31 Ocak 2022 Pazartesi

KUÇE

 Kuçe ji pisik û erebeyên parqkirî re maye. Berpirsê kar deng li karkeran dike; lalaw di talde û quncikan de nemîzin. Wê qasek din "radar" were...

Hê gotin di dev de ye  "mutehît" erebeyê dikişîne pêşiya xanî. Bi teqreqa ji avahiyê bilind dibe re çavên werimî û rûyên tirşok li paş paceyan xuya dikin. Bihêrs perdeyên şevê tên kişîn.



6 Ocak 2022 Perşembe

PERAV

 


Tîrêjên tavê bi qasî hestiyên mirov germ bikin tîn didan. Keştiyên lengerê wan lêxistî, li benda destûra rêvebiriya benderê bûn. Derya hêdî hêdî diliviya. Qaqlîbazan zikê zeryayê didan ber nikulan. Pîra ku te digot qey ji nav sêbareyên Agota Krîstofê pekiyaye, bi kapolê xwe, bermayî û geremola li dû ger û geştiyaran mayî tev dida. 

Karkerên avahiya rizyayî, piştî navrojê, çay vedixwarin. Dûyê cixarê li gel hilma ji îskanan bilind dibû nikaribû sohbeta siyasî nerm bike. Evdo  û Receb karton raxistin, berê xwe dan qibleyê...