27 Haziran 2021 Pazar

Destên Leylayê


Ji  ber pandemiyê em dîsa li hundir asê ne. Ji hoperlorên kompîtorê dengê Şakiro bilind dibe: ”… Ez dikim herim dîtina vê Sadiyayê. Ew çi kes e mala xwe xirab dike, ocaxê xwe kor dike, derê xwe bi heft kilîta mor dike, dibê sing û berê Sadiya xanimê reşe deq lê nayê...” Xwe li ber neynika serşokê dibinim. Ji bedena ku kumê xwe ji têkçûnê re xwar kiriye aciz dibim. Berî didim hiş û dil, deng ji wan jî biliye. Bi firçeya didanan heta xwîn bi devê min dikeve didanê xwe dişom. Avek şîrgerm li xwe dikim.  Min hê çek li xwe nekiriye, lawikê biçûk li ber min diçikile. Soza min dayî bi bîra min dixe. Dikim bibêjim qedexe heye li der, ew bi kenê xwe min qaneh dike. Heta ew û birayê xwe xwe hazir dikin, berî didim medyaya sosyal. Serê bername û derçûna kitêbên nû li hev dikevin. Bi deng û kenê xwe yên şîrîn min ji wê hêwirzeyê xilas dikin.


13 Haziran 2021 Pazar

Tizbiya bavê min



Qaso bi xwendina çend gotar û lêkonînan re berê xwe da gund. 

Qapaxa misînê li ser sobê bi bilqên avê re bilind dibû û dadiket. Bi kêf kartola pijiyayî da ber kita. 

Tasa dendikên zeytûnan kişand ber xwe. Serê sî û şeş dendikî da ber derbên êge yê heta kol bûn. Ma li benda sorbûna singê di nav êgir da. Bi baldarî dendik qul kirin. Rûn berda tawê, hebên qulkirî di nava rûn de qeland. 


Bav û Law

 

Royê tirêjên xwe bexşî esra dereng kiribû. Fincana qehweyê girt û berê xwe da şaneşînê. Dûyê cixarê û hilmûgulma qehwê tevlihev dibû. Berî derkeve şaneşînê nivîsek di derbarê teknolojiyê de xwendibû û carek din bi çavê serê xwe bûbû şahidê xweşî û nexweşiyên înternetê. Lê kurmê edetî destê wî dîsa bir bêrikê, têlefon deranî, çavek li têlefonê gerand, dîsa têlefon berda bêrika xwe. Ji aciziya dengên hawirdorê, pişta xwe da înşaatên van demên dawî wekî xilt ji bin erdê serî bilind dikirin. Sura bayê li singê wî xist. Ricif ket canê wî. Ji neçarî pişta xwe da tavê. Çavên wî li ser kalê dirfê Afxanî pêdiket aliqîn. Bêwarî û bindestiya xwe ji bîr kir. Kalê piştî dar şikandin agir bera binê semawerê da. Bi bilindbûna dû re ji ber çavan winda bû. Bavê xwe yê çendin sal in di binê axa sar de dinive bibîr anî. Nefesek kûr kişand ji cixareya xwe. Qewimînên hefteya borî ên li dibistana lawê wî wekî fîlmekî lê bûn mêvan.