29 Nisan 2022 Cuma

PEŞKÊN ŞEVÊ

 1

Dibuhirîn

Nameyên ku li ser kurşe hatibûn nivisîn

Di îskeîska baran de zêr û zewer kirin

ref bi ref kişiyan şikeftên sawgirtî

Nalîn çilkiya dilê şevê

2.

Bi çirkîniya deriyê nîvekirî re

dengekî bêaqort olan da

Hey hawar

ma qey kurdî zikê xwe tijî kiriye?

Stûxwar in li rawestgeha dilên dilbirîn

bêzar û bêwar in

3.

Di bêdengiyeke helbestî de

li bin siya bîst û heşt sêdaran 

peyvê serjêkirî diperpitîn

Ey xwedêyo 

Ji paşila ezman bêhna sêvan difûre

Ruhistîn teşiya kurdî dirêse

Min di kevçiyê felekê de av vexwar

lê tîna dil netemirî

4.

Bajar di xewa mirinê de vedigevize

Mêvanê peyvên telaqavêtî me

Di guhê min ê kerr de

newayek ji Gîtara Bêtêl* dinale

Melkemot di pêgermoka mirinê de ye.

Serê xwe datinim ser çoka şevê

Gulîstanek tozgirtî dipijiqe

(*Navê yekem romana Cîhan Roj e)

5.

Di bibîkên berxikên hilî de

rastî hişê neteweya reşgirêdayî dibim

di vî çileyê çilxewrevîn de

Ey welatê di çavsoriya xwîna xwe de bizdiyayî

Xewn û xewnerojkan

keziyên xwe kur(d)kirin

Pîştî tavsorka di newala memikên te de çû ava.









6. 

Ey welatê bêpaşxane

em ê bixwînin zerya xwînê

Ta ku zanîn di nezaniyê de

wîjdan di bêwijdaniyê de

pîrozwerî di bin simên xerabiyê de pelixî

û em di paxila mirina xwe de ji nû ve vejiyan

7

Dikeve ber pêla bê

Tik î tenê

Xwînî ye li kuştina xwe digere


8.

Maçek da dilê mijê xeyal tîr kir

Axînek reşand rûyê zemîn

Umrê talankirî ji toza salan daweşand

Deng û awaza jibîrbûyiyan lorand

Xwîna xwe li dilistana dil reşand çû…

9.

Tu bi honandina guliyên lorika xwe mijûl î

Ez di hembêza bajarê tirsê de

bi pey şopa pirsê ketime

10.

Ji kurşeyên singê te

Bist û du kanî herikî

Tîna qiriktaliyê neşikiya.

11.

Çirayên xemgîniyê vemirîne

Porê xwe yê ji tariya şevê derçûye

ji mij û morana salan daweşîne

Dengê xwe yê mîrate

ji kalanê rizyayî werîne der

Bi ser termê bêwariya min de bilorîne

yar

12.

Çirkeçirka demjimêrê ye

qurmîçokan di rûyê me de diçîne

Tîqetîqa dîrokê ye

kefenê me dibirre

Carekê xwe ji zayendê rût bike were

Bi dengê dayika min çîrokê di serî de bibêje

13.

Di vê şeva lal de

tu hatî qulingo

Ma hê ji bîr nekiriye

Şîva miriyan, lorîna min?

14.

Ka şiyar bike

bayê simbêlên Berxê Mala Ûsivê Seydo

Nalenala Husênê Farê

bila çermê vê mişextiyê bigurînîn

Giyanên me yên ku ji her çar

Kemanan re kirine têl

Li me bêkirasan vegerînin

Da ku

Lorîn nebêje hûn qewmekî destnimêj in

Çîrokê ji dawiyê ve dibêjin

15.

Di bin kuliyên berfê de

ji kuçeyên kavilkirî

berhev dikim nalîna porê te esmerê

Ji bişirînên te difesilînim hêviyan.

16

Îşev

bi teniya pêrxîngan dineqişînim

eniya helbestên

ku ji nav sing û berê te dipijiqin

17.

Newa narîn in

mexeyidînin

Bi wî bayê bêpergal re

Ala peyvê bihejînin

Meya sor bilind bikin

Berî ku mêş bibin gamêş

Binoşînin.

18

Di vê şeva ji dilqê xwe derketî de

mêvanê pêlên bêperav im

Heta xwe nekujim

bi te tew şa nabim

19.

Bi gêjgerînekên nava xwe re digewixim

Ez di nava peyvê de 

di nava min de peyv diqirqilin

de were

peyvan li ser şirîtê ranexe

20.

Dêrisê gundan

bi pêlên bê re direqisî

Ez jî di şaneşîna xewna me de, dibirijim li vî şarî.

Şev dizikzike

gula ku ji hêsiran derçûyî diyarî xewnê dikim

NİŞE: dê berdewam bike

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove