriyeyê rû didin, bi karekterê ku di sala 2002an de miriye dide vegotin, him jî ne carek, ne dudu, ne sê caran... Ka em du mînakan ji romanê werbigrin.
XWEJIBÎRKIRIN:1
Rûpel: 121= "Mêrê Canê bûbû fermandarekî hêzên çekdarên kurd, ku li hemû herêmên kurdan hatibûn avakirin. Canê jî çek hilgirtibû û di nava jinên çekdar de cîh girtibû"
Rûpel: 126= "Di van demên dawiyê de şerr, bombebaran, serjêkirin, bûyerên xwînî zêde bûn û Sûriye bû kulmozek rihdirêjên tundrew û cîhadiyên ku serjêkirina mirovan û vexwarina avê li cem wan wek hev bû.
XWEJIBÎRKIRIN:2
Rûpel:116= "Her dengek, her xuşexuşek, her livek yan lebatek dihat, destê min diçû ser kêra ku her gav bi min re bû." Ka em binêrin di rûpela bê de çi diqewime.
Rûpel:118=  "... ez destvala nehatim. Min kêrek kirî, bi taybetî ji bo xweparastina li dijî êrîşên muhtemel...." Gelo şîrove hewce dike?
XWEJIBÎRKIRIN:3
Rûpel:62= "Aliyek, mêrekî şikestî û xemgîn ku bi giyanê diya xwe ya mirî re dijî. Evîndarê girî, xwediyê dilê tenik, mîna hirçekî ku di nav berfa tenêtiyê de bigevize, porspîbûyî û kal." Ka em binêrin porsipî û kalê me çawa dibe porreş.
Rûpel:63= "Ez biyaniyê ku ji dawiya dinyayê hatiye, yek ji sedan porreşên ku li ser kursiyên fêrbûnê û li ber mamosteya zimên rûniştiye, bûye evîndarê mamosteya xwe." Karekter gihîşt porrê xwe yê reş û bila îspatkirina ciwaniya karekter jî bimîne ji xwînêrên din re.

Tizbiya 99 morîkên reş di xwe de dihebîne diyariya hezkiriya Azad a bi navê Bêrîvanê ye. Dema Bêrîvan tizbiyê wek diyarî pêşkeşî Azadê nû simbêl xwîdaye dike, Azad sozê dide xwe û Bêrîvanê  wê  tizbiyê heta roja mirinê ji destê xwe yê çepê dernexîne. Piştî demek kin li ser îddia/komplo ya Yasîno, Azad bi çavê serê xwe dibe şahidê pevşabûna Bêrîvan û Yasîn. Azad wek sed kêr bikeve bi nûze nûz xwe diavêje mala xwe û hemû wêneyên ku ji sûretên Bêrîvanê pêkhatî di yek derbekê de dişewitîne. Lê derxistin û qetandina tizbiya reş î sê çekû hîç nayê bîra karekter.  Piştî bûyerê karekter berê xwe dide zaningehê. Pişt re dikeve zindanê, di bin êşkenceyê re derbas dibe û karekter bi şert serbest tê berdan.Wexta karekter nîv azad dibe, berê xwe dide Almanyayê, dibe penaber. Salekê bêhtir di kampa penaberan de dijî, piştî mafê rûniştinê tê dayîn, qasî salekê qursa zimanê Almanî dibîne û di wê navberê de dilê karekter/Azad dikeve mamosteya wî a bi navê Sandra. Bi herikîna demê re Azad û Sandra ya “dilxerab”/dexes dizewicin.  Sandra bi tu awayî bawer nake ku mêr bi jina xwe re sadiq dimînin. Teqrîben piştî sal û nivek ji ber “dil xerabî”/dexesiya Sandrayê hev û din berdidin. Heta roja keça wan çavê xwe li dinê vedike jî, tizbiya ku mora xwe li romanê xistiye, ne di bîra nivîskêr û ne jî di bîra karekteran de ye.  Sandraya ji ber hesûdiyê mêşê dike gamêş, lê çi hikmet e, tizbiya her wext di destê mêrê xwe de ferq nake, lê berdesta nexweşxanê di deqeya ewil de ferq dike. Halbûkî tizbî ji bo bahaneya hevberdanê amûrek zêrîn e, lê nivîskar bi salan e ku  ji wê emaneta “pîroz” bêhay e.

Gotina dawî xwezî kêmasiyên li jor rûdane pêşgarî metnê nebana û min jî bikariya bi çavekî dî li romanê binihêriya. Bikaribûma biketama dû raza sembolên di wêneyên şêwekariyê de. Hûr û kûr li ser derûniya paşperdeyî a karekteran bisekiniyama. Lê mixabin dema di metnê de kêmasiyên "maddî" zêde rû didin nikarim wan nebînim û berê xwe bidim hêlên din.
99 Morîkên belabûyî
Helîm Yûsiv
Weşanxane: Peywend
 Nîşe: Sê çekû; tizbiya ji 99 morîkan pêktê.

Nîşe: Ev nivîs 04.12.2015 de li facebookê hatiye weşandin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove