Zarûyên te halê wan xweşin. Herkes li mala xwe ye, li ser karê xwe ne. Heyat her diçe zehmet, bibêjî ji heqê xwe derdikevin. Dizanim dewlemendî xweşe lê gere tu bizanî diziyê bikî. Erê ma derewe? Tabî canim dewlemend dizin. Dizên keda xelkê ne. Ji xwîdana xelkê didin hev. Ha xwîdan ha xwîn. Kesî ji mala bavê xwe neaniye. Helbet dizanim wê hinek kes bixebitin hinek jî bixwîn an na pêşketin û nûbûn çê nabin. Kesî negotiye bila herkes bibe xwediyê balafirên taybet malneket. Lê axir însan carê tê dinyayê loma divê bikare bi keda destê xwe re bê ku zehmetiyan bikişîne heyateke asayî bidomîne. Dizanî di vî warî de li welatên Ewropî pergalek xweş rûniştiye. Qe nebe mîna me ji birçîmayînê natirsin. Dikarin bi heqdesta xwe re heyateke normal bijîn. Na bi xwedê merû bi xebatê li vî welatî hew dikare bi nanoziko bijî. Bê ku merû bikeve hêqê kesên din ne mimkûne ku kilora xwe di rûn de bike.

Dibên ya qise derî li qiseyan vedike. Niha hat bîra min. Teyî tu jî dizanî li gund berê du sê bir pez û qasî hezar serî dewar hebû. Li gor dibêjin niha sî hezar pez û şeşsed serî dewar heye. Îja eraziyê gund kême. Payiza dereng yên ku pezê wan zêdene pezê xwe dibin Diyarbekir û Rihayê, bi derê biharê re li gund vedigerînin. Bi vegera pezê wan re malik li çêrê dişewite. Pez pire û çêre kême. Loma kesên xwedî du sê çêlekin di dawiya havînê de mejbûr dimînin giya bidin dewarên xwe. Feqîra çi bikin ji bo mast û şîr çend terşan xwedî dikin. Lê pez ne were ye bi awayek têr dibe dîsa. Çima kes dengê xwe nake? Ma bikin wê çi be? Na heyran na ne talaşa xwediyên birê pezin. Erê dikarin ji pezê xwe re mexel kirê bikin û ji gund derkevin. Lê nakin. Pere şirînin...
Ji wan pêncsed darên ku min te bi destê xwe danîn tenê qasî sed hebî mane. Pir mezin bûne kokên xwe xweş di erdê de berdane hew maye serê wan li ewran bikeve. Ê te û lawê te lê mêze nekirin ez çi bikim. Niha di nava gund de bi hezaran dar hene. Wexta tu li vî warî bûyî serê sibeyan û berêvaran li ser dara dibû vîçe vîça çûkên çolê. Merû ji guhdarkirina vîçîna wan têr nedibûn. Niha hema bibê beytik nemane. Qijikên malmîrat gund dane ber xwe. Li taxa me hê ewqas tune ne. Wexta merû xwe berdide nav gund dengê wan guhê mera dibe. Bi sedan hêlînên wan hene li ser darên taxa jêr. Qaq qaq û waqa wan guhê mera dibe.
Wele kêf kêfa te ye niha. Piraniya cînarên te bar kirine jî vî warî. Qey dibêm niha dîwana we şêne. Bawerim niha navbera te û horiyan jî xweşe. Erê canim îşê te tune tu veşêrî ma ez bi xûyê te nizanim? Herdû kewên gozel jî li dû te hatin warê tu lê yî. Bawerim dîsa bi wan re di nav filortê de yî. Çer jî kêfa te hat ne? Wele sohbeta bi hîn jinan re xweşe. Qe xwe nede nezaniyê heyran. Ez filortên te ji ku diznim bila ew jî ji min re bimîne. Na ma tu qala warê li yê dikî ku ez jî her tiştî di ta û derziyê re bikim?
Beriya nexweşiya te ez havînek hatibûm gund niza tê bîra te? Dema ji mal derketim li ser nêrdewana li pêşiya malê min bendê solên xwe girê dida. Ji nişkave te bi milê diya min girt ew berbi çengê yê oda mêran ve kişand. Qaşo te hêdî qise dikir lê bayê dengê te dianî cem min. Bi lez diya min berbi min hat û go: "Bavê te dibê hemî Mîtat û Elîşêr xwe dane kafiriyê nazewicin bila ew bizewice. Em herin... jê re bixwazin. Salek berê Apê Evselam jî kêm zêde heman tişt gotin lê min qebûl nekir. Bi derewan qêriyam ser diya xwe û berbi nava gund meşiyam. Min tam wê kêliyê qerar da bizewicim lê ne beriya Mîto û Elîşêr.
Di rê de min pîlan/komploya xwe hazir kir û berbi mala Meta Wecê meşiyam. Wexta gîhiştim pêşiya mala Elî, Şoreta jina Oso yê pismamê te deng li min kir. Go: "Xêr ser û go li te direqise û devê te beş dike?" Bi heman kêf û henekî min li vegerand: "Qîza goşto terim dizewicim." Bi kêf destê xwe berbi ezman bilindkir û go: "Ka ew roj!" Ez bi tîqetîq jê bihurîm. Dema gîhiştim mala Wecê meta Fedo û Wecê li ber tendûrê bûn. Teyî tu jî dizanî meta Wecê çiqas xweş sohbet bû. Fedo girik çê dikirin Wecê jî nan li tendûr dixist. Sohbet geriya bi awayek dîsa hat ser zewaca Mîto. Ji xwe tişta li bend bûm ew bû ku meselê vekin. Min berê tîrê da hedefê û bi hêrs ji meta Fedo re go: "Ewqas li ber dikevî qîza xwe bidiyê." Ji ber ku salên wan hevnedigirt ne mimkun bû bigota erê. Loma min berê wê xweş dabû xefkê. Wê bi kerb go: "Çima didim wî, didim te!" Ji xwe qayil min go: "Min girt û çû." Meta Wecê bi bayê bezê re ji cihê xwe qil bû. Hat herdû sûretê min maç kir û go: "Qurbana zavê xwe!" û lê zêde kir: "Wele nîvê mehrê hat birîn." Ez li kêleka xwe dam rûniştandin. Em bihev re keniyan. Go wele bê şîranî nabe. Ji ber singê xwe pakêta cixarê derxist û cixare li me belav kir. Axir heta Mîtat û Elîşêr zewicîn nexweşiyê çav berda bedena te. Nebû nisîb tu daweta min bibînî.
Nîşe: Ev nivîs berdewama nivîsa " Kilîta li Qutiya Dil"e. Ango beşa duyeme .Dê bidome
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
şîrove