11 Şubat 2026 Çarşamba

Pisika Sorbelek

 PISIKA SORBELEK

Şiliya dibarî, dara çinarê a li baxçe ji pelan dikir. Hizna demsalê di bin çirûskên lambeya kuçeyê de dihênijî. Bi daketina çilkên baranê re, peqik bi ava çal û kortan diket. Reşêleya ji refê xwe qetiyayî, di siya çengeyê camê de diricifî. Nalîna kemanê, çilkîna çilkên şiliyê û qirçe qirça êzîngên sobê salon dorpêç kiribûn. Çirûskên ji sobeya êzingan disûjîn, di nav salona ku bi ronahiyeke qels ronî dibû,  ahengeke qehweyî pêk dianî. Qederek din şipyayî, di pacê re li derve mêze kir. 

Lambeya ku ronihiyeke qels li salonê belav dikir, şûna xwe ji lambeya li ser sêpayê re hişt. Li ser qoltixa sêpa li kêlekê ye rûnişt. Ket temaşeya reqsa çûriskên sobê yên bi tariyê re direqisîn... Kitêba li ser sêpayê girt. Berçavkên xwe yên xwendinê li ser pozê xwe bicîkir...



Termosa tije ava kelî, qehweya hazir a bê şekir, kocikê pisik li ser vezeliyayî, roja ku siyê star li xwe nedikir, banka li devê kendal cîh li xwe xweş kirî, leylana bi rûyê deryayê ketî, pirtûka li ber qedandinê, çavên girtî yên di pişt qapaxan de li dû fîlma hiş ji xwe re afirandî, qajîna qaqilbazan, kulpe kulpa dil, xuşe xuşa pêlan û newkîna pisikê a di nav rûpelên pirtûkê de berê hişê min dan bîst sal berê.

Di wan rojên ku biharê dil li xwe dikir gulîstan, li ser bankeke li devê kendêl rastî pisikeke sorbelek hatim. Hêdîka li ser bankê rûniştim. Pisikê mû ji xwe neleqand. Li der û dorê tu kes nedixuya. Min û hiş gelek li berhev dan. Tilî hêdî hêdî li ser pişta qedifeyî a sorbelek çû û hatin. Hêza sirên nepenî weke ricifa orgazmayeke li rihê min geriya.

Bihurîna salan gelek tişt ji bîra min biribe jî, çend dîmenên zelal hê jî li terengên hiş rûniştî ne. Ez bixwazim jî ezê nikaribim kite kitên di rûpelan de vebêjim; lewre bi guhertina şarê lê dimam re, rojnivîska qedifeyî a di bin sorbelekê de çawa ji nişka ve li min eyan bû, her wiha jî wenda bû.

«Ji xilaskirina zanîngehê re sê meh mane. Îro li ber bara kafebarekê rastî çavpisikek hatim. Qey te digo, xweda sırf ji bo dilbijokiya min ew nitirandiye. Porê çûrê dirêj bi çend guliyan re li nav pişta wî dihejiyan. Pozek piçûkê narîn, didanên mircanî, dêmên ku bi lebata lêvan re gul lê dibişkivîn. Bejneke ne kin ne dirêj a lihevhatî. Dev, lêv û çavên ku kêliyeke jî ken xwe jê nedikirin. Bi koma hevalên xwe yên jin û mêr re bi hîqehîq bû. Hesteke tenê carna di xewnên şevan de li min dibû mêvan, ez girtim nav pencên xwe. Ger ji wan çavên reqsok nebûna, li wê naverastê ji min bixwesta ku ez xwe rût û tazî bikim û ew bi bedena min bikeve, min ê negota na. Bi hatina Gulperiya lêvçirtik re em ji barê dûr ketin. Bi dûr ketinê re hestên min hest dikirin vemirîn.»

«Çendeke pejna çavpisik nayê.»

«Îşev wexta ez û Gulperî ji kafeya ku em her êvar lê dibûn mêvan derketin, li devê derî em bi çavpisik re rû bi rû man. Gulperî û çavpisik rûyê hev mirçandin. Cara ewil me merhebayeke da hev. Ew û hevalên xwe yên piraniya wan keç in ketin kafeyê, em jî çûn mala em lê diman. Çer ketim mal, reverev revîm daşîrê. Li daşîrê bi destê ku me dest dabû hev min li xwe xweş anî.»

«Du mehe ye min zanîngeh xilas kiriye. Du şev berî em ji bajarê lê dixwînin berê xwe bidin mala xwe, em komek heval li malekê ji bo şevbihêrkeke li hev civiya bûn. Bi kêf me dixwar û vedixwar. Seat li dora dehê şevê çavpisik û çend hevalên xwe jî hatin mala em lê bûn. Bi hatina wan re mal veguherî şevbêrkeke şeng. Tiqin, mirçîn, piste pist û reqîna ji solên kesên dans dikirin bi nav guhê hev diket. Bi şûşeya bîrayê re çavê min li çavpisik bûn. Kenîn û serdestiya sohbeta wî dil ji min dibir. Çend caran navrana min şil bû, her xwedê dizane. Bi destê sibê re em şeş kes di mal de man. Xwediyê malê û hevala xwe kişiyan oda xwe. Li salonê ez, çavpisik û du kesên ku min ew li wê malê nasîn man. Demek şûn de her yek ji wan li ser qoltixekê di xew re çûn. Piştî sohbeteke dûdirêj çavpisik bi destê min girt, ez kişandim odeyekê. Bi girtina derî re kubarê kafebaran veguherî cinawirek. Bi derbekê re ez avêtim ser nivînan. Min hê xwe serrast nekiribû, kilotê min ê di nav şilekiyê de mabû ji hev çirand. Wê segbaviya ji nişkave, beden li min kût kir. Qêrîn û lava di qirika min de fetisîn. Mîna berazeke gilêz bi devketî, çoyê xwe rada newala min a şil. Bi wê derba hov re, qêrîneke lawaz ji min çû. Heta bi oriniyeke ji ser min vekişiya nema bedena min a şerpeze ji şûna xwe leqiya. Ez çawa ji wê malê derketim û çûm mala xwe hê jî nizanim. Qey tu dibê hiş ew zemana reset kiriye ji hişê min.»

«Piştî çend salan, di kokteyleke ku dengê kesî nediçû kesî de, rastî çavpisik hatim. Guliyê xwe jê kiribûn. Li şûna guliyan fûlareke mor li dor histûyê xwe gerandi bû. Qelûneke di nava tiliyên wî de ji xwe qayil bersiva pirsên kesên tevlî kokteyla resiman bibûn didan. Wê kêliyê min nalet li hişê xwe û hevala ku bi darê zorê ez bi xwe re biribûm kokteylê barand. Hê di nav wê hêrs û şaşwaziyê de bûm. Hevala min ez bi berbi wî ve kişandim. Piştî wê kirina hov, min kincê ji cemedê li bedena xwe kiribûn. Dema min dît xilasî tune û çavpisik li me mêze dike, bi wê serma hişk re meşiyam. Wexta em bihev dan nasîn, çavpisik destê xwe yê qelûn di nav de da nava cênika xwe û got: — Tu bi min xerîb nayê. Navê te ne Gulîzere? Bi nîv keneke xwînsar min got: — Naxêr misyo, ne bawerim min tu dîtî bî! Wî û hevala min bi şaşwazî li min mêze kirin. Hê gotina wî di dev de bû. Ji wir dûr ketim.»

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove