4 Temmuz 2019 Perşembe

JI AŞ Û BAŞ








Zûdeye bê kar im. Çend seate di xew de me nizanim. Ji ber êşa pişta xwe hişyar bûm. Çarşeva min havêtibû ser xwe mina pisikek  li kêleka min di xewa kûr de ye. . Çûm serşokê şirînî bi klozetê ket. Min hinek av bi devê xwe werda. Ser û çavê xwe şûşt. Di neynikê de li xwe mêze dikim por rû û simbêlê min tevlihev bûne. (tobe be rojek jî simbêlê mi çêbûne) Dîsa vegeriyam odê. Mi têlefona pêncî û pênc tîş li ekrena wê ketiye ji şarzê deranî. Xwe li ser nivînan dirêj kir. Min "moda balafirê" ji ser têlefonê rakir û bû  zirte zirta wê.  Bi rûsarî min  çavê xwe li peyamên fatûreyan û hîn peyamên ji alî partî û dezgehan ve hatî gerand. Berî da taxa "fîsqaya" yê  biborin facebookê. Mi bi rûtirşî li kuncikê peyaman nihêrî nehlet be peyamek jî tune. Ecibandina parvekirinan dîsa ji hejmara tiliyên destan nebuhuriye. Tehma dev a heyî jî nema. Bi kenê xwe yê sanal bersiva çend şîroveyan didim. Hîn nivîsan dixwînim. Çend "like"yan li bin guhê wan dixim. Çend tîqetîqên sanal bê ku mû ji rûyê min bileqe bi hîn parvekirinan ve dizelîqînim. Hîn nivîsên kêfa min jê re hatî dixwînim lê naecibînim. Li twitistanê şerê eşîrî li dare. Xwe li tiştek nakim xwedî.
Çirinî bi derî ket...


-Rojbaş begê min tu hişyar bûyî?
-Rojbaş "kesnedî xanim"... Ma taştê tune?
-Ser û çavê xwe bişo hema hazir dikim. Ji bo bihna xanimê bêhtir teng nekim berî didim serşokê bilez serê xwe dişom. Radihijim kincên xwe yên qurmiçî... Dengê dil  dibe  law dev ji wan kincan  berde wê jinik bi awiran te bigurê.  Şalek kot û tîşortek teze ji bin utiyê filitîne li xwe dikim. Çar mûyên li ser eniya min mayî bi şewqet mist didim mîna dergûşek têr şîr xwarî vedizelin... Li ser masê rûdinim dest bi xwarina taşêt dikim. "Kesnedîxanim" Cixareya xwe pêdixe radihêle têlefona min.

 -Zarok li ku ne?
-Ma dengê wan nayê te? Ew bi têlefonê ez bi xwarina xwe re mijûl dibim. Piştî çend cûtiyan dicûm radihêlim tasikên taştê di sarincê de bi cî dikim. Dîsa li ciyê xwe rûdinim ji pakêta cixareya xatûnê cixareyek pêdixim. Îskana çayê digrim derdikevim şaneşînê. Piştî çend kêliyan çavê lawikê piçûk li min dikeve. Destê xwe jê re dihejînim. Ew jî li ser biskiletê carek dû caran mi dibersivîne dîsa bi hevalê xwe re mijûl dibe.


Deng bi têlefona hevala em li hev rûniştine dikeve. Bi lêborîn têlefonê dibersivîne. Ez jî li vê nivîsa nîvco mayî vedigerim.
Sî şaneşînê digre bin baskê xwe. Piştî şûştin û ziha kirina şaneşînê carcima piçûk radixim. Minderan bi cî dikim. Ji hundir xwelîdank, cixare û pirtûka li ber deste digrim cî li xwe xweş dikim...
Radibim ji sarincê şûşeya ava sar digrim bi ser xwe ve dikim. Têlefon li ser dezgehe. Jinik dîsa wenda bûye. Bi ava mayî ra dîsa têm li cihê xwe rûdinim. Çavê min li bîna hember dikeve. Jinika ciran derî û paceyan dide serpiştê. Çavê min bi derpî û kirasê wê ve dizeliqîn. Ji bo aciziyek rûnede xwe bi têlefonê mijûl dikim. Lê çav dîsa berî didin derî û paceyan. Xwe bi xwe dibêm baqil be law. Dewr xerabe. Hema navê xerab li dû mera dixin. Pişta xwe didim malka cîran. Mizurî pêjgarî min dibe. Têlefonî hevalek xwe dikim. Bi ken dibersivîne. Rewşa heyî jê re şîrove dikim. Ji kena zikopişto dibe. Dibê:

-Law an îşev fîşek nepeqiyane an jî ji bo tu wê bibînî derî û pace dane serpiştê. Piştî kenê me dise em li edebiyatê vedigerin.Ciqas wext bihuriye nizam.
Dibê:
-Law gere ez têlefonê bigrim.
-Bûka min hat qey?
-Ji xwe li vir bû. Me dikir em derkevin der berî têlefon bikî.  Niha mina bavkuştiya mêze min dike.
Biken dibêm law:
-Ça nabê çû ji kîsê min?Dibê;
-Law telaqê min neke qûna min rinde. Bê xatir dibê xirp û têlefonê digre. Xwe bi xwe dikenim...  Jinik dibê xêre kenê xwe bi xwe ji me kêm bû. Rewşa heyî vedibêjim. Biken dibê:

-Bi misef hûn mêr tev sapixin. Dibêm hela xwe bide alî te manzara mi xera kir. Xwe nîşan dide dibê ji vê manzarayê rindtir? Bi bişirîn radibe tere hûndir.

Diyare hevalê dilê xwe bi qisedana di têlefonê de rehet kiriye. Bi lêborîn tê li cihê xwe rûdine. Heta niqeteya dawî datînim bin vê nivîsê xwe lê nakim xwedî. Gazî garson dike. Du çayên din ji bo me dixwaze. Cixarek ji bo xwe yekî ji bo min pêdixe. Nefesek kûr ji cixareyê dikişînim. Nivîsê qeyid dikim. Çaya me tê....  Nivîsa heyî ji têlefonê jê re dixwînim. Piştî xwendina mi diqede.
Dibêje:
-Heqe merû te bikuje.
-Çima?
-Law ma merû mejbûre behsa her tiştî bike raste rast?
-Ka rastî li ku ye? Dibe tîqetîqa me em bi halê xwe dikenin.

Nîşe:
Ev nivîs berê  di malpera diyarname.com  de weşiyaye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

şîrove