12 Aralık 2020 Cumartesi

Hin şaşiyên di nivîsa Sedat Ulugana da

 




Wexta min nivîsa Sedat Ulugana ya bi navê:

Du hevalê Evdalê Zeynikê: Feqiyê Qizqapanê û Ferîkê Kor” di malpera “Xwebûn”ê* de xwend, wekî ku min zêrekî reşadî bi dest xistibe, di ber xwe de ji kêfan bişirîm. Lê bîra min a kor, mîna sîtila bilxur ji bin ve keliya, kêf li min kir kerrafî. Min rabû berê xwe da kitêba Ahmet Aras a bi navê “Şairê Kurda yê Efsanewî: Evdalê Zeynikê**. Pirtûka ku min sê caran xwendibû, min dîsa di ber çavan ra derbas kir. Di nava rûpelan da rastî agahiyeke bi wî rengî nehatim.

Ahmet Aras: ”Li gor gotina nebiye wî yê mezin Emerê Zeynikê, Evdal 110 sal emir kiriye. Bi gotina kurê nebiye wî H. Beşer, ewî 115 sal, bi gotina kurê nebiyê wî yê din Heyder jî ewî 105 sal emir kiriye. ….Evdal di serê 1800’î de hatiye dinê û di sala 1913’an da wefat kiriye.”


Min bi rêya têlefonê xwe gîhand Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş***. Dengbêj Reso di sala 1902’yan de hatiye dinê û di 24’ê meha kanûnê a sala 1983’yan de wefat dike. Li gorî Evkerîmê lawê Reso, Mihemedê Beyo û Seid lawê Reso wexta Evdalê Zeynikê wefat dike, Dengbêj Reso du-sê salî bûye. Wisa diyare dîroka mirina Evdalê Zeynikê jî bi problem e.

Ferîkê Axtepeyê -nav rast Filît e- di sala 1968’an da wefat dike. Dema wefat dike emrê wî li dor heştê salî bûye. Texrîben di sala 1890’î da hatiye rû dinê. Ger em dîroka Ahmet Aras daye esas bigrin, dêmeg dema Evdal wefat kiriye Dengbêj Filîtê Axtepeyê 23’ê salî bûye.  

Dengbêj Feqiyê Qizqapanê di sala 1903’yan de ji dayîk bûye û di sala 1966’an da wefat kiriye. Dêmeg wexta Evdal wefat kiriye Feqiyê Qizqapanê 10 salî bûye. 

Sedat Ulugana: “Dengbêj Sadiq digot: “Ferîk ji min re digot, ‘wexta ez vegeriyam Axtepeyê, min û Evdalê Zeynikê me li Êrşatê (girêdayî Erdîşê ye) mala Silêmanê Ferho tev kilam gotine. Ez wê çaxê pir genc bûm û hê çavên min didîtin. Evdal jî pir kal bû. Li hespê siwar kiribûn, ew anîn gund. Dengê wî hê jî zîz bû, çavên wî êdî  kor bûbûn, lê hê jî  li ser xwe bû. Wî dest pê kir, paşê jî min jê îzin stand û kilam got, keniya got, tu çiraxê Feqî yî.”

Li gor çavkaniya Ulugana dayî, Filîtê Axtepeyê 23 salî, şagirtê Dengbêj Feqiyê Qizqapanê yê 10 salê ye!

Ulugana: 

“Feqî kengî ji dayik bûye û kengî miriye nizanim, lê dîroka  sirgûnkirina Kor Huseyîn Paşayê Heyderî 1926 e. Ev bîranîna jorê ya Feqî û Paşa qey beriya sala 1926’an qewimiye. Îhtimaleke mezin di salên 1910’an de qewimiye ku paşa wê demê hê dikaribû ji bo berhevkirina bacê Mihemedê Horê erkedar bike.”

Bîranîna ku Ulugana behs dike, ger wek ku wî gotî di sala 1910’an da rû dabe, dêmeg Feqî di heft saliya xwe da dengbêjîya Kor Husên paşa kiriye. Ger em sirgûnê esas bigrin, wê çaxê jî 23 salî bûye. Çavkaniyên  min gotin: Herdû malbatan bi tu awayî ji me re behsa dengbêjiya Feqî ya ji bona Kor Husên paşa û hevaltiya her sê dengbêjan nekirine. Û dîrokên di nivîsê de ne jî, Omer û Îbrahîm piştrast dikin.

* https://xwebun.org/du-hevalen-evdale-zeynike-feqiye-qizqapane-u-ferike-kor/

** Dengbêje Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê- Weşanxaneya Nûbiharê 2014

*** Omer Guneş &İbrahim Şahin, Berhevkarên Antolojiya Dengbêjan Dengbêj Reso :1, Dengbêj Şakiro :2, Dengbêj Huseyno:3. Nişe: Antolojiya Huseyno di demeke nêz da digihîje berdestê me xwendevanan.

Dîrok : 10 12 2020 

https://diyarname.com/news.php?Idx=50777


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove