10 Ocak 2018 Çarşamba

"Nameyek eşkere ji bo Kawa Nemir"


Berî "pişta du gotinan li gel te bişkînim" dubare pirtûka te ya haîkû yan a bi navê "Morana gerdûnê" pîroz be. Bi taybet piştî derçûna vê berhemê gelek çalakî bi awayek tu tê dikevî rojeva kurmancînûs û "metinxwanên" kurmancî. Xweda zeyna te zêde bike. Wezê zêde serê cenabê te neêşînim keremî mexseda xwe bikim. Hevpeyvîna ku "sputnik kurdistan" bi te re kiriye bû sedem  bi çend kelaman deng li te bikim.



Birayê ezîz wek xwedevanek kurmancî spasiya te dikim ji bo keda te daye wêjeya kurdî.  Ne tu ne jî kesek din dikare keda wan wergeran û berhemên te ji holê rake. Yên te çep kirine ji dest te derketine êdî "malê" me ne. Bi xweşî û kêmasiyên xwe êdî parçeyek ji edebiyata kurdî ne. Wergerên te û yên kesin din pêpelûkên destpêkêne ji bo wêjeya kurdî. Tu û wergerên dî bi saya serê wan berheman wek paşnava xwe "nemir"î/in. Birakê ezîz nizam piştî hevpeyvîn weşiya te gotinên xwe xwendin? Dengê te hat guhê te? Ger armanca te polemîk bin welehî tu bi ser ketî. Na ger  tu van gotinan  ji dil dibêjî ew gotinan li edebiyatnasek nakevin. Te xêre birê min wek axayan  çoyê xwe di ser me de dihejînî? Sedemê vê "ezezî" yê çiye? Ma navê te neyê rojevê wê qiyamet rabe? Çima nahêlî çar zarê "xelkê" "cewher"ên metnên  te li ber çavan raxînin. Birakê ezîz wezê çavê xwe ji hemî pirsên diviya bihatana pirsîn  re bigrim. Lewre ezê yek pirsek bikim û bimînim li benda bersiva te. Ji kerema xwe re gotinên xwe "tane tane" bibêje.


Ji hevpeyvînê:
"Nivîskarên kurd gelekî dûrî sentaksa ya resen in." "Wergera Ulysses mudaxaleyeke mezin e li sentaksa kurdî ya tekçûyî "

Ger ev îdaya te rast be dêmeg hemî berhemên derçûne û wê derên tev av û av çûne/diçin.  Wergera ku tu di çavê me re dikî hê derneçûye dêmeg hemî berhemên berî vê te jî nivîsiye û wergerandine bê "sentaksa  kurdî"ne.  Dêmeg hemî berhemên te ji bo palpişt û danasîna wan bi  peyv û hevokên wek "kurmanciya reş" "gewre"... didan nasîn û di çavê me re dikir tev têkçûyî bûn. Bi gotinek din dêmeg te ta niha ji me re rast negotiye.

Dilşêr Bêwar


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove