22 Şubat 2022 Salı

GORE

 Piştî ji dilê dayê veqetiyam, bi tehma çiçikan hesiyam. Sal borîn, di havinekê de her çar lingê min bi bendê qalind girêdan, pozçilmûyê ku erbabê karê xwe bû bi hevringê ket ser laşê min û hiriya min qusand.

Berê êvarê, bi destê jinan gincî ji me hatin veqetandin û em kurisandin çewalan. 

Rojek payîza pêşîn di nava ava çem de em hatin şûştin û li ser sûran, em li ber tavê hatin raxistin. Pîrejinan li beravê kuçik danîbûn, di sîtilan de av germ dikirin.



Pîra dest û enî bi deqan xemilî, bi destê xwe yê ricifok, ji tûrikê li kêleka xwe cur bi cur boyax derxist û di reşand nava sîtilan. Pişt re bi guhê hevalên min girtin, li gor rengên wan avêtin nava wan sîtilên ku bi ava rengîn xemilî. Ji ber ku ez hiriya miya qer bûm ez dam aliyekî. 

Roj borîn, jin li hev civiyan. Ez û hîn hevcûreyên min ên ji rengên din, ji çewalan derxistin di devê şeh re derbas kirin. Bûka destbihine, bi alîkariya xwesiya xwe ez li teşiyê alandim. Bûm gulokek rîs û gindirîm ber çoka pîrejina dest û enî bi deq.

Pîra qidûmşikestî, bi ofinî ji cîhê xwe rabû, rahist kîsikekî. Ez û çarxwîşkên min ji kîs deranin. Berê em di ber çavan re derbas kirin. Tiliyên xwe li min ediland û hêdî hêdî rîs li min aland. Her carê xwîşek min kir nava dest û tiliyan û bi dor rîs li dora me reqisî. Piştî bi me şikil da pozikê ji orlonên rengîn, çend reng hilbijart û bi rîs dest bi neqişkirinê kir. 

Pozçilmûyê ku hiriya min qusandibû li navçeyê ez û  hevalên min dan dîkandarekî. 

Komeke ku guçê simêlê wan li dor çena wan dixemilî em li lingê xwe edilandin.

Bi hatina me re zarîn û bîhna goştê biraştî bi ser gundê min ket. Kund mora xwe li kavilan danî. Îskîn bi çiyê ket.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove