17 Eylül 2021 Cuma

FATÛRE


Li ber xanî kincê xwe ji berfê daweşand. Bi nêrdewanan ve hilkişiya. Fîzîniya bê li der ma. Derî bi mifteya xwe vekir. Bi vekirina derî re bêhna cixarê dilê wê rakir. Bilez pace vekirin. Ket mitbaxê dest bi haziriya taştê kir. Mêrik ji xew rabû bilez çû serşoyê... Berî da mitbaxê. Rojbaşî dan hev... Jinikê pace girtin. Kincê qilêr avêt cilşoyê. Deng bi saeta li ser dezgehê ket. Mêrik pariya di devê xwe de cût meşiya... Jinikê ji bo şîvê xwarin da ser. Qutiya sergo vala kir. Tûrê bermayiyan danî ber derî. Serê xwe şûşt. Porê xwe yê reştarî bi makînê ziha kir. Tişortek mor  û şortek zer li xwe kir... Ji sarincê bîrayek derxist. Çû odeya xwe. Pirtûka li ser sêpayê girt. Li ser nivînan vezeliya çavên xwe kuta rûpelan... 



Bi dengê mifteya derî re ji xew şiyar bû. Bilez rabû ser xwe. Lembe pêxist, çû mitbaxê, rastî mêrik hat. Bi hejîna seriyan merhebatî li hev kirin. Mêrikê ji hal ketî beşişî; şûşeya bîrayê girt çû li salonê rûnişt. TV vekir, ket temaşeyê. Jinikê  xwarin germ kir. Xwarina xwe xwar. Kişiya odê, çekê  xwe guhert... Çentê xwe girt. Çû nava salonê.  

- Ez diçim kar... 

- Yekşemê tu pilanên te hene?  

- Çima? 

- Mi go em taştê li der bixwin. 

 -Dibe 

- Êvarê? 

Çavên wê yên qehweyî çilvilîn. Lêva xwe gezt. 

- Ger ez nekevim çekan şerab li min. Mêrik keniya 

- Ka wer... 

Jinikê biriyên xwe rakirin. Biken lê vegerand: 

- Ji serê sibê re dihêlim.

Nîşe: berê li diyarname.com ê belavbûye. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove