1 Nisan 2018 Pazar

Ez û xwendina kurmancî 1


Xwezayê îro hewayek nerm bexşi me candaran kiriye. Dar li çiçegan rûniştine. Halûruhiyeta me kurdan ev demeke ewrayî ye. Di vê hewa nerm de li halê me û edebiyatê difikirim. Di dawiya salên nodî de min dest bi xwendina kurmancî kir. Wan çaxan rewş ji halê îro ne çêtir bû. Heman ewr serdest bûn. Lê tîrojên hêviyê dibiriqîn. Bi kurmanciya xwe ya hal tê de nemayî dema min çîrok, helbest û romanên kurmancî dixwendin û hîn hevokên bijare di hişê xwe de werdigerandin tirkî çavê min dibiriqîn. Di dilê xwe de min digo: dêmeg bi zimanê me jî hevokên mihteşem tên nivîsîn.

Bi borîna salan û xwendinê re serdestiya tirkî têkçû. Kîn û nifreta kurdî û tirkî ji holê rabû. Bi xwendina du zimanî re bergeha hiş/xwendevaniyê her çû fireh bû. Niha dema li wan berhemên dibûn sedem bicoşim vedigerim rastî kirtikek caşê nayêm. Bêtaqetiya wan metnan tenê min aciz dikin.  Di paragraf welew rûpelên destpêkê de difetisim nema dikarim berdewam bikim. Wisa xûyaye em ji dema romantik û "berpirsiyariyê" filitîne. Lewre êdî nivîsîna bi kurmancî tenê têrê nake. Berhemên di navbera xwe û min de bikaribin dostî û hevaltiyê daynin bawerim ji tiliyên destan kêmtirin. Gelo ev berhemên ji tiliyên destan destan kêmtir  wê bikaribin li hember zeman berxwe bidin vê kêliyê nizanim.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove