3 Aralık 2016 Cumartesi

Li ser romana "Hurcahil" çend not







Dilşêr Bêwar
“Hurcahil” navê 6’emîn (‘Ji nû ve Gîtara Bêtel’ herçiqas çapa duyem a Gîtara Bêtêl be jî romanek nû ye) romana Cîhan roj e. Roman ji 88 rûpelan pêk tê. Hurcahil cêribandinek nû ye di qada romanivîsiya kurmancî de. Hem dişibe romanên Cîhan Roj, hem naşibe. Roman bi vegotinek parçeyî yê pevgirêdayî bi gewde bûye. Mekan Amed û Mûş e.
Kitêb bi tabloyan neqişî ye, bi gotinek dîtir tablo li bin guhê hev dikevin. Pirtûk di dilê xwe yê kaotîk de îro û do dihebîne û tîrojê li sibê direşîne. Bi herikîna rûpelan re karnavalek rengîn pêk tê; heyata gund û jiyana modern a bajarî û çanda foklorîk û medya civakî mil bi mil govendê digerînin.  Roj, civaknasî, derûnî-psîkolojî û foklor ji xwe re kiriye bênder. Bandora desthilatdarî, axê, civak û dewletê-dagirkeriyê ya li ser derûniya takekes bê ku dersê bide li ber çavan radixine.  Du mexdûriyet derdikevin pêş: Jin û zarok. Romanên Roj, di heman demê de belgeyên tarîxa îroyîn û metnên edebî ne. Taybetmendiyek nivîskar ev e ku bi  hûrguliyan re mijûl nabe, bi bîr dixîne û şîroveyên paşperdeyî ji xwendeyan re dihêle. Herçiqas zimanê metnê sade û basît bixuye jî metneke kûr û giran e, xwendina paşperdeyan ne karê her xwînerî ye. Cih bi cih di redaksiyon û tewandinê de pirsgirêk hene. Li ciyek du ciyan bêhna tirkî bi ser mere dikeve. Di metnan de bi gewdekirina dehan tabloyên serbixwe û pevgirêdayî ne karekî hêsan e, lê nivîskar ji bin barekî giran bi serkeftî derketiye.
Du karekterên sereke yên romanê hene; Ferman û Gulfîdan. Gulfîdan keça cerdevanekî kuştî ye. Kesekî tarî ye û tarî dimîne. Ferman-Hurcahil kesekî xwezayî ye, saf e!
Gulfîdan xwe û Ferman wiha pênase dike: “Kerengperek bûm, deviyên min hebûn, hişk bûm; ê ajalan nikariba havînan ez bixwarama. Havînan ba jî kêm bû. Rojek bablîsok li me rabû. Ez li bendê bûm ku parçe bibim. Baş e, min got, parçe bim jî ê tav li min de, ez ê bimînim li ser rûyê erdê! Lê bablîsokê ez birim, li darekê asê hiştim. Ji gewdeyê darê de daketim nav avê. Pêşî kêfa min hat; li ser avê li gorî dilê xwe bûm. Gayek hat ser avê, teşqele wisa ne, wî av vexwar, ez avêtim devê xwe…. Helbet kerengperek karibe ewqas biaxive ê ga jî dev biavêje kerengpera li ser avê diçe û tê. Her giya carna li ser koka xwe şîn nayê!”
Nivîskar şarezayî û nezaniya gundiyan a di xwedîkirina zarokan de bi du tabloyên cuda li pêş çavan radixîne. Tabloya yekem de zarok ji bo parçeyek naylona şîn a di nav gezgezokê de dema xwe xwar dike bi qêrîna dayika xwe re lawik sipî sar dibe di cihê xwe de… bilêvkirina navê mar jiyana zarok dîl digre. Di tabloya duyem de bav bi keçika xwe re dilîze… dibe kûçikê keçika xwe… Qasî pedagokekî serkeftî ye.
Di navenda metnê de gundiyek li ber sekratê ye. Nivîskar di wê sahnê de şanoyeke trajîkomîk a kurt bi zimanekî zindî li dar dixe. Ev sahne li benda şanogeran e.
Di kesayeta Leylanê de em rastî trajediya evînên kuştî tên. Leylan qurbaneke feodalîzmê ye. Gulsû û Nilgun du jinên qurban ên pergala Baviksalariyê ne. Şengal û Kobanî kêm be jî di nav metnê de cihê xwe digrin. Pratîzekirina xweseriya demokratîk dikeve ber gengeşî û lêpirsînan…
Bi vê jêgirtinê dawî li nivîsa xwe tînim:
“Bajarê ku lê dijîm bajarekî bi barûd, hawar û gaziyan e.
 Bajar li ser helkîn û hetiketiyên dem û emirberiya ’aqilan e’.
Diyarbakir, Diyarbekira Rengîn, Amed, Warê Şêran… navên xwe hene…
Ew qas navên xwe hene xuya ye heya navekî bi dest bixe ê dunya bi toz û dûman be…”

Nişe: 29.05.2015 www.diyarname.com

Hurcahil / Cîhan Roj / Weşanên J&J / Roman / 88 rûpel / Avrêl 2015

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove