16 Nisan 2018 Pazartesi

Ez û xwendina kurmancî 4




Îsal weşanxaneya Dara yê li ser navê Ehmedê Xanê xelatên wêjeyî belav kirin. Hewla weşanxanxaneyê cihê pesnê û şanaziyê ye. Bawerim e
v orginizason û yên berî vê û yên  li pêy vê bên wê ronahiyê bireşînin ser wêjeya kurdî/kurmancî. Bi van pêşwaziyan re wê qelemên nû tevlî nivîskariyê bibin. Ev jî bese bo meriv qedir li van çalakiyan bigre.  Roja înî yê xelatgir hatin diyarkirin di beşa çîrok, helbest û romanê de. Malpera "sputniknews" ê bi xelatgiran re hevpeyvîn kiriye.  Heta vir her tişt normale. Nûdem Hezexê di beşa romanê de bi ser ketiye di hevpeyvîne de wiha dibêje: "Di beşa romanê de xelatgirtin, min qet hêvî nedikir lê ez bêhtir ji helbestê bi hêvî bûm. Ya romanê min di got qet nadine min, lewra encam surprîz bû bo min. Nêzîkê sê salan e ez li ser wê romanê dixebitim, ne qediya bû ya rast, ji bo bigihêjime peşbaziyê min hinekî ecele jî kir, redaksiyon
a dawî jî hîn nehatiye kirin." Hezex  bi van gotinan re kêmasiya metna xwe û bêcidiyeta xwe a li hember vê xelatê diyar kiriye. Hezex bi gotinên xwe re lingê jûriyê jî kiriye solek teng. Ev hevpeyvîn hikmê gotinê dîsa bi bîra me dixe. Bi taybet qisedan û nivîsîna bi raya giştî re. Divê  merîv berî  gotinek bike du caran zimanê xwe gez bike.

Bawerim gotinên li jor li welatek din bihatana gotin wê wek nûçeya rojê deng bide. Lê cem me bala kesî nakişîne.

Nîşe: Gelek pirs hene di hevpeyvînê de diviya bihatana pirsîn. Min bi zanebûn nepirsîn. Tenê bi vê kurte nivîsê re min xwest halên me yên xwendevaniyê bibîrbixim.

link:
https://krd.sputniknews.com/nerin/201804147913538-xelat-ehmede-xani-rizgar-elegez-nudem-hezex-remi-kurdziman-/