13 Haziran 2021 Pazar

Tizbiya bavê min



Qaso bi xwendina çend gotar û lêkonînan re berê xwe da gund. 

Qapaxa misînê li ser sobê bi bilqên avê re bilind dibû û dadiket. Bi kêf kartola pijiyayî da ber kita. 

Tasa dendikên zeytûnan kişand ber xwe. Serê sî û şeş dendikî da ber derbên êge yê heta kol bûn. Ma li benda sorbûna singê di nav êgir da. Bi baldarî dendik qul kirin. Rûn berda tawê, hebên qulkirî di nava rûn de qeland. 


Qerwera zarokên cînaran berî wî da şibakeyê. Bi hewes ket temaşeya lîstika zarokan û daketina pileyên berfê! Pace vekirî hîşt. 

Li ser mîndera mor rûnişt hem sitra hem bend di dendikan re derbas kir. Bi girê havêtina serê îmameyê re rahîşt wênekêşa xwe, derket der. 

Nola di ayineke de be hêdî hêdî tîzbî li ser berfê bi cî danî. Hinek genim li dor tizbiyê reşand, ma li benda  beytikan. Berî bi rêya WhatsAppê wêneyê bişîne bi pirqinî ev hevok lê kir; 

Mehrûmê ka tizbiya bavo winda bûbû!


Nîşe: Berî blogê li malpera diyarname. com'ê weşiyaye. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove