15 Nisan 2018 Pazar

Ez û xwendina kurmancî 3


Bi taybet ev du salin nivîskariya bakûr di nava bêdengiyekê de ye. Gelek kes hêl û alîdor ji vê bêdengiyê re "şer" dikin mertal. Bêguman bandora şer weke takekes li ser her kesî bandorek neyênî dihêle. Lê çi eleqeya nenivîsînê bi  şer û nivîskariyê bihev heye min ev fêm nekiriye. Nivîskariya bakûr  ji nava şer pijiqiye ro bi ro weke giloka berfê her li xwe zêde kiriye. Piştî "pêvajoya haştiyê" bêhtir bi per û bask bû. Çi ji alî berheman ve çi ji alî nivîsên rojane û çalakiyên edebî re me xwendevanan pêre nedigihan bişopînin. Wek xewendevanek kurmancî di van rojên  de çavên xwe li nivîsan ( qest medya dijitale) digerînim li bilî çend nivîskaran (hejmara wan qasî tiliyên destek jî nîne) deng tune û xwendevan bêhtir çalakin di qada dîjîtal (blogerî) de. Hêdî hêdî çavqirpîna ji tirkî re jî zêde dibe. Wek xwendevan ez hewil bidim çend pirsên wê tu carî bersivan wan neyên bipirsim.


1.Gelo sedemê vê bêdengiyê çiye?
2. Ger sedem şer be ma nivîskariya bakûr ji nava şer nayê?
3. Gelo têkiliya vê bêdengiyê û nexwendinê bi hev re heye? (xwendevan û nivîskar)
4. Raste şer bandorek neyênî li aboriyê kiriye û çapkirina berheman û belav zehmete. Ji kêmbûna berheman re dibe qulpek. Lê kî bûye asteng bo nenivîsîna medya dîjîtal?
5. Gelo nivîskariya bakûr nivîsîna pexşan û nivîsên rojane yên di medya dijîtal de wek beşek ji edebiyatê nabîne loma nanivîsîne?

6. Gelo heqê nivîskaran heye xwendevanên xwe bêmoral bêhêle?
7. Mesele çiye nivîskar bi hev re û bi xwendevanên xwe re bi nivîskî nagengişin?
8. Gelo bi popûlerbûnê edebiyata zimanek tê kirin?
9. Heger berhem û metin esas bihatana girtin em dîsa di vî qonaxê de bana?
10. Gelo têkiliya nivîskar û xwendevan a bi ziman re têkiliyek duruste an na; eger hezkirin hebûya îro wê dîsa ev bêdengî û ev rewş biqewimiya?
11. Gelo wê heta kengê siyaset rê li ber edebiyata bakûr veke?

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove