13 Haziran 2021 Pazar

Bav û Law

 

Royê tirêjên xwe bexşî esra dereng kiribû. Fincana qehweyê girt û berê xwe da şaneşînê. Dûyê cixarê û hilmûgulma qehwê tevlihev dibû. Berî derkeve şaneşînê nivîsek di derbarê teknolojiyê de xwendibû û carek din bi çavê serê xwe bûbû şahidê xweşî û nexweşiyên înternetê. Lê kurmê edetî destê wî dîsa bir bêrikê, têlefon deranî, çavek li têlefonê gerand, dîsa têlefon berda bêrika xwe. Ji aciziya dengên hawirdorê, pişta xwe da înşaatên van demên dawî wekî xilt ji bin erdê serî bilind dikirin. Sura bayê li singê wî xist. Ricif ket canê wî. Ji neçarî pişta xwe da tavê. Çavên wî li ser kalê dirfê Afxanî pêdiket aliqîn. Bêwarî û bindestiya xwe ji bîr kir. Kalê piştî dar şikandin agir bera binê semawerê da. Bi bilindbûna dû re ji ber çavan winda bû. Bavê xwe yê çendin sal in di binê axa sar de dinive bibîr anî. Nefesek kûr kişand ji cixareya xwe. Qewimînên hefteya borî ên li dibistana lawê wî wekî fîlmekî lê bûn mêvan.














Dîsa cixareya wî di dest de di paş caxan re li pola lawê xwe dinêrî. Dayik û bavên zarokên pola yekem li benda derketina zarokên xwe bûn. Hêwirzeya wan dişibiya vinginiya mozan. Bi şingîniya zengilê re zarok ji hundir kişiyan baxçeyê. Dê û bav û zarok û mamoste li hewşa dibistanê rêzbûn... Bi destê xwe delaliyê malê dabû dibistana "zimanê" wî di nav pencê xwe de dihêre. Tîrên êşbar berî dan canê wî. Di xwe de keliya.

Gotina hevalek xwe bi bîr anî "Berî ... dest bi dibistanê bike. Min go bi destê ... bigrim berê xwe û wî bidim "greva birçîbûnê" Lê piştî fikirîm ez li ku siyaseta me li ku..."

Dengê sirûdê bilind bû, wî xwe topî serhev kir. Dengê tirkek li ber guh kir çinginî.

- Hela li vê mezatê mêzeke em û zarok çi şerpezekirine. Emrê Xweda li ku ma?

Bêdeng bişirî. Sirûd qediya ket hewşa dibistanê. Qederek di nav qelebelixê de çavê xwe li lawik gerand. Wexta kurê xwe dît bi ken çû cem. Destê xwe li serî da. Rahişt çenteyê lawik avêt milê xwe û meşiyan.Tirkiya lawik û kurmanciya bav kûçe dan ber xwe.

Nîşe: Berê li malpera www.diyarnme.com'ê da weşiyaye. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove