10 Şubat 2020 Pazartesi

Rûniştîman û Tendûrek



“Rûniştiman” navê berhema Celadet Alî Bedirxan e. Weşanên Avestayê ev berhem ji nivîsên Celadet Alî Bedirxan yên di kovarên bi navê “Hawar” û “Ronahî”yê de derketine hilçinandiye. Di destpêka kitêbê de Celadet Alî Bedirxan bi bîraninek me ji serboriya nivîsîna nivîsên coxrafik agahdar dike. Rojek ji rojan keça Celadet Sînemxan jê dipirse gelo di kovara Hawar û Ronahiyê da nivîsên coxrafik hene an na? Piştî israra Sînemxanê Celadet  ji neçarî zend û bendan badide, 43 nivîsên coxrafîk dinivîsîne û ev nivîs îro wekî berhem li ber destên me ye. Li vir tişta balê dikişîne bi qasî hêjabûna van nivîsan cidiyeta Celadet Alî Bedirxan a rewşenbîriye.

"Erdê  Sîcilyayê  erdekî bi nan e; nemaze erdên dora tendûreka Êtnayê..." Wexta min ev hevok xwend yekser çiyayê Tendûrekê hat bîra min. Min hevok dîsa xwend gava jê êmin bûm di wateya "Volkan"ê de peyva tendûrek bikar tîne çavên min biriqîn...


Min rabû bi rêya têlefonê deng li romanûs û rewşenbîrê kurd Cihan roj kir. Piştî sohbetek dûdirêj Roj got: “Niha ne li mal im. Heta hefteyek din ez nikarim xwe bigihînim tu agahiyan. Peyvek balkêş e. Gelo Celadet bi xwe çêkiriye an na ez nizanim. Loma jî divê meriv koka peyvê bikole. Çiyayê Tendûrek "volkanike" lê ji kengê ev nav girtiye nizanim... Tu bikeve dû vê peyvê lêbikole...”
Li ser pêşniyara Roj mi bi rêya têlefonê deng li çend kesên dîtir jî kir lê tiştek berbiçav neket destê min. Bi rêya google li peyva tendûrekê geriyam. Di rûpela Saziya Zimanê Tirk (TDK) de  ferhenga berhekirinê a devoka zimanê Tirkiyayê de wiha tê gotin: "Yanardag agzi" devê çiyayê volkanik. Ji bilî vê agahiyê  tu tişt ji ferhengên ditîr yên TKD’ê derneketin.
Min rabû li Twiter û facebookê ev hevok parkirin.
"Gelo navê çiyayê TENDÛREK'ê ji ku tê? Tendûrek tê çi wateyê? Tendûrek bi kîjan zimanî ye? Ji kerema xwe re fikrên xwe binivîsînin." Heta vê gavê fikrek ji pirsên min re bibe bersiv derneketiye.
Piştre min li google peyva "tandir" a tirkî lêkola. Peyva (tandir) tendûr li gor hin agahiyan bi van zimanan wiha nav girtine.
Akadî: tinuru
Erebî: tannour/tennûr/tanûr
Farsî: tanu/tenûr
Ermenî: tonir
Tirkî: tandir
Di ferhengên kurdî de tendûrek/volkan
Ferhenga Celadet Alî Bedirxan
Tendûrek: kewijîn, helkîn
Ferhenga Zana Farqînî a kurdî/Tirkî, Tirkî/kurdî de peyva tendûrek tune ji bo "volkan"ê volkan hatiye gotin.
Di ferhenga Kurdî/Tirkî, Tirkî/Kurdî  a TDK’ê de peyva tendûrek tune.
Volkan: Agirpijq, Çiyayê agirîn.
https://www.ferhengakademik.org/ peyva tendûrek tune.
Mixabin çavkanî û ferhengên min lê nêrî tiştek berbiçav nedan destên min. Hêvîdarim wê zimanzanên kurd bikevin dû etomolojiya peyva tendûrekê... Ez ji niha pêve didim dû şopa Celadet  di şûna peyva "volkan" "Volkanik"de peyva tendûrekê dixebitinim.

Nîşe: Ev nivîs serê pêşîn di malpera diyarnamê da derçûye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove