23 Mayıs 2022 Pazartesi

PEŞKÊN ŞEVÊ: 2

21

Doz toz e

Welat çavên pisîkekê ye

Dengê ney û meyê li dar e

sorê gewez in lêv

Parsûxwarê sotiye dil

Çav li hev in

Dil îşev li delava newalê

hespekî hêş e.

Doz toz e

li nava lingên hespê boz e.


22.

Pirtik pirtik dikirtike berf

Îskan şikiyaye

Sorê qimitiye erd








23.

Di bêdengiyek dilme de

kilamek negotî xeyal dikim

Roj li belekiyan dibişire

Aso dibirûse 

Kevok li baskan in


24.

Dibêjin

Bi razên har re razên

Dikeribin têpiyên tîpan

Qesas in

kêrên ko

û gotinên no


25.

Li metropolan bi tayê ketin hevok

Li kolanan xeyidîn xewn

Mij û moranê rapêça ken

Bi geremola sms û e-maîlan re 

rondik qefilîn


26.

Gajek li hev piçikiye

dergûşa kapîtal

Ezman reşeşîn

seranser toz û zexelî

Di xwe de hilnayê stran


27.

Tilîkên xwe

di newalên xewle de ji bîr kirin

Çem û çem ji kîsê xwe diçirrim

Dişirşirim

wê kî werîne şîva mirinên min


28.

Di vê kaliya kal de

ji fêrisiya xwekuştinên xwe

şevder im

Konê reş çirriyaye

Dirikrikim


29.

Çilkên çilek diçilkin

Çarnîkar Keman

Li mezatê jî qewl pere nake


30.

Bi qasî rehma xweda dilfireh bûn

berî toz bi ser me de bê

De wêl xeyalo wêl


31.

Xweza teşiya xwe dirêse

em dişewişin 

Gidî qirrika Şairoyî qeliyaye

Ca bêjinê bila bê

Gocî bike vê birînê


32.

Dahol dijenin

Hîv dimire

Ji çîrokên simbêlbadanê firidîme

sibehên zîvalzîvalî belav dikim


33.

Ji bêhna kelpîçan dûr

şêlû diherikim terkên jiyanê

Ji xwe xeyidî heram/heram dimeşim


34

Dizanim ne di bîra bîra te da me

deştî

rê û rêbaz guhestî me


35.

Ax wê kî 

girê bide reşgirêdanên min 

di sibehên çiksayî de

nema bendewar in perikên çavan

qewmo

êdî kewn nagire birînên kewan


36.

Çavên te hubra qelemê

hêsirên te tîra li sînemê

Na nebî ku tu bigirî

hê gotinên me yên serkul hene

Hizna te kefenê min e. 


37.

Filitîn ji xezeban

kon vedan di şevreşkan de

Ahd e danaxwin

Venexwarin şîrê xav ji eyarê şêran

Biyanîno bişeqitin

Wext e dev li canê xwe bike Keman


38

Dil li min çûka çolê ye

bi per û bask in rûpel

Dadiwerive şeraba sorgewez

li dar e hukmê ayeta dêrîn

Ey rihê derî li xwe dadaye bes bike fîxan

mirin kûçikê ber lingê te ye


39.

Dizanim

gulek xemrî ye xewn

Li wê deştê

Li wê berriyê, erxewanê qimitiye emir

Bê ji şêbiskan, ji taya Kemanê

ji siya sêdarê ta bi ta bide hev

Wê çipiska hêrayî 

di xewlexeyala roneditî a mezin bike


40.

Êvar e 

deqa Xwedayî li 'eniya zemên

li vê beyabana ku ba ji dilqê xwe hilayî 

Biyan im 

berbayî dijenim.


41.

Mahr kirin tiliyan mar 

Zimên bi zeman veda

 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove