25 Eylül 2021 Cumartesi

NOSTALJÎ

 Ji roja ku te bişirîna xwe ya dawî diyarî min kir vir ve ye nema tehemûlî zivistanan dikim. Çend saet man ro cihê xwe ji wê hejmara bêyom re bihêle. Wan çaxan şûr simbêlê kenê me nedibirî. Deng û dûyê cixareya Îsko yê sîmsar navçe li ber xwe dibir. Ber êvaran rê bi nameyên te dixemilîn. Xewn û xeyalên me bi zimanê dereke direqisîn.



Çilkên şiliyê li ser seramîkên şaneşînê dikin çinginî. Ba cilên li şirîtê raxistî dilivîne. Li vî yalî zeman şêlû diherike. Mebej zemên û reng. Li ku mêze dikî xemek xwe dide der. Dest diavêjî kijan guliyê boyax jê diniqute. Tîp hişk in, peyv bûne dûpişk. Hêvî loqeke di her gewriyê de. Qijik jî îro melûl in. Nizanim destxeta min hê li cem te ye? Niha xweş dizanim dema Şakiro dibê "bi îşareta destan" çima agir bi canê min dikeve.

17 Eylül 2021 Cuma

FATÛRE


Li ber xanî kincê xwe ji berfê daweşand. Bi nêrdewanan ve hilkişiya. Fîzîniya bê li der ma. Derî bi mifteya xwe vekir. Bi vekirina derî re bêhna cixarê dilê wê rakir. Bilez pace vekirin. Ket mitbaxê dest bi haziriya taştê kir. Mêrik ji xew rabû bilez çû serşoyê... Berî da mitbaxê. Rojbaşî dan hev... Jinikê pace girtin. Kincê qilêr avêt cilşoyê. Deng bi saeta li ser dezgehê ket. Mêrik pariya di devê xwe de cût meşiya... Jinikê ji bo şîvê xwarin da ser. Qutiya sergo vala kir. Tûrê bermayiyan danî ber derî. Serê xwe şûşt. Porê xwe yê reştarî bi makînê ziha kir. Tişortek mor  û şortek zer li xwe kir... Ji sarincê bîrayek derxist. Çû odeya xwe. Pirtûka li ser sêpayê girt. Li ser nivînan vezeliya çavên xwe kuta rûpelan...