31 Ocak 2022 Pazartesi

KUÇE

 Kuçe ji pisik û erebeyên parqkirî re maye. Berpirsê kar deng li karkeran dike; lalaw di talde û quncikan de nemîzin. Wê qasek din "radar" were...

Hê gotin di dev de ye  "mutehît" erebeyê dikişîne pêşiya xanî. Bi teqreqa ji avahiyê bilind dibe re çavên werimî û rûyên tirşok li paş paceyan xuya dikin. Bihêrs perdeyên şevê tên kişîn.



Çûra xwedî şortê kesk bi fincana qehweyê re berî da şaneşînê. Qehwe danî ser masê, çû hundir.  Vegeriya li ser kursî cihê xwe xweş kir. Cixareya xwe pêxist hilmek jê kişand. Bişirî, rahişt têlefonê da ber guhê xwe. Bi bişirîna çûrê re Xelo  minminî "... berxê sibe ye serê min diêşe dilê min ji bone te yane yane..."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove